Komeleya Piştgiriya Gelên Jêr Gefê civîna xwe li dar xist

Tarawgeh 05:18 PM - 2021-09-15

Komeleya Gelên Jêrgefê (GFBV)ê  bi serkeftî û bi aramî civîna salane lidarxist û spasdarê alîkar û hevkaran bû.

Serbarî belvbûna vîrusa Koronayê li sertanserî cîhanê û bi taybet li Almanyayê ku komcivîn û lihevkombûnên mezin û berfereh nayên lidarxistin, lê Komeleya Piştgiriya Gelên Jêrgefê (GFBV)ê bi liberçavgirtina rewşa tenduristiyê û xweparastin ji vîrusa Koronayê, civîna xwe ya salane bi serkeftî û aramî li darxist.

Dr. Kemal Sîdo Rêveberê Nivîsingeha Rojhilata Navîn ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê di wê barê de ragihand ku di roja yekşemê, 11.09. 2021 `an de, li bajarê Göttingen'a Almanya civîna salane ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV) liqê Almanya bi şêweyekî rêkupêk derbas bû û rêveberiyeke nû hat hilbijartin.
Her weha Rêveberê Nivîsingeha Rojhilata Navîn a Komeleya Piştgiriya Gelên Jêr Gefê Dr. Kemal Sîdo wiha nerîna xwe di rûpela xwe de aniye sernivîs; Ji ber pendêmiya Korona yê û di bin şert û mercên parastina tenduristiyê de tenê endam dikarîbûn amade bibin.
Her weha di heman nivîsê de, Dr. Kemal Sîdo spasiya xwe ji bo wan kesên amadebûne nîşanda û wiha pêdeçû; Spas ji bo hemî wan endam û dostan yên amade bûn yan bi nameyên pîrozbahiyê piştgiriya xwe nîşandan.
Di nivîsa xwe de, derbarê piştîvanîkirin li maf û azadiyên gelan de, Dr. Kemal aşkire kir ku piştevaniya mafên mirovan, mafên gelên bindest li her devera Cîhanê pêwîste bête berdewam kirin.
Sîdo di dirêjahiya gotinên xwe ên derbarê lidarxistina civîna salane ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê, Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV) got; Ev yekemîn civîn bû piştî destpêkirina pendêmiya Corona. Spas ji bo her kesê piştgiriya komeleya me dike! Spas ji bo her kesê piştevaniya mafên mirovan, mafên gel û olên di bin gefê dike!

Hin wêne ji civîna giştî ya salane ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket