Edonîs û Semîh Şiqêr der barê Rêveberiya Xweser de çi gotin?

Kurdistan 04:37 PM - 2021-08-14


Helbestvanê sûrî yê navdar Edonîs di hevdîtina xwe ya li gel Bedran Çiya Kurd de, anî ziman ku ew serkeftinê ji Rêveberiya Xweser re dixwaze. Li aliyekî din hunermend Semîh Şiqêr got tecrubeya Rêveberiya Xweser isbat kir ku tecrubeya herî gihiştî û pêbawer e ku dikare di Sûriya pêşerojê de bibe nimune.

Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, di çarçoveya rêgezên Rêveberiya Xweser de yên ji bo avakirina pêvajoya diyalogê di navbera wan û hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bi taybet partî, rêxistin û kesayetiyên siyasî û çandî û şîrovekirina navaroka nîştimanî û siyasî ya tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rewşenbîr, hunermend, helbestvan û siyasetmedarên navdar ên Sûriyê re li Fransayê  hevdîtin pêk anîn.

Roja pêncşemê Bedran Çiya Kurd bi Semîh Şiqêr sembola şoreşa Sûriyê re rûnişt û behsa gelek dozan kir ku nêrînên wan der barê de yek bûn. Her wiha pêwîstiya dîtina çareseriyan û pêkanîna lihevkirinan li ser astên siyasî destnîşan kirin da ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe ku di encamê de bi sed hezaran şehîd bûn û welat wêran bû.

Şiqêr di hevdîtinê de got: Tecrubeya Rêveberiya Xweser li gorî me tecurbeyeke pêbawer e ku dikare di Sûriya pêşerojê de pêk were. Bi taybet piştî bûyerên li Sûriyê ev tecrube isbat kir ku ew tecrubeya herî gihîştî û serkeftî ye."

Her wiha Çiya Kurd bi helbestvanê sûrî yê navdar Edonîs re civiya ku wî jî kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê rave kir. Çiya Kurd ji Edonîs re tecrubeya Rêveberiya Xweser, xîtaba wê ya siyasî û nîştimanî û şerê li dijî wê ji gelek aliyên herêmî û xwecihî ve tê kirin, şîrove kir. Her wiha Çiya Kurd piştrast kir ku çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê, diyaloga sûrî-sûrî ye.

EDONÎS HÊVIYA SERKEFTINÊ JI RÊVEBERIYA XWESER RE XWEST

Edonîs cîgirê hevserokatiyê spas kir û hêvî kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bi serkeve. Her wiha piştrast kir ku diyaloga sûrî-sûrî gelek girîng e û wiha domand:" Şoreşa Sûriyê di mehên destpêkê de wateya xwe winda kir."

Serokê Komxebata Aborî ya Erebî Semîr El-Îta di hevdîtina xwe ya li gelê Bedran Çiya Kurd de, destnîşan kir ku diyaloga sûrî-sûrî di vê pêvajoyê de pêwîstiyeke dîrokî ye.

Her wiha di heman çarçoveyê de Bedran Çiya Kurd bi gelek rêxistinên hiqûqî û yên sivîl ên sûrî re yên li Ewropayê kar dikin civiya û di nîqaşên xwe de pêwîstiya belgekirina sûcên komên çeteyên girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên ku destekê ji Tirkiyê digirin, hate dîtin û hate zanîn ku divê sûcên wan ji tevahiya cîhanê re were ragihandin.

Çiya Kurd bang li rêxistinên ku bi wan re hevdîtin kirine, ku serdana Bakurê Sûriyê bikin, erkên xwe bînin cih û sûcên li wir ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin, belge bikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket