Reqayê; Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin

Agadarî 06:33 PM - 2021-07-18
.

.

Li bajarê Reqayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê bi coş hate pîrozkirin.

Bi boneya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, ajansa ANHA`yê di nûçeyekle xwe de çêra lidarxistina ahengekê ku ew şahî ya navendî li Mezreya Hetîn a rojavayê bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Li gorî ANHA`yê ku di wê şahiyê de, girseyeke mezin a şêniyan di nav de saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên ji herêmên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Ajansa ANHA`yê aşkire kir ku pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Xalid Berkel axivî, Hêzên Sûriya Demokratîk silav kir û got: "Destpêkê di salvegera 9'emîn a şoreşê de em şehîdên xwe bi bîr tînin, şehîdan rêgez û têgînên klasîkî yên serwer ên ku gel bi rêbazên tund hikum dikirin û gelek pêkhate paşguh dikirin, sererast kir."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket