Destpêşxeriya nû ya Kurdan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê

Nêrîn 01:58 PM - 2023-07-31
Fethulla Husênî

Fethulla Husênî

Hin cîranên Sûriyê, wek Tirkiye, Urdin û Lubnan, dest bi vegerandina penaberan bo deverên xwe li Sûriyê kirine, çi di bin darê zorê de be yan ne, ew jî dawîanîna şere li wê welatî û dîtina dozîna çareseriyekî siyaaî ye piştî salên şerê navxweyî, her çend di vê qonaxê de piraniya penaberan ne li gel vegera bo welatên xwe bin, lê zextên li wan welatan ji bilî vegerê ti çareyek ji wan re nehiştiye, nemaze dema ku debara jiyana wan li wan welatan dijwartir bûye.

Tevî ku gelek konferans li ser rewşa penaberên Sûriyê hatine lidarxistin, lê ti rê li ber berjewendiya wan nîne, nemaze ku welatê wan di rewşeke aborî ya dijwar re derbas dibe û yek ji sê parên welat wêran bûye.  Mijara jinûve avakirinê ji aliyê ajansên Neteweyên Yekbûyî û welatên Ereb ên nêzî Sûriyê ve bi awayekî cidî nehate destgirtin.
Ji aliyekî din ve, kurdan li Tirkiye, Urdin û Lubnanê herêmên xwe ji penaberên Sûriyê re vekirine û xwe amade dikin ku bi hemû hêzên siyasî re dest bi danûstandin û diyalogê bikin, wek diyalogê yên kurdî-kurdî û sûrî-sûrî li Sûriyê, ew jî dive roleke baş be bo anîna aramî ji welat re.

Tiştên ku li herêmên kurdî li Sûriyê bi dest ketine, ji ber zîhniyet û hizra baş a Rêveberiya Xweser e, ku dûrî siyaset û prensîbên girêdayî ajanda û berjewendiyên neteweyên din kar dike. û armanca wê ew bû ku li ser vê bingehê gelên navçeyên dagîrkirî ji bo pêkvejiyan li van deveran kar bikin, da ku bibe bingehek bihêz ji bo paşeroja Sûriyê, û ji bo çareseriyeke siyasî dûr ji dilgiraniyê kar kir, tevî ku Hewldanên cudabûna ji Sûriyê tên tawanbarkirin.
Di destpêşxeriyên xwe ya nû de Kurdan banga diyalog û têgihiştinê li hemû aliyên siyasî yên li hundir û derveyê Sûriyê kir, di nav de opozîsyona navxweyî û yên li derve yên ku nêrîneke wan ya demokratîk heye û ji bo guhertinê kar dikin, di nav de Hevpeymaniya Sûriyê û têgihîştina bi hikûmeta Şamê re.
Bi salan e xebatek berdewam heye, û projeyek ji bo avakirina eniyeke niştimanî ya demokratîk a Sûriyê heye, weke xaleke têketinê ku xizmeta projeya niştimanî ya demokratîk a Sûriyê dike, ji bo parastina Sûriyeke yekgirtî, demokratîk û piralî piştî van nakokiyên mezhebî û herikîna çemên xwînê û wêrankirina sêyeka welat, û ev kar divê di çarçoveya kongireya lihevhatina niştimanî ya berfereh li hundirê Sûriyê be, ne li derveyî wê, ew pirojeyeke kurdî-sûrî ye 


PUKMEDIA 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket