Navenda Efrînê hat topbaran dkirin

Agadarî 05:17 PM - 2021-07-25
.

.

Navenda bajarê Efrînê bi dijwarî hate moşekbaran kirin, lê ti kes û alî li stuyê xwe negirtiye.

Jêdereke agahdar ji hundirê bajarê Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihandin; Di encama moşekbarankirina navenda bajarê Efrînê ji aliyê navçeyên li jêr çavdêriya hêzên artêşa Sûriye û Rûsiyayê ve, ziyanên madî û canî jî hene.

Her weha  li gorî wê jêderê ji Efrînê daye ragihandin ku ew topbaran li dijî hundirî bajarê Efrînê pêkhatiye ku di encamê de, 8 welatiyên sivîl hatine birîndar kirin ku dei nava wan de, jin û zarok jî hene.

Jêdera agahdar ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku heya niha ti aliyan berpirsiyara moşekbaran li xwe negirtiye, lê dibêje ku jêdera wan moşekan ji aliyê navçeyên li jêr desthilatên artêşa Sûriye û Rûsiyayê de ye.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket