Tenê 150 hezar Êzîdî vegerîne Şengalê

Kurdistan 03:22 PM - 2021-08-02

Hat ragiahndin ku ji sala 2014`an ve tenê 150 hezar kurdên Êzîdî ji koçberiyê vegerîne Şengalê.

Nivîsgeha rizgarkirina revandiyên Êzidiyan li Herêma Kurdistanê îro roja duşemê 2-8-2021`an, serjimêrên encamên komkujî û revandiyên Êzdiyan ku di roja 3-8-2014`an de ji aliyê

çeteyên DAIŞê ve pêkhatibû aşkire dike ku ji wan Êzidiyên ku derketibûn, tenê 150 hezxar kes vegeriyane bo navçeyên xwe li Şengalê.

Nivîsgeha navborî di belavokeke xwe de, aşkire dike ku hejmara Êzidiyan li Êraqê 550000 bûn, her weha hejmara koçberan ku piştî êriş û komkujiya DAIŞê li ser Şengalê 36000 kes bûn, lê niha hejmara ku ji wê demê ve vegeriyane bo navçeyên xwe li devera Şengalê 150000 kes in.

Di dirêjahiya wê belavokê de, nivîsgehê aşkire kir ku di heyama dagîrkirin û komkujiya Şengalê de, 1293 kes hatin şehîdkirin û 2745 kes wek sêwî bê dayîk û bav mane, her weha hejmara gorên bi komî jî 82 goristan hatine dîtin  ku bi ehan jî ên tekî bûne.
Her weha ew cih û şûnên girîng û pîroz ku ji aliyê DAIŞê ve hatine rûxandin û teqandin 68 mezar û cêgehên pîroz in.
Hejamra revandiyan 6417 kesin ku ji wan 3548 kes jinin û 2869 kes jî mêr in. Ew kesên ku ji destên DAIŞê hatine rizgar kirin 3550 kes in ku ji wan 1206 jin in, 339 jî mêr in, 1049 jî zarokên keç in û 956 jî zarokên law in ên bi çûk in.
Ew kesên ku hatine revandin û hatine kuştin 104 kes in û ewên ku heya niha di destên wan de mane, 2763 kes i8n di nav wan de, 1293 jin in û 1470 jî mêr in.
Nivîsgeha rizgarkirina kurdên Êzîdî li Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku ev komkujî û revandin û neheqiya ku bi desrheqê Êzidiyan hatiye kirin, di roja 3-8-2021`an de bû ku ji aliyê çekdarên terorîst ên DAIŞê ve pêkhatibû. Ev serjimêriya li jor hatiye bîranîn li cem UNê wek serjimêra rasteqîne ye ku li ser komkujî û kurdên Êzîdî hatiye amadekirin.

PUKmedia-Ragiahndina Nivîsgeha Rizgarkirina Êzdiyan

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket