Sûriye di navbera du çareseriyan de ye: siyasî yan leşkerî

Nêrîn 11:32 AM - 2023-08-06
Fethulla Huseynî

Fethulla Huseynî

Sûriye di navbera du çareseriyan de ye: siyasî yan leşkerî
Fethullah Huseynî
Diyare ku ji ber rewşa aloz a Rûsiya û Ukrayna, berdewamiya şer bêyî agirbest, israra Îran û Rûsyayê li ser pêwîstiya nêzîkbûna navbera Şam û Enqereyê de û fişara çaralî li ser hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê hene, ku ev yek jî wek hemû encamên kongireya Astana ya borî, aloztir dike, amadekariyên lidarxistina kopiya nû ya konferansa Astanayê dîsa bi lez û bez dimeşin.

Li gorî rojnameya El-Exbar a Lubnanî, serdana wezîrê karên derve yê hikûmeta Şamê bo Tehranê wek bersivek li hember gurbûna nekokiyên hevpeymaniya Rûsiya û Amerîkayê li esmanê Sûriyê hat û bal kişand ser gefên El-Miqdad ji aliyê Tehranê bo hêzên Amerîkî li Sûriyê ve. Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir, ku El-Miqdad di şûna wezîrê Aborî û Bazirganiya navxwe de serokatiya şanda Sûriyê dike wek ku berê biryar li ser hatibû dayîn. Vê serdanê di dema nekokiyên meydanî û siyasî di dosyaya Sûriyê de ji bilî nerîna aborî nerîneke siyasî jî lê zêde kir, bi taybet î ku Îran û Şamê xwedî peywendiyên stratejî û dîrokî ne û rola Îranê di nexşeya Sûriyê de girînge û hewlwesta wê derbarê rewş de zelal e.
Piştgiriya Rûsiya bi xurtkirina rola Tirkiyê li Sûriyê, Şamê dixe pêşiya du çareseriyan, Yekem: Şam hebûna leşkerî ya Tirkiyê qebûl dike, piştî dagîrkirina heft bajarên Sûriyê bi pejirandina Rûsiya, Duyem: qebûlkirina Beşar Esed li ser lihevkirina bê şert û merc bi Recep Tayyîp Erdogan re li ser hesabê nêzîkbûna Ereban û vebûna ji Şamê re.
Li gorî gotina jorê, Ereban Şamê weke piştevaniyek projeya xwe dibînin, tevî ku wan di dema şerê wê yê kujer de bi tenê hîştibûn, ku roleke nerênî di kirîza Sûriyê de lîstin û temenê wê dirêj kirin, xelkê wê koçber bikin û erdnîgariya wê talan bû gelên Sûriyê ji çarenivîsên ne diyar re hîştine, heta roja îro. Ev yek jî ji ber ku di dema niha de çareseriyeke siyasî ya zelal li ber çavan nîne, ligel amadekariyên ji bo lidarxistina konferansa "Astana nû" ku aloziya Sûriyê kûrtir dike bi taybet li Rojhilata çema Furatê ku di bin kontrolala Rêveberiya Xweser de ye û Hêzên leşkerî hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka.

Tevî ku şandên Astana di konferansên berê de di encamnameyên xwe de tekezî li ser pabendbûna bi serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Komara Sûriyê kirin, lê çavên xwe ji wê yekê re girtin ku Sûriye welatekî pirneteweyî, û mezheb û olî ye, û divê ew ne dewleteke mezhebî be, lê belê demokrasiyeke piralî be, wek ku berê ji aliyê Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû piştrastkirin, ev pêşniyar di yekemîn konferansa ku di navbera aliyên sûrî de li Cinêvê hat lidarxistin, pesend kir.
Ji ber vê yekê di dawiyê de tu çareseriyeke leşkerî li Sûriyê nemaye û li gorî cîbicîkirina tam a biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254, spartina çareseriya siyasî herî baş e.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket