MAM.. LI ŞAM (27)

Nêrîn 11:39 PM - 2023-07-22
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Sûriya Em ji pêvedana Mar rizgarkirin)
Piştî damezrandina (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), û piştgîriya berfereh ya miletê kurd bi vê partiyê re li nav kurdistan û li dervî wê jî, û serkeftina wê di rakişandina raya giştî û ya xwecihî û navdewletî ber bi bernameya xwe ya siyasî ve, ku di daxwiyaniya xwe ya damezrandinê de ragihandibû û li Şamê hatibû belav kirin di (1.6.1975)‘de, û her wiha bi destxistina wê ji alîkariya çekdarî û diravî û siyasî ji hin dewletên xwedî bandor û karîger di pirs îraqî de, mîna (Sûriya, Lîbiya û Yekîtiya Soviyêt ya berê.. ), û Yekîtî Niştimanî Kurdistan êdî destp bi xwe amadekirinê kir ji bo xebata çekdarî bi serokatiya Mam Celal ku di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, dibêje: (Me pêwîst dît ku em dest bi xebata çekdarî bikin, û me didît ku xebata siyasî bi sernakeve û armancên xwe bi dest naxe eger tevgereke çekdarî li gel tunebe, û jiyana siyasî bi pêşve naçe bi bêyî xebata çekdarî, lewma me biriyar da ku em xwe amade bikin ji vê qonaxê re, û me çend binke û bargehên leşkerî vekirin ji bo rahênan û meşiqkirina çekdaran li sûriya..). 
Di yekem civîna desteya damezrêner de ku bi serokatiya Mam Celal hatibû li darxistin di (17.12.1975)‘de, vê desteyê biriyara xwe ya çarenivîs sitand ku hemî dijberên rêjîma Be’is çaverêyî vê biriyarê bûn, biriyara destpêkirina xebata çekdarî û saxkirina şoreşê li çiyayê kurdistana îraqê, êdî gelekan gerew dikirin li ser şikestina Mam Celal û partiya wî di vê biriyara wan ya dîrokî de, û di gotin ku eger şoreşa êlûnê bi xwe tiştek bi dest nexist ji bilî ku Sedam Husên û Şahinşahê Îranê bi hevre aşt kirin û li hev anîn, ji xwe ev şoreşa nû jî nikare tiştekî bi dest bixe ji bilî aştkirina Sedam Husên û Hafiz Esed, û derbarê vê civînê Adil Murad di pirtûka (Dostên Tuleytila)‘de, dibêje: (Piştî gengeşe û rawêjên berfireh di civîna yekem ya desteya damezrêner de ku bi serokatiya Mam Celal hatibû li darxistin, me komelek biriyarên giring sitandin mîna destpêkirina şerê partîzanî li dijî hêzên rêjîma Be’is, herwiha me biriyar jî dabû ku bi lez em kar bikin ji bo komkirina hêzên opiziyonê û hêzên niştimanî yên kurdistanî û îraqî ji bo ku em karibin bi hêztir li dijî rêjîma Be’is bi sekinin, û her di vê civînê de Mam Celal pilanek pêşkêş kirbû bi navê Pilana Rizarkirinê..), û di vê demê de Mam Celal karîbû li gel serokê sûriya (Hafiz Esed), kom bibe û bi cive, û di wê civînê de Esed bi germî amadekariya xwe nîşan dabû ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û piştgîriyê ji Mam Celal re, ew alîkarî mezin bû bi qasî kûrahiya kîn û dijatiya dinavbera wî û Sedam Husên de bû, û soz dabû ku li pişt wan bisekine ta ku ew karibin li ser piyên xwe bisekinin û rêzên xwe rêkbixin û xurtbikin, û Mam Celal di vê derbarê de di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, dibêje: (Sûriya di hemî waran de alîkariya me kir, warê siyasî û dirûnî û diravî jî, herwiha em bi çek jî kirin, û ew alîkarî ji mere gelekî bi nerix û buha bû.. bi rastî alîkariya sûriya ji mere mîna ku ew me ji pêvedana Mar rizgar bike di nav biyabaneke hişk û zuha de..).
Û giringtirîn gavên pêwîst ji bo xwe amadekirinê ji xebata çekdarî re, ew bû ku serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan dest pêkir pêşwaziya pêşmerge û xwebexşên ku hatibûn nav binkeyên meşq û rahênanê ku hatibûne avakirin li (Şam, û Qamişlo û Dêrîk), bi serpereştiya efserê endeziyar şehîd (Ibrahîm Izo), li gel çend efserekî din mîna (Seyid Kerîm, û Hesen Xoşnaw, û mulazim Fû’ad Çelebî û yadîderê polîs Cemal Xoşnaw..), û Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, dibêje ku ew efser: (Beşdar bûn di rahênan û meşiqkirina çekdaran de, û xûlên taybet saz di kirin ji bo meşqkirinê li ser şerê partîzanî û bi karanîna hemî cûreyên çek û teqemeniyan, û ji wan xûlan bêtir ji 200- 300 çekdarî derçûn..).
Û di dawiyê de jî (Şêx Husên Baba Şêx), jî gihiştibû nav wan, û ew bi xwe jî kesayetiyeke kurdî navdar bû di nav civaka êzîdiyan de, û hatina wî nav rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistan karîgeriyeke mezin dabû ser xelkên êzîdî li her derekê ku hebûn, û di vê derbarê de Ebdul Rezaq Feylî di hevdîtinekê de li gel lapera (Pukmedia), dibêje: (Rola Şehîd Husên Baba Şêx gelekî giring bû di avakirina pêwendiyan de li gel devera Şingal û Behdînan, û xelk di anîne nav rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistan..), her wiha hebûna Mîr Tehsîn Beg jî di wê demê de li sûriya, derfeteke giring bû ji Mam Celal re ku bi riya wî karîbû pêwendiyên xwe li gel navendên êzîdiyan dirûst bike, bi taybet li devera Cerahê ya ser bi navçeya Qamişlo ve, û rakişandina wan ber bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan’ve, û di pêşiya wan de kesayetiya êzîdî ya naskirî di wê deverê de (Husênê Hewran).
Bi vî rengî, baregehên Yekîtî Niştimanî Kurdistan û binkeyên wan yên rahênanê li Şam û li Qamişlo û li Dêrîkê bûbne mîna şanê hingiv ku bi şev û roj kadir û çekdarên vê partiyê têde kar û xebat xwe bi xurtî dikirin û xwe amade dikirin ji bo şerê çekdarî, û ew barege û navend bûbne mîna wîstgehên serekî ji serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdista‘re, û di pêşiya wan de Mam Celal û Noşîrwan Mustefa û Fû’ad Me’isûm û Adil Murad û Ebdul Rezaq Feylî û Umer Debabe û yên din, ku ewan bi xwe serpereştiya wan amadekariyan dikirin, û ewan bi xwe pêdawistiyên çekdaran û çek û teqemenî amade dikirin û vediguhestin ber bi çiyayên kurdistana îraqê bi nehînî di wan sînorên metirsîdar û asê re, û di vî warî de Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya kurdî li Sûriya dûdilî nekir di piştgîriya Yekîtî Niştimanî Kurdistan’de, di wan helûmercên dijwar de, û bi hemî karîbûna xwe li pişt Mam Celal û partiya wî sekinî û bi hemî hêza xwe piştgîriya wan kir.

Elî Şemdîn

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket