Şehîd Ebû Feqîr...Welatparêzê dilnizim û kedkarê şoreşê

Agadarî 03:31 PM - 2021-07-11
.

.

Kesayetê welatparêz Mihemed Hisên Kîko duh li bajarê Kobanê şehîd bû û li pey xwe mîraseke têkoşînê hişt.

Îro li bajarê Kobanê yek ji sembolên welatparêziyê û sembola Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku di nava çend salan de bi hezkirina ji doza kurdî û têkoşîna ji bo gelê Kurd dihat naskirin, hate oxirkirin.

Şehîd Mihemed Hisên Kîko ku bi navê "Ebû  Feqîr" tê naskirin yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê bû û yek ji damezrînerên destpêkê yên hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bû.

Mihemed Hisên Kîko di sala 1965`an li gundê Dolî Dag ê 12 km rojavayê bajarê Kobanê ji dayik bûye. Jiyana xwe fedayî dozê kir. Kesayeteke welatparêz ji bo welat û doza kurdî li kêleka Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi şev û roj di nava xebatê de bû.

Ebû Feqîr piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê êdî bi kedkarê şoreşê hate naskirin. Ebû Feqîr di berxwedana Kobanê ya sedsalê de, li hemberî çeteyên DAIŞ`ê têkoşîneke bêhempa da meşandin.

Piştî Girê Spî hate rizgarkirin, wekî rêveberekî Hêzên Ewlekariyê li kantona Girê Spî kar kir. Paşê wekî rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Kobanê xebata xwe dewam kir û piştre li ser asta herêma Firatê bû endamê rêveberiya giştî ya Hêzên Ewlekariyê.

Rêhevalê şehîd ê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de Ednan Elî Hisî wiha got: "Şehîd Ebû  Feqîr hemû dema xwe dabû xebata xwe. Her tim ji bo guhdarkirina li pirsgirêkên her kesî û çareserkirina wan, amade bû."

Ednan Hisî wiha domand: "Di xebata xwe de dispilîn bû û ji kar dûr ne diket. Di dema ku xebat dihat xwest, amade bû. Her tim tevlî hemleyên rizgarkirinê dibû."

Ednan piştrast kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya Ebû Feqîr û hemû şehîdan din be.

Ebû Feqîr duh 10`ê Tîrmehê piştî demeke dirêj ji nexweşiya giran, li bajarê Minbicê şehîd bû.

Îro di saet 18:00`an de cenazeyê şehîd Ebû  Feqîr li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê dê were oxirkirin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket