YNK ji bo xelkê Kurdistanê ye

Nêrîn 11:27 AM - 2023-07-13
Stran Ebdulla

Stran Ebdulla

Nivîsîn: Stran Ebdulah
YNK`ê ji bo gelê Kurdistanê ye, piştre YNK`ê ji bo hevalane. Zehmete mirov van herdu cêwiyan ji hev cuda bike, bi taybetî di nav hizba pan û fereh û mezin de ku ev pirsyar derdikeve holê, cûnkî em pirin bi hevalan û pirtirîn bi xelkê xwe ve, lê belê rastiya van herdû cêwiyan eger pêkve bin divê rêzbendiya xwe biguherin. Pêşî ji bo gelê Kurdistanê ye, dêrên ciwan û cawîdan ya Mam Celal e piştre ji bo hevalan e, çûnkî gelê Kurdistanê ji mezintirîn partî mezintirin, bi hejmar û qebare û qeware û armancê jî, Ji ber ku edebiyata me dibêje em ji bo gel in û heger gel tune be çima em hene? Eve ne awaz û ne jî straneke ku bêje Şîrîn nema ye Ferhad, ji bo ku tu bimînî? Na Na, mijar ji wê yekê kûrtire, çûnkî bîngeh, rewt û wêjeya me weha ye ku partî ji bo gel ava bibe.
Bîranîn û serpêhatî dibêjin; Gelê Kurd di şoreşa nû de bi dûv YNK`ê keft ji ber ku YNK`ê ji bo gel ava bû. Di ezmûna dunyayê de jî di jiyana hizbayetiya tu welatekî de girseya gel parçebûn di partiyê de çênekiriye, bi berovajî, hizbê ku ji bo nakokî û xweperestiya xwe parçe dibe piştre girse jî parçe dibe, deng, reng û giranî dubendî li hemberê radiwestê.
Ev ezmûna siyasî ya hemû welatên cîhanê ye. Amaje û diruşm û logo hûrgilî ne ji bo partiyan û di nava xwede girîngin û balê dikşînin, lê belê ji bo cemawer siyaset û armanc û kiryar çarenûsazin îca logo û amaje ji bo naskirin û nazkêşanê derdikevin holê û her weha encam.

Wek kevneşopî geşeya siyasî piraniya xwe hêjmara endamên partiyan, ji bo qonaxa hukumranî û hilbijartinê û cadeyên pan in û kêmtirîn jî yê serdemê şoreşê û zehmetî û navçeyên azadkirî ne. Organên partiyê li çiya bi rêxistinên veşartî li nava bajaran bi hezaran bûn û di dîmenên aşkira de masî jî di nava çem û rûbar û avên mezin ya girseya gel ya deverên azadkirî ne, lê gundan û bajarokên azadkirî jî ew degmen û kêm in û bi hêja, jêhatî û bedew bûn.  Partî li çiya û şoreşê de bi hêjmarek kêm hatiye damezrandin û desteyek ya rêxistinî ya xurt û bihêzîn û bi hezaran dost û alîgirên wê hene ku bi amaje û peyama partiyê û şoreşê leşkerkî siyasî amadeyne di demên tengasiyê de.
Eve ye ku "Mao Çîtong" wek ezmûnê hizbayetî û şoreşê li Çînê digot: Girseya gel piyanoyek dest û tilî piyanojen sihîrbaze û dikare li ser awaza xwe ahengek xweş lê bixe.
Helbet endam û hevalên partiyê baskên bihêz yên partiyê ne, lê belê ya pêşî û dawî pîrozî bê rexne û nirxandin nîn in, bi berovajî, pîrozî tenê û tenê ew armanc û ew girseya gele ku bi hezaran têkoşer ji bo wê şehîd bûne û eger hebin mafê xudantiya wan divê hebê ew jî gel û şehîdin. Di demên weha de partî, di kêmî û zori de baskê xebatê ye, neku xebat û xelke.
Ji ber vê eger siyaset ji bo xelkê be, her weha karê pêşîn ji bo xizmeta xelkê bû, hizb jî dibe ew hêza ku bi şanazî ve binasê. Di rewşa weha de giring mirov weha ezmûna hizbayetî binirxînin ku hizb nabê Gettoyek girtî ya endaman be. Her xemê wan be û xema wan bixwe. Getto diyardeyeke civakên etnîkî û olî ne ku di nava hev de li hev tên. Girtîne û zêde nabin û hestekî  ku xwe qure dibînin curekî wan heye ku qet zêde û kêm nabin.

Heger partî wek Siwarên baş yên Heykel bin, yan komên wek Hesen Sabah dê bibin elîteke ku xwe ji girseyê û armancên din ên netewî dûr dixe.
Wateya cemawerîtiya partiyekê wekhevî nîne bi hebûna zortirîn hêjmara endaman ku eve tenê sîstemek yek hizbî ya totalîter de serdikeve û ji nişkêve jî dikeve xwarê. Cemawerîtiya hizbê wekheve bi razîbûna giştî ji siyasetên wê û li xwe girtina daxwazên girseyan ji aliyê hizbê ve ye, ku padaşta wê jî li dengdanê ya li qada rizamendiya giştî li partiya xwe dibe. Ez ewqas li ser ser vê babetê dinivîsim bi mebesta ku giftûgoyên zêdetir li ser bikîn.

 

PUKMEDIA - Sekoya Kurmancî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket