CPJ biryara dadgeha pêdaçûnê ya dijî rojnamevan bi tundî rexne kir
Rêportaj 05:54 PM - 2021-05-09.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Pêncşemê derheqa erêkirina cezayên rojnamevan Şervan Emîn Şervanî û Guhdar Zêbarî daxuyanîyeke nivîskî weşand.
CPJ di daxuyanîya xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî rexne kir ku pêgirîya wê ya ji azadîya ragihandinê re tenê bi gotinên vala ye.
“Bi biryara Dadgeha Pêdaçûnê ya Hewlêrê ya erêkirina şeş sal cezayê zindankirinê ji rojnamevan Şervan Emîn Şervanî û Guhdar Zêbarî re nîşan da ku qaşo pêgirîya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji azadîya ragihandinê re xencî gotinên ti wateya din nade,” nûnerê CPJ yê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur Ignacio Miguel Delgado got.
Wî bang li karbidestên Kurd kir ku her du rojnamevanan demûdest azad bike, dawî li tawanên dijî wan bîne û nema zêdegavî li endamên medyayê bike.
CPJ bi berdewamî got ku li gor ku raportên medyayî û biryara dadgehê ku pisporên wê xwendiye, Dadgeha Pêdaçûnê îdiayên berevanî li heyî kiriye.
“Dadgeha Pêdaçûnê ya Hewlêrê di biryara xwe ya Nîsana 28’an de, ku îro hate eşkere kirin, dadwer Abdullah Alî Ahmed li Şerefanî biryara dadgeha jêrîn erê kir û pişrgirîya îdiayên tawanên dijî Şervanî û Zêbarî kir, ku wan ji konsulxaneyên Amerîkî û Almanî pere wergirtine û ewlehîya Herêma Kurdistanê têxin xeterîyê.”
CPJ bi bîr tîne ku di 16’ê Şubatê de dadgeheke tawankarî ya Hewlêrê, bi îdiaya bêîstiqrarkirina ewlehî û aramîya herêma Kurdistanê, Şervanî û Zêbarî mehkûm kiribû û bi delîlên lawaz û nerastxwe û bi binpêkirina peyvajoya darizandineke rewa şeş sal cezayê zindanê li wan birîbû.
“Ew biryar sê roj piştî soza Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî hat ku di peyama Roja Cîhanî ya Azadîya Ragihandinê ya ser Twitterê de soza “piştgirîyeke xurt û dagirtî” ji azadîya ragihandinê re dabû.
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25