Qubad Talebanî; Nabe saziyên ewlekariyê destwerdanê li siyaset bikin

Agadarî 05:21 PM - 2021-07-14
.

.

Di civîneke ewlekariyê de, cîgirê serokê Hikûmetê Qubad Talebanî; Nabe saziyên ewlekariyê destwerdanê li siyaset bikin

Îro roja çarşemê 14-7-2021`an li bajarê Silêmaniyê, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi yawerê serokê dezgeha zanyarî û rêvebirê rêvebirê dije terorê, serdana dezgeha asayîşa giştî ya Herêma Kurdistanê kir û li gel serokê dezgeha asayîşa giştî yê Herêma Kurdistan û hemû rêvebirên asayîşê di barê pirsgirêkên heyî de gotûbêj kirin.

Di wê civîna îro 14-7-2021`an de, Qubad Talebanî, her yek ji mamoste Ejî Emîn wek serokê dezgeha zanyarî û Wehab Helebçeyî wek rêvebirê dije terorê, bi fermî  bi berpirsên asayîşê dan nasandin û çîra wê yekê jî kir ku berpirsyartiya nû ku wergirtine, erke li ser milên wan û cihê mitmaneye jî bo bicihkirinê.

Qubad Talebanî tekez kir ku erkê asayîşê ewe ku rêgirî li encamdana tawan û hevrêzî li gel dezgehên ewlehiya dîtir tako parastina taybetmendiyên kar û erkên wê dezgehê bikin.

Her weha di heman civînê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdisatnê Qubad Talebanî çexit kir li ser wê yekê ku nabe saziyên ewlekariyê dest bi nav karûbarên siyasî werdin, ji ber ku erkên wan parastina welatî û peydakirina aramiyê ye.

Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî ew beşdarvanên wê civînê dilniya kirin ku  ew çavriya karên baştir li wan dike ku erkên xwe bi cih bînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket