MAM LI ŞAM (38)

Nêrîn 05:16 PM - 2023-10-07
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Armanca me, em vegerin gundê xwe û ji nûve avabikin)
Piştî ku YNK razîbû giftûgoyê bike li gel rêjîma îraqî di sala (1983)‘de, ku di encam de danûsitandinê dest pêkiribû di navbera herdû aliyan de, êdî yekser pêwendî hatin birîn di navbera Mam Celal û hikûmeta sûrî de, û baregehên YNK û ofîsên wê li Şamê û li Qamişlo hatin valakirin û girtin, û kadir û alîgirên wê hatin serbest kirin di navbera ku ji sûriya barbikin û derkevin, yan jî her weke penaber li wir bi mînin, lê vê qutbiriyê gelekî dirêj nekir, û zû ew pêwendî vegeriyan weke caran di navbera YNK û sûriya de, nexasim piştî têkçûna wan giftûgoyan di navbera YNK û hikûmeta îraqî de, ji ber ku turkan zor dabûne ser hikûmeta îraqî ku vê diyalogê hilweşîne û têk bibe ev ji aliyekî, û ji aliyên dinê ve jî ji ber ku hêzên îraqî li bereyên şer bi pêşde çûbûn û serkeftin bi dest xwe anîbûn li dijî hêzên îranî lewma nema guhdan bi wan giftogoyan dikir, û her di sala (1987)‘de, şandeke YNK gihiştibû şamê bi serokatiya Noşîrwan Mustefa, û di encamê vê serdanê de pêwendiyên di qolî li gel Şamê careke dinê hatin vekerin weke caran.
Ev pêwendiyên di navbera YNK û Sûriya de geşekirin û bi pêşde çûn, dibin bandora pêşde çûna serkutkirina rêjîma Sedam Husên ya hovane li dijî miletê îraqî bi giştî û li dijî miletê kurd bi taybetî, ku ew serkutkirin di sala (1988)’de, gihiştibû astê bi kar anîna xaza kîmawî ya qedexekirî li ser astê navdewletî, li dijî bajarê Helepçe û li dijî gund û bajarokên kurdî yên dinê, ku bêtir ji (5) hezar şehîd li şûn xwe hiştibû, û zêdetir ji (15) hezar birîndar, li ber çavê komelgiha navdewletî, her wiha cîbicîkirina wî ji siyaseta komelkujiyê re, û nehiştina miletê kurd bi yekcarî, û Sedam husên ew siyast bi navê (Êrîşên Enfalan), bi navkiribû, ku bêtir ji (183) hezar qurbanî li dûv xwe hiştibûn ji zarok û jin û kal û pîran, û herwiha wêran û kavilkirina û hilweşandina bêtir ji (40) hezar gund û bajarokên kurdî ji ser rûyê erdê, di wê çaxê de li ser zimanê serkirdeyên tevgera kurdî ku di nav reşbîniyê de noq bûbûn, di hate veguhestin û gotin ku armanca wan li kurdistana îraqê bi tenê ew bû ku karibin vegerin gundê xwe yên wêrankirî û ji nûve dest bi avakirina wan bikin û hew! 
Lewma Şam wê çaxê bûbû hêlînek ji tevaya serkirdeyên îraqî re, û herwiha ji serkirdeyên tevgera kurdî re jî ku ewan Şam ji xwe re kiribûn bingihek ji bo komkirina rêzên xwe, ji bo amadekirina hêzên xwe li dijî rêjîma xwînmij ya îraqî ku bê dudilî kurdan li kurdistana îraqê qir dike, û mîna ku Sertîp Cewher di pirtûka xwe ya bi navnîşana (Dîdara Şam)‘de, li ser zimanê Ebdul Rezaq Koyî (Nûnerê YNK li Şamê), dibêje ku li Şamê di sala (1990)‘de, ev baregeh lê hebûn: (Baregehê YNK, û yê PDK, û yê Partiya Komonîsta Îraqî, û yê Paritya Yekîtî Demoqratî Kurdistanî, û Baregehê Elî Sincarî, û Baregehên hin partiyên erebî jî mîna Baregehê Partiya Dawa, û yê Aşûriyan..) , û serkirdayetiya van partiyan, û bi taybet Mam Celal ji wir xebata xwe berdewam kirin ji bo gunehbarkirin û pirotistokirina rêjîma xwînmij li Bexdadê, û tazîkirina guneh û tawanên wê rêjîmê li pêş raya giştî ya cîhanî, û karkirin  ji bo peydakirina alîkarî û piştgîriyê ji miletê kurd re, û xistina pirsa wî ya netewî bin roniyê de, û di vî warî de ragihandina sûrî wê çaxê roleke berbiçav lîstibû di eşkerekirina kiriyarên hovane de ku Sedam Husên li dijî miletê kurd didane meşandin, û gurkirna raya giştî ya erebî li dijî vê rêjîma xwînrêj ya ku ne bi tenê ciyê metirsiya miletê îraqî bû, lê belê ciyê metirsiya miletên navçeyê bi tevayî bû, ev ji bilî ku hin dewletên dinê hebûn piştgîriya vê rêjîmê dikirin û behane ji kiriyarên wê yên nijadperestî re didîtin, û berevaniya wê rêjîmê dikirin û ew bi navdikirin bi navê (Parêzerê dergehê rojhilat), û di vê derbarê de Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, vê yekê dibêje: (Bi giştî çend dewleteke erebî û girûpên siyasî di civaka erebî de hebûn ku bi eşkere li tenişt Sedam husên di sekinîn, û dewletek mîna Kiwêtê bi yek gotinê jî ne axivî çaxê ku vê rêjîma xwînrêj bajarê Helebçe bi çekê kîmawî topbaran kir.. Lê belê her sûriya tenha bû ji nav dewletên erebî ku rexne li siyaseta Sedam girt û ew siyaset dijî bercewendiyên netewa erebî hijmart û li qelem da..) .
Bê goman Mam Celal li ser bingiha van guhertinan û astê metirsiya wan li ser miletê kurd û li ser pirsa wî ya netewî, hewil dida ji bo haştkirina aliyên kurdî, û bi dawî anîna nakokiyên wan, û di encamê wan hewildanan de Mam Celal bi alîkariya Idrîs Berzanî karî bûn bereya kurdistanî ragihînin di (7.5.1988)‘de, ku wê çaxê evan partiyan di çarçewê wê bereyê de ciyê xwe girtibûn (YNK, PDK, Partiya Sosiyalîsta Kurdistan, Partiya Pasok, Partiya Gel ya Dîmoqratî kurdistanî, Partiya Zehmetkêşa Kurdistanî û Partiya Komonîsta Îraqî- Şaxê Kurdistan..), ji bo ku karibin bergiriyê li xwe bikin û li beramberî zordariya rêjîma Sedam Husên bi sekinin ku di kiriyarên xwe yên hovane de li dijî miletê kurd gihiştibû astê herî bilind.  
Hêjayî gotinê ye ku ew li hevhatin û haştbûna ku di navbera (YNK, û PDK)‘de, wê çaxê rûdabû, bi şêweyekî yekser bandora xwe dabû ser aliyên tevgera kurdî li sûriya jî, ku ew jî di nav xwede parçe bûbûn dibin bandora wan nakokiyan de ku kurdistana îraqê têre derbas dibû, û ew haştbûn bûbû navtêdanek ji aliyên kurdî sûrî re ku nakokiyên xwe rakin û li pişt xwe bihêlin, û bigihin li hevhatinekê di navbera xwe de, û bi taybet di navbera (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya - EL‘partî)‘de, û di encamê vê li hevhatinê de van herdû partiyan li gel partiyên kurdî sûrî yên dinê, karî bûn lîsteyeke hevbeş pêkbînin, û bi hevre têkevin hilbijartinên perlementoya sûrî ya xûla sala (1990), û di dawiya wan hilbijartinan de wê lîstê serkeftin bi dest anî, û ew cara yekem bû di dîroka tevgera kurdî li sûriya ku karîbû bi yekrêziya xwe serkeftinê bi dest xwe bîne, û berbijêrên xwe ku wê çaxê pêkhatibûn ji (Ebdul Hemîd Derwîş, Kemal Ehmed Derwîş û Fû’ad Elîko), bi dengan bigihîne perlemana Sûrî.

Elî Şemdîn

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket