Astaneyeke nû

Nêrîn 01:32 PM - 2023-06-26
Fethulla Husênî

Fethulla Husênî

Beriya hevdîtinên Astana 20, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov bi hevalbendê Tirkiyê re hevpeymanî kir û got, divê Enqere ewlekariya xwe ya neteweyî biparêze wek rêpêdan bo dubarebûna êrîşa Tirkiyê bi ser kurdan û Rêveberiya Xweser de, ku ev yek ji bo welatekî mezin, ne baş e, wek şerr e wek Rûsya ku destê wê yê sereke di aramkirin an alozkirina rewşa Sûriyê de heye.

Bogdanov tohmetên xwe yên li dijî Kurdan û Amerîkayê dubare kir û got: “Ev her du alî  giringî nadin çareseriyê”, di demek de ye ku Kurd û nûnerên Rêveberiya Xweser çendîn caran di her astê de serdana Şamê kirine da ku dest bi danûstandinên cidî û berfireh bikin. hewildan pêşniyara siyasî ya rêveberiya xweser bû ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, ku ji Şamê xwest ku li şûna danûstandinên windakirina demê bikeve danûstandinên berpirsiyar.

Di rastiyê de hemû civînên Astana kurdan bi hewla cudabûnê û avakirina pêkhateyeke girêdayî Amerîkayê tohmetbar kirin, ji ber wê jî hemû civînên Astana bi ser neketin, ji ber ku ew civînên Astanayê ne li ser rast û berjewendiyên welatên herêmê pêk hatin., ku çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re naxwazin û eger bixwazin jî vegerandina Sûriyê bo sifire, ku zehmet e ji ber ku Kurdan bi pirojeya xwe ya siyasî li welat û hevpeymaniya xwe ya serbazî bi hevpeymaniya navdewletî re, bêhtir ji hikûmeta Şamê karîn nexşeya erdnîgariya Sûriyê biparêzin. Ne bes ev belku hemû eweney li astana cicivin, lewra ew tomet nayê qebûlkirin  pêwîste çareser li navxweya Sûriyê çûbibe ne li derve, bi gotûbêjkirina planeke leşkerî ji bo vegerandina şer li wî welatî piştî salên şerê navxweyî û derketina çend komên terorîst ên radîkal, ku li Sûriyê şil û zuwa şewitandin û bi milyonan welatiyan koçber bûn.

Aliyên Astana "Rûsya-Îran-Tirkiye" zêdetir li ser çend rêkeftinan gotûbêj kirin bo bidestxistina berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyê, ji ber vê yekê em dibînin ku Tirkiyê çend deverên Sûriyê radestî Rûsya û hikûmeta Şamê kiriye. Li hember vêxistina çira kesk bû bi mebesta dagîrkirina çendîn navçe û hereşekirina dagîrkirina navçeyên tir ,bê nebûna ti helwest zelal û eşkire ji aliya Şam û Moskov e.
Ji ber vê yekê, hemû konferansên ku li ser rewşa Sûriyê tên lidarxistin, ji ber dûrxistina aliyên din ên "siyasî û leşkerî" yên ji bo çareseriyê, yên wekî kurdan û rêveberiyên xweser ên rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê, lawaz û bê sud tên dîtin. Biryarên wî nebûn sedema çareseriyekê, belku xirabtirkirina rewşê û lêdana defê şer bû li şûna ku serî li nexşeyek nû bide ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiyê li welatekî ku ji ber rewşa xirab a siyasî, aborî, civakî û xizmetguzariyê ye.

 

PUKMEDIA 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket