Destpêka Zimanê Mirovahiyê

Kitêb 07:23 PM - 2021-05-22
.

.

Mirov bûnewerekî zindî ye û bi hemû tiştên jîngeh û hawîrdora xwe re têkildar dibe.
Ji wê têkildariyê re gelek rêbazên curbecur hene wek bihîstin, pelandin, bihnkirin, lêçavdan û hin tevgerên dest û laşê mirov… HWD. Lê di
jiyana mirovan de ziman yekemîn alavê têkildarî û pêwendiyê ye. Bi zimên mirov hemû hizir û hestên xwe bi hawîrdora xwe re dide nasîn û parve dike. Belê; ziman yek ji cudawaziya mirov e. Zimanzan Bofon dibêje: ``Eger mirov bê ziman ba, dê wek meymûnan bima û hişê wî pêşve nediçû``.
Ji bo destpêka çêkirina zimanê mirovahiyê gelek bîrdoz ji aliyê zanyaran ve hatin danîn û hin ji wan ev in:
1- Bîrdoza Olî: Ev bîrdoz li feylesûfê Yûnanî Hîrakilît ê ku jiyana xwe di sala 480 î zayînê de ji dest daye, vedigere. Piştî mirina Hîrakilît hin zanyar û zimanzanên din jî riya vê bîrdozê ajotin wekî (Lama) yê ku di pirtûka xwe ``Huneriya Dengkirinê`` de bîrdoza olî rast dîtiye.
Bîrdoza olî dibêje: ``Xwedê di riya şandiyên (pêxemberên) xwe re ziman diyarî mirovahiyê kir``. Hin ji dibêjin: ``Xwedê mirov û ziman bi hev re afirandin``. Ango rola mirov û mejiyê wî di çêkirina zimên de nîne.
 Bîrdoza olî dibêje: ‘’Hemû ziman û şêweyên
nivîsînê ji kok û binyata xwe ve li Xwedê vedigerin. Rola mejiyê mirov di çêkirina zimên de nîne ’. Di nêrîn û baweriya me de, bîrdoza olî vajoyî zanistê ye û jêdera zimên mejiyê mirov e. Çima?
a - Ta niha tu belgenameyên kevnar ên berî dehhezar sal navê tu pêxeberan nîşan nedane. Ya din gelek cih ji gozemînê pêxember lê peyda nebûne, lê niştecihên wan cihan dipeyivîn. Ango zimanê wan hebû.
b - Li gor zanyarên ku di warê jiyana mirovên kevnar de şareza ne, teqez dikin ku mirovên Niyandirtal ên ku berî zayînê bi sedhezar sal jiyane, ne lal û bêdenkirin bûn.
Belkî peyvên wan pir kêm bûn, lê dipeyivîn. Gelo di wan serdeman de jî pêxember hebû?
2 - Bîrdoza Dîmokrît: Ev bîrdoz a feylesûfê Yûnanî ''Dîmokrît'' e. Bîrdoza Dîmokrît dibêje: ''Dema ku Xwedê mirovên pêşîn afirandin, bê ku ew mirovan mejiyê xwe di çêkirina zimên de mijûl bikin, wan serast bêje û navên tiştên li hawîrdora xwe bi lêv kirin''. Ango zimên ji wir de dest pê kir û piştre berfireh bû. Bawer im brdoza Dîmokrît ne vajayî zanînê ye.
3 - Bîrdoza Zanistî: Ev bîrdoza bi rêbazên zanistî û gelek bi zelalî destpêka jiyana zimanê mirovahiyê şirove dike. Çêkirin û dahênana zimên li mejiyê mirov vedigerîne. Ji destpêka sedsala bîstê û vir de, piraniya zimanzanan lêkolîn, lêgerîn û vekolînên xwe li ser bingeha vê bîrdozê çê dikin.
Bîrdoza zanistî teqez dike ku mirov di destpêka jiyana xwe de ‘’Ziman ji dengên siruşt û jîngeha xwe ya wê demê werdigirt wek gurmîna ewran, şîrqîniya birûskan, xuşxuşa avê, zîrkezîrk û kirekira şaxên daran û dengên lawir û ajalan… hwd’’. Ango Mirovên pêşîn deng û bêje ji dengên jîngeha xwe ya wan serdemên
pêşîn çêkirin û bi kar anîn.
Her ku mejî û hişê mirov pêşve diket, herweha alav û pêdiviyên jiyana wî berfireh û bêtir
dibûn. Li beramberî wê pêşketinê ziman jî berfireh û pêş diket.
 Zimanzan û dîroknas di lêkolînên xwe de teqez dikin ku ziman di destpêka xwe de kêmbêje bû. Lewra jî mirovên pêşîn (kevnar) hin tevgerên laşê xwe wek nîşanên dest, çav, serî û bejna xwe ji zimên re dikirin alîkar. Ta roja îro jî mirov wan çiv, tevger û nîşanan bi kar tînin.
 Wekî ku çawa hemû bûnewerên zindî li ser gozemînê bi şêweyekî xwezayî bi jîngeha xwe bandor dibin û ji wê fêrî gelek tiştan dibin, herweha mirov jî bi jîngeh û hawîrdora xwe bandor dibe.
Zimanzanîn teqez dike, ku mirovên pêşîn di destpêka çêkirina zimên de, bi dengên hêsan bêjeyên sade û kurt bi lêv kirin. Piraniya wan
bêjeyan ji kîtên dutîpî bûn wek: Wa, ha, da, ho, hî, wî, mo, me, ma, bo, ta, ga, wa… hwd. Piştre mirovan bêjeyên yekîtî ji sê tîpan çê kirin wek:
Tîpeke dengdar + tîpeke dengdêr + tîpeke dengdar wek:
Fîz, fir, gum, hom, dom, teq, req, bum, zom, weh, wah…..hwd.
Her ku di mejiyê mirovan de pêşveçûn çê dibû, alavên nû çê dikirin û li gor bikaranîna her alavekê wan navekî taybet jê re datanîn û bi lêv dikirin.
Li gor zimanzanên ku bi bîrdoza zanistî bawer in, nîşan didin ku mirovên pêşîn (kevnar) berî her tiştî endamên laşê xwe yên berçav bi bêjeyên ji yekkîtî û dukîtî bi nav kiribûn. Di piraniya zimanên dema niha nemaze yên
malbata Hindo-Uripî de, ev rastî diyar û berçav e. Ji ber ku zimanê Kurdî ji zimanên malbata Hindo-Uripî ye, emê nimûneyan jê diyar kin.
Navên hin endamên ku jî kîtekê pêk tên: Dev, çav, guh, pê, zik, mil, çen (çeng) lêv, dest, lep, sîng… hwd. Navên hin endamên ku ji du kîtan pêk tên: Serî, memik, tilî, enî, nênûk… hwd.
 Piraniya zimanzanên ku bi bîrdoza zanistî bawer in, bi yek nêrînê li destpêka çêkirina zimanê mirovahiyê dinihêrin, nemaze ji aliyê pêşvebirina wî ya dîrokî ve. Qonaxên pêşvebirina zimanê mirovahiyê wek qonaxên zimanê zarokan dinirxînin. Wek em dizanin û bi şêweyekî giştî piştî ku temenê zarok dibe deh meh ta salekê, dengan bilêv dike wek: Me, ma, ba, be, de, te… hwd. Piştî ku temenê dibe sal û nîvek ji aliyê dê, bav û kesên hawîrdora xwe ve tê fêrkirin û hin bêjeyan bilêv dike wek:
Mem, nan, dede, nene, bebe, keke, te... hed. Di vê qonqxê de zarok hin dengên ku ji jîngeha xwe dibihîse wan bi lêv dike, wek dengên ajel û hemû amûrên ku deng ji wan tên der. Ango ger dengên seg, pisîk, mirîşk, berx û turimbêlan û… hwd dibihîse, wan dengan dubare dike. Eger dengê segan dibihîse, ew jî dubare dike û dibêje: (Ewt) û dema dengê pisîkê dibihîse dibêje: (mew)… hwd.
 Hin zimanzanên cîhanî û li ser serê wan "Şilîşîl" dibêjin: ``Zimanê mirovahiyê yê kevnar nedihat tewandin``. Ango di navbera beşên hevokên wî de regezên girêdanê tune bûn.
Miks Molir dibêje: ``Bêjeyên zimanên kevnar tamwate bûn. Piştî demeke dirêj di ser wê qonaxê re derbas bû, bêjeyên beşwate ketin jiyana zimên``.
Li gor dîtina zimanzan "Miks Molir" hemû bêjeyên zimanên malbata Hindo-Ewropî yên dema niha, li ser binyata bêjeyên tamwate hatine avakirin. Malbata zimanên Hindo-Ewropî kevintirîn malbata zimanan dibîne û dibêje: Malbata zimanên Hindo-Ewropî nûnertiya zimanê mirovahiyê dike ''.
                                   ***i
Jêder: JIYANA ZIMÊN - Merwan Berekat. Rûpel 14.15.16.17.18.19.

Nivîskar; Merwan Berekat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket