"Keçkên Kobanî" ji pirtûk bo filîma Holyood

Agadarî 07:14 PM - 2021-01-05
.

.

Pirtûka bi navnîşana "Keçkên Kobanî"  ji pirtûk bo filîma Holyoodê.

Pirtûka "Keçkên Kobanî"  y\ nivîskara Amerîkî (Gaiîl Tizîmaş Lêmon) ku ji aliyê weşanxaneyên cîhanî ya firoştina pirtûkan ve ji nav 12 edrêsên nimûneyî hatiye veqetandin, wê di heyama sala 2021`an de bê derxistin û belavkirin.

Di wê barê de, kenala CNN ê Amerîkî amaje bi wê pirtûkê kir ku ew romana bi “Keçikên Kobanî”  çîrokeke rastî ye ya artêşa jinan ku bû alîkar ji derxsitina çekdarên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê(Bakur û Rojhilatê Sûriye) di wê pirtûkê de derbarê rola jinan a rasteqîne di cenga Kobanî de ya navdar ku êdî tevahî cîhanê wê cengê nas dikin.

Di dirêjahiya raporta kenala Amerîkî ya naskirî CNNê de amaje bi wê yekê dike ku ji pirtûkê derbasbûna ji sazkirina filîmeke Holyoodê ne dûr û tenê kêmek maye ku êdî dest bi çêkirina filîma Holuyoodê bê kirin derbarê naveroka wê pirtûkê û rola jinên kurd ên di berxwedana Kobanê de xwedî rol bûne.

Malpera weşanxaneya“Random Penguin House” aşkire kir ku  "Keçkên Kobanî"  Kobanî çîrokeke naye ji bîr kirin û wek efsaneyê tê dîtion ku hêza jinê û qehremantiya wan dide xuyakirin. Ew keçkên ciwan ku di vê  "Keçkên Kobanî"  de hatine nirxandin cengeke pir metirsîdar li dijî peyayên hov di helûmercên mehal de birêve birine û bi serketine.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket