Raport: DAÎŞ li Çadê 4 dewlet ava dike û ji nû ve li Lîbya belav dibe
Rêportaj 09:35 AM - 2021-07-18Raport: DAÎŞ li Çadê 4 dewlet ava dike û ji nû ve li Lîbya belav dibe
Raportek ewlehiyê eşkere kir ku rêxistina terorîst a DAÎŞê ji nû ve li bakur û rojavaya Afrîqa bi cîh dibe, û ji başûrê Lîbyayê sûd digire wekî giringtirîn stasyona tevgera çeteyên xwe, 4 dewlet li deverê buheyra Çad avakiriye.
Rapora peymangeha Lêkolînên Ewlekariya Afrîqayê diyar kir ku rêxistina terorê xwe dispêre bi tûreke çetin a ragihandin ku di navbera welatên Lîbya, Cezaêr, Malî, Nîjer û Nîjîrya de dirêj dibe ji bo hêsankirina tevgera terorîstan.
Van tevgerên rêxistina DAÎŞê û komên terorîst di navbera başûrê Lîbya û welatên cîran de, heya Nîjîrya, ji hêla pêşbaziya germ a di navbera Îtaliya , Tirkiyê û Fransa li ser waran de ye, diyare ku Îtaliya û Tirkiyê li hember Firansa lihev kirine vê yekê hîşt ku çavdêr li ser lihevkirina Îtaliya û Tirkiyê di derbarê piştgiriya mîlîşên li wir biaxifin lê ev yek dûr ne dihate bînîn ji ber ku Îtaliya ji berê ve Lîbiya dagîr kiriye û niha desthilatdariya Tirkiyê li wir mezine.
Fransa, ji bilî berjewendiyên xwe di Deryaya Navîn de jî bi başûrê Lîbyayê re hevkare di sînorê bi dewletên perava rojavay Afrîqayê re ku hêzên Firansî di bin navê hêza Berxan de li wirin.
Lêkolîn diyar kir ku nakokiya ewlehiyê ya herî berbiçav di navbera her du welatan Firansa û Îtaliya de ye, Herweha di navbêna Fransa û Turkiyê de şerê hêzê jî heye, ku hişt Tirkiyê bi Îtaliya re li ser dosyayan li hev bike di çarçova hevkariyê de ji bo derxistina bandora Fransî ji başûrê Lîbyayê.
PUKmedia /Ajansan
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25