MAM.. LI ŞAM (26)

Nêrîn 10:03 AM - 2023-07-16
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Berxwedanê dikin.. Meger xwekujî be jî)
Elî Şemdîn
Ji ber bandora wêranker ya rêkeftina Cezayir sala (1975), û ji ber hilweşandina şoreşa kurdî li kurdistana îraqê bi wî şêweyê tiracîdî û dilêş, û ji ber qebareya reşbîniyê û bêhêviyê ku pencên xwe berdabûne ser moralê kadirên siyasî û ser hestê hêzên pêşmerge, ev ji bilî êş û nexweşiya ku cemawerê kurd têre derbas dibbû di navbera çakûçê rêjîma xwînmij, û sindana derbiderî û birçîbûnê li welatên penaberiyê, û ji ber van hokaran êdî hîç riyek nema bû li pêşiya Mam Celal û partiya wî, ya ku hîna saleke di ser damezirandina wê re derbas ne bûbû, ev ji bilî ku Mam Celal dixwest ku demê bidize, û lezê bike di amadekariyên pêwîst de ji bo saxkirin û aktîv kirina tevgera kurdî li kurdistana îraqê, û geşkirina şoreşê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya xwînmij, çimkî Sedam Husên qet bawer ne dikir Mam Celal karibe careke din pêşmergan kom bike û wan  bibe ser çiyayê kurdistanê.

Û ji wan amadekariyên pêwîst ji bo cîbicî kirina vî erkê dîrokî, erkê vêxistina şêoreşa nû li ser çiyaên kurdistanê, û şerkirin li dijî rêjîma dîktatorî li Bexdadê bi armanca sekinandina wê komelkujiya giştî ku li kurdistanê tê bi rêve birin, meger qurbanî çendî mezin bin jî, lewma gelekî giring bû ku serkirdayetiya (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), hemahengiyê bike li gel serkirdayetiya (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), û bi taybet li gel sekretêrê vê partiyê Ebdul Hemîd Derwîş ku pêwendiyeke kevin û bi hêz hebû di navbera wî û Mam Celal de, û giring bû ku wan agahdarî wan gavan bikin ku Mam Celal û hevalên xwe dixwestin di vî warî de bavêjin, û ji Hemîd Derwîş û hevalên wî were xwestin ku li gor karîbûna xwe li kêleka wan bisekinin di xebata wan de li dijî rêjîma Sedam Husên..
Lewma, piştî demeke kin ji damezirandina (YNK), sekretêrê (PDPKS), Ebdul Hemîd Derwîş û şanda li gel wî ku pêkhatibû ji (Reşîd Hemo, Temir Mustefa, Ezîz Dawid û Tahir Sifûk), gihiştibûn Şamê li ser daxwaziya Mam Celal ku ew vexwendibûn ji bo lidarxistina civîneke diqolî hevbeş dinavbera herdû partiyên bira de, bi mebesta gengeşe kirinê li ser hin pirsên siyasî yên giring, û ew civîn li Şamê hate li darxistin di baregehê (YNK)‘de, li taxa (Rukin El‘dîn), û şanda (YNK), pêkhatibû ji Mam Celal û (Noşirwan Mustefe, Fû’ad Me’isûm, Kemal Fû’ad, Kemal Xoşnaw û Kerîm Feylî), û di destpêka civînê de ku yekemîn civîn bû di navbera herdû partiyan de piştî damezirandina (YNK), Mam Celal li ser pêwendiyên diqolî di navbera herdû partiyên bira de axivî, her wiha li ser giringiya guhrtina nerînan û hemahengiyê di navbera wan de axivî, û di vî warî de Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Tevgera kurdî li sêriya di bin roniyê de), dibêje ku Mam Celal di wê civînê de ji wan re gotibû: (Me hûn xwestine vê civîna hevbeş ji bo em we agahdar bikin ku me biriyar daye em vegerin kurdistanê û dest bi xebata çekdarî bikin, û ji mere giring bû ku em we bi vê biriyarê agahdar bikin, û em li nerîna we jî guhdar bikin di vê derbarê de, herwiha pêwîstiya me jî heye bi piştgîrî û alîkariya we ji mere di vê qonaxa giring de..).

Û Ebdul Hemîd Derwîş di vê pirtûka xwe de dibêje ku ewan jî ji aliyê xw de piştgîriya xwe ji Mam Celal û hevalên wî re nîşandan, û gotin ku ewê li gel wan bisekinin di xebata wan de li dijî rêjîma dîktatorî ya desthilatdar li Bexdadê, û li dijî siyaseta bi erebkirin û helandin û komelkojiya ku ev rêjîm li dijî miletê kurd dide meşandin û cîbicî kirin, û dibêje ku wan ji Mam Celal re gotibû: (Em dibînin ku xebata çekdarî bê encam û bê sûde di van helûmercên îro de, çimkî tenha çar mih derbas bûne bi ser hilweşandina şoreşa Êlolê, û cemawerê kurdî jî hîna ji bandora wê ya xurt şiyar nebûye, û bi dîtina me ew xelk îro ne amadeye bi were yan bi her aliyekî din re bi sekinin di vî şerê çekdarî de, ev ji bilî hin hokarên nîgetîv yên din hene ku ne alîkarin ji vî şerî re..).

Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de berdewam dike û dibêje ku Mam Celal di wê civîna dîrokî de bersiva wan daye û gotiye: (Ev hokarên ku we amaje pêkirin rastin, û rewşa li ber çavan jî ne alîkare ji şerê çekdarî re, û em dizanin ku em nikarin vê rêjîma heyî bi ruxînin, yan mafê otonomî yê rasteqîne bi dest xwe bixin piştî vê karîseta ku bi serê miletê kurd hatiye li kurdistana îraqê, lê em di xwazin hûn bizanibin ku rêjîma îraqî siyasetekê dide cîbicî kirin ku kurdistanê vala bike û komelkujiyê li dijî xelkê wê bide meşandin, û wê rojek were ku miletê kurd li ser xaka kurdistana îraqê nemaye, eger em li dijî vê siyasetê nesekinin, û ev karê ku me destpêkiriye çendî karekî xwekujiye jî, lê armanc jê berengariye li dijî êrîşên bi erebkirin û wêrankirinê ye li kurdistanê..).

Hemî helûmercan nîşan didan ku Mam Celal û hevalên xwe ew qet nikarin li dijî rêjîmeke dirinde û hov bisekinin ku çekek ne hiştiye û bi kar ne aniye ji bo nehiştin û binbir kirine miletê kurd li kurdistana îraqê, û hîç derfetek li pêşiya Mam Celal û hevalên wî nemabû ji bilî serkeşî û mûxamereya şoreşgêrî ku ew jî mîna xwekujiyê bû, û ew li ber du riyan bûn: Yan wê tev werin kuştin û bimirin, yan jî wê vê komelkujiyê bidin sekinandin ku li dijî hebûna miletê kurd tê meşandin, û li gorî ku Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de dibêje, ku Mam Celal di dawiya civîna xwe de li gel serkirdayetiya (PDPKS), bi wê dûrbîniya xwe ya siyasî ya naskirî tekeze kiribû û gotibû: (Derbarê vê rastiyê, serkirdayetiya YNK biriyar daye ku berxwedanê bike li dijî vê siyaseta şofînî bi hemî şêweyên ku li ber destê wan hene, û di pêşiyê de jî şêweyî xebata çekdarî, û dibe ku em karibin vê siyaseta faşî di astekî de bidin sekinandin, û em dizanin ku ev yek wê buhayekî wê yê giran hebe, lê em çi bikin hîç derfeteke din jî tuneye li ber me ji bilî şerê çekdarî..).


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket