Ebdul Ezîz Botfilêqe koça dawî kir

Cîhan 10:04 AM - 2021-09-18

Serokatiya Cezayîrê ragihand ku Serokkomarê berê Ebdul Ezîz Botfilêqe di temena xwe yê 84 saliyê de koça dawç kir, zêdetirî du salan piştî ku di bin zexta xwepêşandanên girseyî û artêşê de dev ji kar berda.

Botfilêqe disala 1037 li bajarê Wejde ya Mexribê ji dayîk bû, berî ku di Nîsana 2019 -an de dev ji kar berde ,20 sal Cezaêr di bin desthilatdariya wî de bû.

Di 1956 de, wî dev ji xwendinê berda û di 19 saliya xwe de beşdarî Artêşa Rizgariya Neteweyî bû . di gelek çeperan de beşdarî şer bû, û di demek kurt de di pêşengiya şoreşa rizgariya Cezayîrê de posteke bilind girt.
Di salên 1957 û 1958 -an de, wî li eyaleta pêncemîn a dîrokî (herêma Wehran) xizmet kiribû ku wekî Kontrolkerê Giştî hate erkdar kirin, û efserek li herêmên çarem û heftemîn de.
Di heman demê de tevlî Fermandariya Operasyonên Leşkerî û Fermandariya Leşkerî ya li rojavayê welêt bû, piştre jî Fermandariya Sererkaniya Giştî.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket