Çanda Kurdistanê Hewraman xiste lîsteya kultûra cîhanî

Agadarî 07:18 PM - 2021-07-28
.

.

Wezareta Çand û Ciwanan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê, belavokek derxist û tê de navçeya Hewremanê xiste nava lîsteya kûltura navnetwî û cîhanî.

Ji ber ku navçeya Hewramanê ji 3000 sal pêş zayînê ve her li cih û warên xwe nîştecihbûne, ew bi kurdên resen têne jimartin ku heya niha jî, dest ji warên xwe bernedane û kultûra xwe a resen parastine û hîn jî diparêzin.

Di wê belavokê de, ku wêneyek bi dest PUKmedia`yê ketiye tê de hatiye ku di rûniştina 44 ya komeleya kultûra cîhanî ya rêkxsitina Yunico yê ku du roja sêşemê 27-7-2021`an ku bi amadebûna 139 welatan li bajarê Foco ya Çînê hatiye lidarxistin, tê de navçeya Hewremanê wek navçeyeke çandî û dîrokî li ser asta cîhanê xistin nava kultûra cîhanî.

Di dawiya wê belavoka wezareta Çand û Ciwanan a hikûmeta Herêma Kurdistanê dazanîn ku bi vê boneya pîroz, em pîrozbahiyê li xwe û li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê dikin ku ev pêngav, pêngaveke dîrokî û destkefteke netewî bo pêşxistina çanda resen a kurdî ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket