Merasîma biaxspartina Bilîse Omer
Tarawgeh 07:16 PM - 2020-11-30.
Merasîma biaxspartina termê Bilîse Omer ê ku di şerê Kobanê de beşdar buye birêve çû.
Duh roja yekşemê 29-11-2020`an, li bajarê Ranyayê termê şoreşgerê kurd Bilêse Omar Sabîr ku beriya çend rojan li welatê Swîdê hatibû terorkirin bi beşdarbûna cemewerekî pir û amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî bi axê hat spartin.
Di wê merasîmê de, bi amadebûna berpirsê malbenda 24ê YNKê li Raperînê Mela Arî, Aram Qadir Xebat wek fermandarê hêzên pêşmergê yê sînorê Raperînê di gotinekê de hevxemiya hevserokatiya YNKê ji malbata çalakvanê kurd ku li welatê Swîdê bi neheqî hatiye teror kirin.
Ciwanê Kurd Bilêse Omer Sabîr ku xelkê bajarê Raniyayê ye li bajarê Stukholmê di hotêlekê de termê wî hat dîtin. Li gorî zanyariyên ku ew ciwanê kurd ev çend rojan nûçeya wî nema bû, lê duh polîsê Swîdê kesên nêzîkî wî agahdar kirine ku termê Bilêse di yekeke ji hotêlên Stukholmê de hatiye dîtin.
Her çiqas polîsê Swîdê tiştekî li ser terorkirina Bilêse nabêje, lê tê gotin ku ew ciwanê kurd bi pîlan hatiye teror kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ciwanê kurd Bilêse Omer di sala 2014`an de, di dema êrişên DAIŞAê li ser Kobanê wek şervanekî YPGê beşdarî berevanîkirina li Kobanê kiriuye û ev demeke vegeriya Siwîdê ku li bajarê Stukholmê nîştecih bibû, lê duh termê wî di hotêlekê de hat dîtin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:33 PM - 2024-05-11 Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
Giliyek pêvajoya demokrasiyê têk dide
03:48 PM - 2024-05-11
Dadgeha Federal dê 3 giliyên li dijî Kurdistanê guhdarî bike
11:13 AM - 2024-05-11
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
10:02 PM - 2024-05-10
Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin
05:23 PM - 2024-05-10
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
Kurdistan 06:33 PM - 2024-05-11 -
Dadgeha Federal dê 3 giliyên li dijî Kurdistanê guhdarî bike
Kurdistan 11:13 AM - 2024-05-11 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
Êraq 11:48 AM - 2024-05-11 -
Giliyek pêvajoya demokrasiyê têk dide
Kurdistan 03:48 PM - 2024-05-11 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
Kurdistan 02:15 AM - 2024-05-12