Malpera Xeber 24 îro dawî bi karên xwe tîne

Agadarî 05:17 PM - 2021-05-31
.

.

Malpereke kurdî ku bi zimanê erebî tê weşandin, wê îro karên xwe bi dawî bike û rawestîne.

Malpera Xeber24 ya Rojavayê Kurdistanê ku ji Almanyayê bexş û weşanên xwe dike, biryara rawestandina karên xwe di roja 31-5-2021`an de ango îro bi dawî dike û êdî dest ji kar berdide.

Li gorî daxuyaniyeke xwe ku wêneyek bi dest PUKmedia`yê ketiye tê de perîşantiya xwe tînin ser ziman û nedayîna dest û alîkarî û wek dibêje ku bêtir ji 14 peyamnêrên xwe li Ewropa û Kurdistanê di nava kar de ne, lê ji ber hinek helûmercên neçar, em neçarin dest ji karên malper berdin û malperê rawestînin.

Di wê belavokê de, Xeber 24 dibêje ku ew ji bo raya giştî ya gelê kurd radighîne ku ewê di roja 31-5-2021`an de, bi awayekî giştî malperê bidin rawestandin û ew kar li dervayî vîna wan e, wê hemû peyamnêrên xwe li her deverekê ji kar bidin rawestandin û wê nûsîngeha xwe ya li bajarê Qamîşloyê jî bidin girtin.

Hêjayî gotinê ye ku ew malper bingeha xwe ya fermî li Aalmanya û Qamîşloyê heye û gelek çalak û rexnegere û rexneyên wê malperê bi awayekî berfereh li ser gendaliyê ye û bi taybet gendalkarên ku di hundirî Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

 Roja Cîhanî ya Karkeran

Kurdistan 10:36 AM - 2024-05-01 Kurdistan deyndarê kedkaran e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket