Dadgehkirina girtiyên DAIŞê li Rojava

Nêrîn 01:30 PM - 2023-06-19
 Fethulla Husêynî

Fethulla Husêynî

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kobanê heta Baxozê rêxistina terorîst a DAIŞê têk bir û paytexta wê rêxistinê Reqa rizgar kir, di heman demê de rêxistinê gelek sûc û komkujî kiribû, terrorist ji 60 welatan ketibûn nav rêxistinê. Di salên şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û DAIŞê de, hejmareke mezin ji çeteyan hatin girtin û ketin , lê divê niha tedbîr bên girtin ji bo dadgehkirina endamên DAIŞê di zindanên Rojava de, tevî ku rêveberiya xweser gelek caran daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ku berpirsiyariya xwe ji bo çareserkirina doza girtiyên DAIŞê werbigire, Wî çendîn pêşniyar pêşkêşî welat û rêxistinên navdewletî yên ku di dosyayê de ne, da ku dadgeheke navdewletî yan dadgehek bi mohra navdewletî hebe ji bo vê yekê were avakirin , lê hemû daxwazên rêveberiya xweser nehatine bersivandin, lewma rayedarên Rojavayî biryar dane ku girtiyan bi xwe mehkeme bikin, ji ber ku bi saya gefa rêxistinkirina DAIŞ'ê, dozên wan êdî nayê paşxistin.

Dadgehkirina vekirî ya girtiyên DAIŞê, ku ji endamên biyanî yên rêxistinê dest pê dike, li gorî yasayên navdewletî û navxweyî yên li ser terorê guncaw bê, tê wê wateyê ku pêşnûmeyên berê ji civaka navdewletî re têk çûne û divê girtiyên DAIŞê li welat û navçeyên ku tûşî êrîşên terorîstî bûne bên dadgehkirin. Civaka navdewletî erkên xwe yên di vî warî de bi cih neaniye, yanî rêveberiya xweser li hember metirsiya mayîn û girtina terorîstan li herêmên rojava bi tenê maye û ev jî barê li ser milên rêveberiyê zêde kiriye.
Lê belê rêveberiyê eleqeya xwe ya li ser pêwîstiya nûnerên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û herêmî ku bi erênî beşdar bibin û di dema darizandinan de destekê bidin rêveberiya xweser venaşêre.
Di rastiyê de, rêveberiya xweser ti piştgiriyeke derve wernegirtiye ji bo dadgehkirina terorîstên biyanî yên DAIŞê, lewra rêveberî neçar e ku dadgeh û cihên taybet ji bo dadgehan ava bike, nemaze ku metirsiya DAIŞê li ser navçeyê roj bi roj zêde dibe.
Pirs ev e, gelo rêveberiya xweser dikare di dadgehkirina van terorîstên DAIŞê de biserkeve?
Ev tenê hewldaneke rewa ye ji aliyê rêveberiya xweser ve, ji ber ku navçeyên di bin kontrola wê de tûşî hemû cûreyên terorê bûne û zêdetirî 12 hezar şehîd dane di şerê dijî terorê de ligel hevpeymaniya navdewletî. Li şûna parastina zindanan, rojane kiryarên terorîstî li deverên di bin kontrola rêveberiya xweser de têne kirin, lewra her xirabbûna rewşa ewlehiyê li van deveran, tê wateya serhildana girtiyên DAIŞê.
Di dawiyê de, em hêvîdar in ku rêxistinên navdewletî guh bidin daxwaza rêveberiya xweser ji bo dadgehkirina girtiyên DAIŞê yên ku li piraniya welatên cîhanê ji ber kiryarên wan ên terorîstî ziyan dîtine.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket