Mam li Şam (24)

Nêrîn 10:48 AM - 2023-06-25
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Candar: Dilxweşbûm bi dîtina Mam Celal)
Elî Şemdîn
Paş ku Mam Celal ji kurdistanê vegeriya bû Şamê di sala (1972)’de, ew di navbera Şamê û Qahîre û Beyrûtê de hatûçû dikir, û li wir berdewam bû ta ku ji Şamê vegeriya bû kurdistana îraqê di sala (1977)’de, ji bo ku serpereştiya şoreşa nû bike ku di sala (1976)’de li çiyayê kurdistanê hatibû vêxistin, û ew hersê paytext bûbûne gorepana serekî ku Mam Celal xebta xwe ya dîblomasî têde bi rêve dibir û berdewam dikir ji bo pirsa xwe ya netewî bide nasîn û zelal kirin, û ji bo çalak kirina rola xwe ya siyasî di navenda erebî de û ji bo saxkirina kesayetiya xwe ya karêzmî ku geşbûna wê hinekî kêm bûbû di nîvê dawî de ji salên şêstî bi sedema wê parçebûna ku di partiya dîmoqrata Kurdistan de rûdabû.

Êdî Mam Celal rola xwe ya siyasî hin bi hin vegerand û xwirtir kir, û pêwendiyên xwe di navenda erebî de bi astekî bilindtir û bi hêztir sax kiribû, û ji bilî vê yekê jî, ew salên di navbera (1972- 1977)‘de, ku di nav wan hersê paytextan de derbas kiribûn, bûbûn mîna derfeteke dîrokî ji bo avakirina pêwendiyan bi hêzên çeprew û serkirdeyên wan re di navçeyê de, û dîdara wî li gel têkoşerê turkî yê pêşverû (Cengîz Candar), ew jî derfeteke zêrîn bû ku di dawî de Mam Celal bi riya wî gihiştibû cem serokê komara turkî (Torgot Ozal), û li gel wî kar kiribû ji bo sazkirina pirojeya aştiyê dinav wî û rêberê partiya karkerê kurdistan (Ebdule Ocelan)’de, û di encam de ragihandina yekemîn agirbesta dîrokî di navbera herdû aliyan de di (16.3.1993)’de.

Candar gêncekî nûhatî bû dema ku wî sînorê turkiya bi qaçaxî derbas kiribû û hatibû sûriya, û bi sedema êrîşên li dûv hev yên girtin û binçav kirin û zîndanî kirinê reviya bû, ew kiriyarên ku li turkiya dest pê kiribûn di encamê wê kodeta leşkerî ku di (12.3.1971)’de, li wir rûdabû, û di dawî de Candar bû yek ji navdarên nivîsandinê û nivîskarê goşeyên rojname û kovarên bi nerix mîna (Niyoyork Taymiz), û bû rawêjkarê siyasî yê Torgot Ozal, û piştire bû rawêjkarê Receb Teyib Erdogan jî, û di seranserê jiyana xwe de Candar her alîgirekî bi hêz bû ji bo miletên bindest û bi taybet ji bo miletê kurd, û her dijberekî dijwar bû ji rêjîmên dîktatorî’re, û di pêşiya wan de rêjîma Sedam Husên, û hevdîtina wî li gel Mam Celal derfeteke giring bû ji wî re, ku wê hevdîtinê roleke mezin listibû di guhertina arasteya jiyana wî de, û di vê derbarê de Cengîz Candar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bilez), dibêje: (Kurdên sûriya li Beyrûtê ez bi Mam Celal dame nasîn, ew rêberê kurd ku vê dawiyê bûbû yekemîn serok komarê helbijartî li îraq, û min jî ji aliyê xwe ve piştî çend salan ev serkirdeyê kurd yê îraqî bi serok komarê turkî (Torgot Ozal)‘re, dabû nasîn, êdî turkiya têgihişt ku ew nikare sînoran derbas bike û deriyan li ser rojhilata navîn veke eger ne bi riya kurdan be, û eger ne bi rûbirû bûna dîrokê be..).

Bi vî şêweyî Cengîz Candar temaşeyî pêwendiyên xwe dike li gel Mam Celal, ku pirsa kurdî xala serekî ya hevbeşe bû di nav wan de, û helwîsta wî zelal dibe derbarê pêwistiya çareserkirina vê pirsê, ne bi tenê ji ber ku pirseke giring û yasayiye, lê ji ber ku ew dergehê serekiye û turkiye nikare ji bazinê xwe yê teng û kujinde rizgar bibe, û derbasî rojhilata navîn bibe u xewna xwe ya osmanî cîbicî bike eger vê pirsê çareser neke, û Candar wê kilîla zêrîn bi hûrî destnîşan dike ku bi wê kilîlê vî derî veke, ew deriyê ku ta vê çaxê di ruyê vê pirsê de bi destê hasinî her girtî maye, û ev kilîl Celal Talibanî bi xweye ku wî li Beyrûtê yekem car Candar dîtiye bi riya dostê xwe yê hevbeş Ebdul Hemîd Derwîş, û ev derfeta dîrokî bi xwe bû ku Candar li ser axiviye di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi lez)’de, û gotiye ku vê derfetê rolek lîstiye di guhertina arasteya  jiyana wî ya siyasî û ragihandinî de, û dibêje: (Eger kesek hebe ku rolek lîstibe di jiyana min de bê ku haya wî jê hebe, û me di seranserê çil saşî de hevdû nedîtibe, ew jî Ebdul Hemîd Derwîşe, ku ew yek ji kevintirîn serkirdeyên tevgerêye..).

Çaxê ku Mam Celal li Beyrûtê bû, heryek ji (Ebdul Hemîd Derwîş, û Cengîz Candar), jî li wir bûn, lewma carekê Hemîd Derwîş pêşniyarî dike ji Candar re, û jê di pirse: Tu di xwaze Mam Celal bibîne û xwarina taştê li gel wî buxe? Candar di wê pirtûka xwe de (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi lez)‘de, dibêje: (Bi rastî ez gelekî dil xweş bûm û hêriz hatin min çaxê min ev pêşniyar bihîst.. û min xwest zû vê kesayetiya cîhanî bi nasim û xwarina sibehê jî li gel bixwim..), êdî Ebdul Hemîd Derwîş di miha nîsana sala (1973)‘de, wî dibe mala ku Mam Celal lê dijiya, ku di keve nêzîkî (gorepana sor), û piştî ku derbasî hundir dibin çavê wî bi kesekî bejin dirêj û xweşik û simbêl mezin dikeve, û ew kes bi nazikî û bi bêdeng li ser kursî rûnişt bû, Candar goman kir ku ew Mam Celale, û di wê çaxê de kesekî din jî hebû her serê kêlîkekê di hat ji Candar di pirsî: Ti hêkan çawa dixwê? lê Candar bi xwe her di xwest wî kesê li teniştê li ser kursî rûniştî bû nasbike, ji ber ku Candar goman dikir ew kesê rûniştî li ser kursî ew bi xwe Mam Celale, û ewê ku dihat ji Candar di pirsî li ser şêweyê çêkirina hêkan:Qelandî yan kelandî di xwe? Candar ew ji ser çavê xwe di kire der û jêre digot şêweyê çêkirina hêkan ku dixwaze, û Candar li gel wî kesê ku li tenişta wî rûniştî bû bi erebî di axivî, lê wî kesî qet bersiva wî neda û lê venegerand, û piştî xwarin hazir bû bangî Candar kirin û ew birin ser mêza xwarinê, Candar jî bangî wî kesê li ser kursî bê deng rûniştî bû ji bo li gel wî were ser mêza xwarinê, lê dîsan deng jê nehat û neçû ser mêza xwarinê, Candar ji xwe di pirsî: Ev çima nehat ser xwarinê? Ma ne ez hatime li gel Celal Talibanî xwarinê bi xwim? Çima ew bi min re nehat? Di dawî de Candar nas dike ew kesê ku hêk jêre amade dikirin û bi ingilîzî li gel wî di axivî ew bi xwe rêberê kurd Celal Talibanî ye.

Candar di pirsê: Başe, ewê dinê kiye ku li ser kursî rûniştî maye? Mam Celal bersiva wî dide û dibêje: Ew pasewanê min yê taybete, û ew nizanê ne bi erebî û ne jî bi ingilîzî bi axive, ew tenê bi kurdî di axive, û wî ji ber vê yekê bersiva Candar nedida, êdî ev buyer bûbû nûkteke xweş û watedar li ser dilxweşî û ruhê mirovatiyê li cem Mam Celal, meger ew nukte li ser wî bixwe be jî, mîna ku nivîskarê rojnameya Şerq El’ewset (Xalid Qiştînî), di gotara xwe de nivîsiye, ya bi navnîşana (Dema ku kurd qerfan bi hev dikin), dibêje: (Fexameta serok Celal Talibanî nukte tomar dikirin, û bi germî li wan guhdar dikir, û di hate gotin ku wî nukte ji kesên nêzîkî xwere di gotin, meger ew nukte li ser kesayetiya wî bi xwe be jî..).

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket