K.P.F ya Reqayê: Ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e

Werzêş‌‌ 04:14 PM - 2021-05-16
.

.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê roja zimanê kurdî li gelê Kurd û zimanhezan pîroz kir û banga parastina ziman kir.

Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarnewsê ku bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Komîta Perwerde û Fêrkirinê ya li Reqayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.

ANHA`yê wiha amje bi wê yekê kir ku Mamosteyên zimanê kurdî li ber navenda Komîteya Perwerdeyê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevn ê Mezopotamyayê ye, ku bi saya zimanê kurdî şaristaniyek dîrokî ji bo Kurdan hatiye avakirin, ev yek berdewama jiyana neteweyî ya gelê Kurd e ji ber ku dîrok û çanda wan parastiye.

Daxuyanî wiha dom kir: “Parastina zimanê zikmakî û fêrbûna wê mafê her kesî ye, ji ber ku ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e, ji ber vê yekê divê gelê Kurd zimanê xwe biparêze û ji bo pêşketina zimanê xwe bixebite.”

Hêjayî gotinê ye ku 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye, her weha  15'ê Gulanê di sala 2006’an de wek Roja Zimanê Kurdî ji aliyê KNK'ê hatibû diyar kirin

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket