Bi hewldanên Qubad Talebanî ...57 koçberên Kurd vegeriyan Kurdistanê

Kurdistan 11:57 AM - 2021-09-10

Saziya "Qimê" ya Karûbarên Koçber û Penaberan roja înê ragihand ku 57 koçberên Kurd dê bi hewldanên serokê Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî vegerin Herêma Kurdistanê.

Serokê Saziyê Arî Celal di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re got: 57 koçberên Kurd ku îro ji Sûriyê derketine, dê biçin Tirkiyê û piştre vegerin ser axa Herêma Kurdistanê, destnîşan kir ku vegera wan kesan bi erk û hewldanên Qubad Talebanî hatiye kirin û divê îro şev ew 57 koçber bighînin Herêmê.

Di daxuyaniyek berê de, Saziyê ragihandibû ku Tirkiyê koçber radestî Cebhet el-Nusra li Sûriyê kirine, û bal kişand ku karê saziyê bi Wezareta Koç û Koçberiyê ya Federal û Wezareta Navxwe re qediya ye, û li benda qedandina karê yasayî bi hikûmeta Tirkiyê re ye ta ku koçber ji aliyê Tirkiyê ve vegerin herêma Kurdistanê, û da zanîn ku rewşa tenduristiya koçberan baş e û ew niha li kampê ne û metirsî li ser jiyana wan tune ye.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket