MAM.. LI ŞAM (29)

Nêrîn 08:38 PM - 2023-08-05
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Mefrezeya yekem ji Qamişlo bi rêket)
Elî Şemdîn
Mîna ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan daxwiyaniya xwe ya damezrandinê ya yekem ji Şamê belav kir di (1.6.1975)’de, wilo jî mefrezeya yekem ya çekdarên YNK ji bajarê Qamişlo bi rêket di (1.6.1976)’de, her wiha mîna ku Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, rola xw ya giring lîstibû di piştgîriya vê partiya bira de û li tenişta wê sekinîbû, ji roja ku hatiye damezrandin ta roja îro, wilo jî pêşverû rola xwe ya karîger lîstibû di pêşkêşkirina alîkariyê de ji bo (YNK), ta ku ji destê wê dihat, ji bo vêxistina şoreşa nû li kurdistana îraqê, û pêşkêş kirina pêdawistiyan çi di warê bicîhkirina endamên vê partiya bira û derbaskirina çekdarên wê di sînoran re bi çek û teqemeniyên wan ve, û li sudfe bû ku ew mala Mam Celal têde li Qamişlo li gel mefrezeya yekem ji çekdarên pêşmerge civiyabû berî ku ew mefreze bi rêbikeve û berê xwe bide çiyayê kurdistana îraqê bi armanca ragihandina destpêkirina şoreşa nû, ew jî mala kesayetiya niştimanperwer û navdar Xelîl Ebdê bû ku naskirîye bi navê (Xelîlê Sor), ku wê çaxê ew kadirekî pêşketî yê Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya bû, û vê buyerê di naverûka xwe de astê alîkariyê nîşan dida ku vê partiyê ji YNK û şoreşa wêre pêşkêş dikir, şoreşa nû ku arasteya şikestin û têkçûnê ber bi berxwedan û serkeftinê ve guhertibû, herwiha tekeze jî dike li ser wê baweriya hevbeş di navbera van herdû partiyên bira de.
Kurdên sûriya bi giştî û Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya bi taybet, roleke wan ya karîger û giring hebû di piştgîriya serkirdayetiya (YNK)’de, û di alîkariya şoreşa nû de ya miletê kurd li kurdistana îraqê di hemî warên siyasî û serbazî de, û bi rastî serbazê winda (Xelîl Ebdê), ew jî yek ji wan xebatkeran bû ku malê wan vekirî bûn li ber serkirdayetiya YNK, û li ber kadirên wê li bajarê Qamişlo, û wan xebatkeran li gor karîbûna xwe xizmeta wan dikirin, û di vî warî de Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza (Feylî), di dîdarekê de li gel malpera (PUKmedia), dibêje: (Em nikarin çavê xwe bigirin ji wê rola ku kadirên partiyên kurdî li sûriya lîstibûn di pêştgîriya xebata şoreşgêrî ya YNK’de, û ez naxwazim di vî babetî de dirêj bi axivim, herwiha ez nikarim basa wê jina hêja diya Şoreş nekim, û ew bi xwe jina xebatker Xelîl Ebdê bû, ku mefrezeya yekem ji mala wê bi rêket di 1.6.1976’de..).
Adil Murad jî di vî warî de di pirtûka (Ji Toleytila ta Bexdad)’de, li ser çoniyeta damezirandina wê mefrezeya yekem ku ji mala (Xelîlê Sor), li Qamişlo bi rêketibû, dibêje: (Serkirdayetiya YNK û efserên wê li sûriya 40 çekdar ji nav pêşmerge hilbijartin ji bo avakirina mefrezeya yekem bi serokatiya şehîd Ibrahîm Ezo, ku êdî di dawî de çûne devera Behdînan ji bo ragihandina destpêka şoreşa nû ya çekdar, û ew mefreze hatibû bi navkirin bi navê mefreza pangeşeya çekdar, û li pêşiya ku pilanê ji van çekdaran re eşkere bikin, û wan bişînin kurdistana îraqê ku bi wî erkê giring rabibin ku arasteya buyeran guhêrî, ew di dawiya miha gulana sala 1976’de, li bajarê Qamişlo hatin xwestin ji bo civînê ku li şûna li baregehê YNK bi civin, ew li mala kesayetiya kurdî ya naskirî li Qamişlo Xelîl Ebdê Sor, kom bûn û civiyan..).
Û li ser hûr guliyên vê buyera dîrokî, Xelîl Ebdê bi xwe di dîdarekê de li gel rojnamevan Eyaz Herikî, ku ew dîdar di rojnameya (Kurdistanî niwê)’de, hatiye belavkirin, vê yekê dibêje: (Piştî bi dawî hatina meşiq û rahênana serbazî ji bo girûpek pêşmergeyên YNK, li bajarê Şamê bi serpereştiya Şehîd Ibrahîm Ezo, êdî Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza ku serpereştiya pêşmerge û rêxistinên YNK li Qamişlo û li devera Cezîrê dikir, ji min xwest ku ez ciyekî taybet ji wan re peyda bikim, ji ber ku Mam Celal jî wê beşdar bibe û wê li gel girûpekê ji pêşmergên kurdistan bi cive, û piştre jî wê wan bi oxir bike ji bo biçin kurdistana îraqê, û ji ber ku li ber destê me ji mala min baştir tunebû ji vî karî re, lewma min jin û zarokên xwe şiyandin mala kurmamê xwe ku li wir çar rojan bimînin, û mala min wê çaxê dikete taxa rojavayî bajarê Qamişlo, nêzîkî baregehê YNK, û di 27.5.1976, Mam Celal û ew serkirdeyên ku wê çaxê li gel wî bûn, li mala min li gel girûpa pêşmergeyên şoreşa nû bi serperştiya Ibrahîm Ezo, civiyan û Mam Celal ji wan re axivî, û li gor tê bîra min Ebdul Rezaq Mîrza û şehîd Ibrahîm Ezo jî li vê civînê beşdar bûn, bi amadebûna nêzîkî 40 endamî ji pêşmergeyên çekdar bi nûtirîn çek, û amadebûn ku di 1.6.1976’de, ber bi çiyayê kurdistana îraqê birê bi kevin..).
Bi vî şêweyî, Xelîl Ebdê gotina xwe berdewam dike li gel Eyaz Herikî, û dibêje ku wî Mam Celal pêşwazî kir li mala xwe di roja (27.5.1976)’de, û got ku ew hatibû ji bo li gel pêşmergeyan li mala wî ewê bi cive, û berdewam dike û dibêje ku civîna Mam Celal li gel pêşmergan berdewam kir ta dema êvarî, bi mebesta amadekariya wan ji vegera mefrezeya pêşmergeyên kurdistanê ya yekem ber bi kurdistana îraqê bi serokatiya şehîdê neqîb Ibrahîn Ezo, û ragihandina xebata çekdarî û destpêkirina şoreşa nû li wir, û dibêje: (Mam Celal wê şevê li mala min mabû, û roja dinê çûbû baregehê partiya xwe li Qamişlo, lê pêşmerge li mala min man ta roja 1.6.1976, ko dikeve bîranîna yekem de ya damezrandina YNK, û di vê rojê de tevan mala min bicî hiştin û çûn, û li gor zaniyariyên min ewan pêşmergeyan çemê Dicle derbas kirin û ber bi Cezîra Botan çûn li bakurê kurdistanê, û ji wir çûne başûr..), û Xelîlê Sor dilxweşiya xwe bi vê dîtina dîrokî nîşan dide, û dibêje: (Ciyê şehnaziya mine ku girûpa yekem ya hêzên pêşmergeyên kurdistanê bi serokatiya Mam Celal rêberê şoreşa nû ya çekdar li başûrê kurdistanê, ji mala min derçû û birêket..).
Welatiyên rojavayê kurdistanê, û bi taybet hevalên Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, roleke giring lîstin di piştgîriya YNK’de, û alîkariya şoreşa nû bi serokatiya Mam Celal, û hemî alîkariyên berdest pêşkêş kirin ji kadir û xebatker û malbatên wan re ku penaber bûn li deverên kurdî li sûriya di encamê rêkeftina Cezayir de û hilweşandina şoreşa kurdî di (1975)’de, û deverên kurdî li sûriya bi giştî, û navçeya (Qamişlo, û Dêrîk), bi taybet, bingeheke serekî û aram bûn ji bo piştgîriya şoreşa nû bi serokatiya Mam Celal, û derbas bûna çekdar û çek û teqemeniyên wan bi aramî û bi bê astengî, mîna ku berê jî alîkarî kiribûn bi şoreşa Eylonê re bi serokatiya Mele Mistefa Berzanî, herwiha pêwendiyên Mam Celal yên berfireh hebûn li gel çîn û kesatiyên niştimanî di vê devrê de, û di vê derbarê de Ebdul Rehman Yûsiv Mîranî di hevdîtinekê de li gel Eyaz Herikî ku di kovara (Nwêbûnewe)’de, hatiye belav kirin, dibêje: (Min yekem car Mam Celal bînî çaxê ku serdana gundê Til Xenzîr kiribû li devera koçera ya ser bi bajarê Dêrîkê ve, û wê çaxê Noşêrwan Mustefa û Tehsîn Beg mîrê êzîdiyan û Husên Baba Şêx jî li gel bûn, ew serdan bi mebesta beşdarî kirinê bû di merasîmê wefata Ebdul Kerîm kurê Nayif Paşaya Mîran’de, ku di dawiya miha huzêrana sala 1976’de koça dawî kiribû, û her li mala Nayifê Paşê ewan bi hevre xwarina nîvro xwarin, bi rastî Mam Celal û hevalên xwe bi germî hatin pêşwazî kirin ji aliyê xelkê wê de

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket