Efrîn; Piştî 2 salan jineke kurd hat azad kirin

Kurdistan 12:11 PM - 2021-09-14

Li Efrînê jineke kurd ji gundê Miskê jorîn hat azad kirin.

Li gorî malpera Afrin media center ku taybete bi kiryarên nerewa û serkotkirina maf û azadiyên xelkên Efrînê piştî dagîrkirinê, aşkire kir ku jineke kurd ji gundê Miskê ku li gel mêrê wê hatibûn revandin, tenê ew hate berdan û mêrê wê Henan Xelîl Cindo hîn jî ne diyar e.

Her weha Afrin media center aşkire dike ku mêrê wê jinê Henan Xelîl Cindo bi tawana ku hewilî teqandina otombîla serkirdeyekî Ahrarê Şerqiyayê li gundê Miskê dawe, ew girtin û sizaya hetahetayî lê birîn, lê li gorîjêderên ku ji Afrin media center re agahî dane ku Henan Xelîl Cindo pereyên xwe li çekdarên Ahrarê Şerqiyeyê bûn dema ku daxwaza pereyên xwe kiribû, wan jî ew tawanbar kirin bi teqandina otombîla serkirdeyekî çekdaran û bi wê rêkê ew girtin û sizaya hetahetayî lê birîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket