Bafil Talebanî Nadîm Zehawî pîroz kir

YNK 08:54 AM - 2021-09-18

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî pîrozbahî li wezîrê perwerdê yê Brîtanya Nedîm Zehawî kir.

Bafil Talabanî di peyama pîrozbahiyê de ku ji Zehawî re şandiye de jiber ku li Birîtaniyayê dest bi karê xwe di wezaretê de kiriye got: Hevalê min yê hêja Nedîm posta nuh li we pîroz be ,tekez kir ku ew cihê rêz û serbilindiyê ji Kurdistanê re.

Amaje bi wê yekê jî kir ku helwestên we, piştevaniya we ya bêsînor û helwesta we ya berpirsiyar a bi mafên rewa yên gelê me re cihê rêz û hirmetê ye, û ez di karê we yê nû de ji we re serketinê dixwazim, û divê xizmeta doza me ya kurdî di sereteya karê we de be .

PUKmedia


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket