Gulistanên Babêl yên Daliqandî

Şwenewar‌‌ 05:36 PM - 2021-05-30
.

.

Gulistanên Babêl yên Darxistî yek ji heft seyrên li cîhanê ye. Nebuxeznezer yê duyem ew ava kiribûn li der dora 600 BZ ji bo şahkirinina hevjîna xwe Emîtis(Amîdiya) ya Mîdya ya ku bîra dar û berê xwezaya ciwan ya welatê xwe kiribû (Kurdistan). Ew nimûneyek pir pêşketî bû ji zû de ; ew mînakek bi bandor û balkêş bû ji sîstema avdanê re bû.

Erdhejekê ew gulistanan wêran kir piştî sedsala yekem berî zayîn. Gelek kes li ser wan gulistanan nivîsandine û ji wan nivîskarê yûnanî Dîdorus Sîkulus yê ku gelek pirtûkên dîrokî li ser nivîsandine him ji bo agahiyan û him ji bo kêfxweşkirinê.

Gulistan bi xwe ji sed pê dirêjahî û sed pê ferehî pêk dihat. Ew li ser texên ji qentirman û sewkiyan hatibû avakirin, lewra ew mîna şano xuya dikir.  
Qenterme di bin sewkiyên hilkişandî hatibûn girtin ji bo hilgirtina hemû giraniya gulistanên çandî yên di heman dem de bi asta dîwarên bajêr bûn.

Baniyên qenterman, yên piştgirî didan gulistanan, ji stûnên kevirî bi dirêjahiya deh û şeş pê hatibûn avakirin. Li ser wan baniyan taqik ji qamîşan tev qitran lê hêlandibûn pêre du çîn ji kelpîçên kirêckirî bi çîmento û tebeka dawî ji qurşînê ser girtibû ji bo vexwarina lihêma axê ku ne gihînê baniyan û derbas nekê.
Li ser baniyan ax rêxistibûn ji bo mezintirîn dar karibê timarên xwe berde erdê. Ax dûzdikirin û dar û berên curbicur di ber hev de diçandin .

Ji ber ku sewkî yek pey yekê dihatin û hildikşîn, roniya rojê didanê. Her sewkiyek bi co û erq bûn ji bo avdana gulistanan bi riya tirampan yên av bi çendeyên pir ji çemê çe dikirin jor bêyî kes ji der ve bibînê.

N; Saman Sheikh Nassan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket