​​​​​​​HAT’ê li gundewarên Hesekê 27 çete girtin

Kurdistan 12:49 PM - 2021-09-18

Hêzên antîtîror HAT, 27 çeteyên DAIŞ`ê  ku li herêmê gelek êriş pêk anîne û tevgera şaneyên veşartî hêsan kirine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên operasyonên serdegirtinê yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li dar xistine, bi daxuyaniyekê eşkere kirin û gotin ku 27 çete li gundên Abid û Felaha yên Hesekê hatine girtin ku berê êrişî sivîlan kiribûn û tevgera şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan kiribûn.

Amaje bi wê yekê hat kirin ku oparesyon piştî şopandinê li pişt agahiyan hate encam dan ,ku çeteyan bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina fitne û tirsê di nava civaka me de pêk anîbûn.”
Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz da ku bi hemû sazûmaniya xwe bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê û şaneyên wê yên ku fitneyê di nav gel de belav dikin, dê bê bandor bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket