MAM.. LI ŞAM (28)

Nêrîn 08:15 PM - 2023-07-29
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Ji çirûskê agirek geş bû)
Guhdaneke berfireh û mezin hatibû dan bi daxwiyaniya damezrandina (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), di nav raya giştî ya netewî û niştimanî de, ew daxwiyaniya  ku di radiyoya dengê îraqê di (1.6.1975)‘de, li Şamê hatibû belavkirin, û vê partiya nû bi serokatiya Mam Celal ew rêxistin û komeleyên siyasî û girûpên pêşmerge yên ku di encamê rêkeftina Cezayirê de hemî ji hev perş û belav bûbûn, her wiha paş ragihandina daxwiyaniya damezrandina (YNK), êdî (Ferîdon Ebdul Qadir) bilez ji kurdistana îraqê hate Şamê û biriyara hevalên xwe bi xwere anîbû ku (Komela Rencderên kurdistanê), wê derbasî nav rêzên (YNK) bibe û wê bibe beşek ji vê partiyê, her wiha jî di paş wîre (Umer Debabê), jî gihiştibû Şamê û ragihandibû ku wê (Tevgera Sosiyalista Kurdistanê), jî derbasî nav (YNK) bibe, û girûpên pêşmergan û serkirdeyên wan bi refan ji Tehranê hatin gihiştine Şamê, û pêwendî kirin bi rêzên (YNK)’re, û derbasî kampên serbazî bûn ku li sîriya ji wan re hatibûn avakirin, û di vê derbarê de Adil Murad di pirtûka (Yaranî Tuleytila)’de di bêje ku li Tehranê komelek heval hebûn penaber kom dikirin û ew ji mere di şandin sûriya, mîna Ednan Muftî û Mehmûd Osman û Şemsedîn Muftî û yên dinê, û dibêje: (Tê bîra min ku firokeyeke îranî hebû her înê du caran dihate Şamê, û di her geşteyeke xwe de girûpek ji endamên me bi xwere hildigirt û bi xwere di anîne cem me li Şamê, û me jî ew werdigirtin û me ew rêkdixistin û epartment û xanî ji wan re kirê dikirin, û ji nav wan me kesên serbaz di hilbijartin ji bo meşiq kirin û rahênanê.. û di geşta dawî de me pêşwaziya her yek ji Ednan Muftî û Dr. Mehmûd Osman jî kir..).
Piştî ku Mam Celal bi vî karê dîrokî rabû, êdî pêwistiya wî bi aliyên navdewletî û herêmî hebû ku piştgîriya wî bikin di dijberiya rêjîma xwînmij de ku dijatiya komelgeha navdewletî dikir û yasayên wê yê mirovî binpê dikir, û di vî warî de Mam Celal di giftûgoyekê de li gel nûçevanê rojnameya Şerq El’ewset (Me’ed Feyad), tekeze dike, ku çend dewletan bi germî piştgîriya wan ya (Diravî, û leşkerî û siyasî), di kirin, û Mam Celal dibêje: (Çaxê ku Yekîtî Niştimanî Kurdistanî hate damezirandin, me alîkarî ji Lîbiya û Sûriya wergirt, herwiha me  alîkariyeke siyasî ji yekîtiya soviyêt ya berê jî wergirt, piştgîriya Lîbî diravî bû, û ya Sûrî çekdarî bû, bi riya meşiq û çekdar kirinê bû, û du kampên me yên meşiq û rahênanê li Sûriya hebûn, yek ji wan nêzîkî Şamê bû, û yê dinê jî li Qamişlo bû, her wiha Sûriya yek caran piştgîriya me ya diravî jî dikir li tenişt alîkariya çekên bê beramber..). 
Ji Şamê desteya damezrêner bi lez dest bi xwirt kirin û bihêz kirina rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistanî kir, û dest bi avakirina rêxistinî û sazkirina pêwendiyên navxwe û yên derve, û avakirina kenalên ragihandinî, û meşiq û rahênana girûpên serbazî jî kir, bi armanca dorpêçkirina wê kareseta ku bi serê miletê kurd hatibû bi sedema rêkeftina Cezayirê ku di (6.3.1975)’de hatibû imzekirin, lewma desteya damezrêner civîna xwe ya yekem bi serokatiya Mam Celal di (17.12.1975)’de, li darxist û têde biriyar hate sitandin ku dest bi şerê partîzanî bikin li dijî hêzên rêjîma Sedam, û di vî warî de Adil Murad di pirtûka (Yaranî Tuleytila)’de, dibêje ku desteya damezrêner erkê xebatê bi vî şêweyî di nav xwe de dabeş kirin: (Erkê pirsiyaretiya pêwendiyên derve yên Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi min- wate bi Adil Murad- hate sipartin, û erkê serpereştiya meşiq û rahênana operasiyonên serbazî bi Newşêrwan Mustefa hate sipartin û baregeha wî li bajarokê Dêrikê bû, li ser sînorê navbera îraq û sûriya, û Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza û Dr. Xidir Me’isûm û jimareyek ji baştirîn efser jî li gel wî bûn, ji nav wan Neqîb Ibrahîm Ezo û Seyid Kerîm û Hesen Xoşnaw û komelek ji rewşenbên xort mîna Ferhad Şakilî û Dawid Caf û Ebdul Rehman Sincarî û Saman Germiyanî û Şiwan Salihî jî li gel wî bûn, û kar û barên rêxistinên nehînî û yên ramiyarî ji erkê Mam Celal bûn, ku ew ji nav wan hatibû hilbijartin wek berdevkê fermî yê YNK, û erkê ragihandin û hin kar û barên rêxistinên nehînî û pêwendiyên giştî hatibûne sipartin ji Dr. Fû’ad Me’isûm re, her wiha wê çaxê ew  li Şam berpirsê derkirin û çapkirina rojnameya El’şerare bû..).
Bi vê mebestê Mam Celal Şam ji xwe re kiribû bingehek serekî ji avêtina gavên xwe yên li dûv hev ji bo amadekariya vêxistina agirê şoreşê li çiyayên kurdistanê di nêzîktirîn dem de, û her ji wir dest bi xwe amadekirnê dikir ji bo şoreşê û komkirin hêzê li ser hemî astên (siyasî û serbazî û ragihandinî û rêxistinî..), bi hêviya ruxandina rêjîma bexdad ya xwînmij, di bin siya diruşma (Dîmoqratî ji bo îraqê, û mafê otonomî yê rasteqîne ji bo miletê kurd li kurdistana îraqê), û di demeke kinde YNK karîbû hêzên xwe yên rêxistinî û yên serbazî ava bike, ku ji bin xweliya karestê mîna cina hate der, di vî warî de Bilind Şalî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Serhildana şoreşekê ji bin xweliya şoreşekê..), li ser zimanê Ednan Muftî dibêje: (Yekîtî Niştimanî Kurdistanî kampeke serbazî li Qamişlo vekir ji bo meşiq û rahênan û rêkxistina pêşmerge û kadirên ku pêwendî dikirin bi rêzên YNK’ê ve, û Neqîb Ibrahîm Ezo hatibû raspartin ku serpereştiya vê kampê bike, û wî yekser û bê dûdilî dest bi cîbicîkirina vê fermanê kir, û serpereştiya meşiq û rahênana wan pêşmerge û kadiran kir, û komelek kadir hebûn alîkariya wî dikirin di amadekirina wan kampan de û di peydakirina pêdawistiyên meşiq û rahênanê û fêrkirin û şiyar kirina kadir û pêşmergeyan de, û ji nav wan Mam Bozê Mîranî bû..).
Ji Şamê, û piştî salekê ji damezrandina vê partiya nû, careke din amadekarî hate kirin ji bo vêxistina şoreşê li çiyayê kurdistana îraqê, û ji wê çirûska ku Mam Celal li Şamê vêxistibû êdî agirê şoreşa nû li çiyayê kurdistanê vêket, û agirê wê bi xwîna sedan hezar şehîdên nemir geşbûbû, û di pêşiyê de şehîdên yekem mefrezeya serbazî bi serokatiya neqîbê endezyar (Ibrahîm Ezo), ku ji bajarê Qamişlo di (1.6.1976)’de, ji mala serbazê winda Xelîl Ebdê (Sor), bi rêketibû, û di vê derbarê de Xelîl Ebdê bi xwe di dîdarekê de li gel rojnamevan (Eyaz Herikê), dibêje: (Pêşmerge li mala min man ta roja 1.6.1976, ku roja bîranîna yekem bû ya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan, paşî ji mala min bi rêketin û çûn, û li gor zaniyariyan wan pêşmergan çemê dicla derbaskirin û çûne Cezîra Botan li bakurê kurdistanê, ew jî bi riya Mistê Simo bû, ji gundê Mezrê ku di keve nêzîkî gundê Eyin Dîwerê ya ser bi navçeya Dêrikê..).

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket