Şaredara Reqayê Leyla Mistefa ‘Xelata Şaredara Cîhanê’ wergirt

Jin 03:09 PM - 2021-09-14

Şaredara Reqayê Leyla Mistefa hêjayî Xelata Şaredara/ê Cîhanê hate dîtin.

Li gel Şaredara Reqayê Leyla Mistefa 8 şaredarên din jî îsal ên welatên cuda cuda hêjayî xelata (World Mayor Award) ya navnetewî hatin dîtin.
Di nûçeya xwe de, Ajansa Hawarnewsê ya Rojavayê Kurdistanê weşandiye ku ji bo xelatên îsal ên Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) ji deverên cuda yên cîhanê 9 şaredar hatin hilbijartin ku di nava wan de şaredara Reqayê Leyla Mistefa jî heye.
Di daxuyaniya de komîteya xelatê de hate gotin: "Xelata Jûrî ya Şaredara Cîhanê ji şaredara Reqayê ya Sûriyê Leyla Mistefa re hate dayîn, ji ber hewldanên xwe yên ji nû ve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAIŞ'ê."
Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) her sal li gorî karên şaredaran tê dayîn. Bi taybetî kalîteya xizmetê ya şaredaran, tevkariya wan li bajaran ên di asta neteweyî û navneteweyî de tê nirxandin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket