YNKê hêvana yekrêziya netewî û tevgera kurdî ye

Nêrîn 05:52 PM - 2023-05-29
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di yekrêziya neteweyî de xwedî roleke mezin e.
Ez ji bo dîrok û mêjû dinivîs im...Ez ji bo rastiyên heyî şirove dik im. Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj im...Ji ber ku wê dîrok dilovaniyê lio me neke ku em rastiya dîrokê ler bikin.
Ez ji bo berjewendiyên giştî yên gelê kurd dinivîs im. Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina kes û aliyan e. Ez vê nivîsê ji bo dadgeha dîroka Kurdistanê ya nûh pêşkêş dik im.
Ez li gor destpêkirina kar û xebatên siyasî ên di nava tevgera kurdî de ku ji 48 salan ve ye, min rastiyek li nava tevera Kurdistanî de dît ku ew e nemir Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê herdem wek hêvana yekrêziya tevgera Kurdî û Kurdistanî bûne.

48 sal beriya niha, di 1/6/1975`an de û piştî paşketina şoreşa Îlonê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji aliyê Serok Mam Celal û hevalên wî  (Newşîrwan Mistefa, Dr. Kemal Fûad, Dr. Fûad Masûm, Adil Murad, Ebdulrezaq Feylî, Omer Şêxmûs) ve hate damezrandin.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji roja damezrandina xwe ve, tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina yekrêziya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de kiriye. Her weha nemir Mam Celal jî, wek serkirde û rêberekî dêrîn û navdarî kurd, di warê kirdarî de, ew bernameya selamndiye û xalên wê di holê de bi cih kiriye.
Bo nimûne jî, di dema şoreşa nemir Ebdurihman Qasimlo bi berdewamî li kêleka nemir Qasimlo bû. Xwedî rêbaza yekrêziya neteweya kurd bû. Ew gotin jî ji aliyê nemir A. Qasimlo ve hatiye gotin ku di heyama hevpeyvîneke taybet ya Kovara Alsayed ku bi riya rojnamevana Lobnanî Huda Huseynî li Qendîlê di buhara 1984`an de pêkhatibû.
Her di sala 1991`an de, li gel şandeyeke Başûrê Kurdistanê ku ji piraniya partiyan pêkhatibû, serdana deşta Bîqayê li Lubnanê kir û çavpêketin li gel serokê Partiya Karkerên Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan kir û gelek xalên girîng bi hev re lihev kirin.
Her di sala adara 1993`an de jî, li gel alî û partiyên Bakurê Kurdistanê ku kesayetiyên wek Ahmed Turk, Hemreş Reşo û Kemal Burkay jî hebûn, dikarî li gel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê rêzdar A . Ocalan rêkeftina agirbestê bike û riya diyalogê li gel hikûmneta Tirkiyê veke.
Dema ku Mam Celal agahiyan dide serokê Tirkiyê yê wê serdemê Turgot Ozel ku PKK``ê agirbesta yekalî pejirandiye û amade ye ku dest bi projeya aştiyê û çareserkirina aştiyane bike, wê demê serokwezîrê Tirkan Silêman Demrêla li ber kenalên ragiahndinê bi reşkawî got; Ez kok bawer nakim ku PKKê agirbestê bide ragiahdin û em ji wê yekê re ne amadene ji ber ku ev tişt kok nakeve serê mirovan ku PKKê agirbestê bide ragihandin.
Ev yek rastiya bihêzbûna çêwaza siyaset û dîplomasiyeta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dide zelalkirin ku çawa herdem bûye bi hêvana yekrêzî û yekîtiya nîştimanî di nava tevgera Kurdistanî de.
Ji ber wê jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wek aliyeke siyasî Kurdistanî gelek caran rastî aloziyên cur bi cur hatiye û bi taybetî ji aliyê dewletên dagîrkeran ve, lê her dem bi awayekî pir siyasî û Dîplomatîkî xwe ji wan aloziyan rizgar kiriye û bi serkeftî derbas bû ye û êdî rê li ber ew aloziyan bi siyasî û dîplomasiyet girtiye.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di dîroka 1/ 6 / 1975`an de, di nava rewşeke pir nelihev û aloziyeke pir mezin ku tê de mala kurdî û rastiya doza rew ya Kurd li ber belavbûnê bû, çavên xwe li dunyayê hilanî û serîhilda û derkete holê tako ew rastiyên hene ji bo pêşeroja gelê kurd bêne parastin. Ew pêngava bi serokatiya rêbenrê nemir Mam Celal bû ku li gel hejmarek ji hevalên xwe ên destpêkê dest bi vejandina jiyaneke nû ji bo şoreşa gelê kurd kir.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji aliyê gelek jêderên siyasî ên Kurdistanî û cîhanî ve wek aliyekî siyasî kurdî ku herdem di navbera aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî ên nakokdar de peywendî dikir û hewilî sazkirina peywendî û aramî û aştî di navbera wan aliyan de, gelek caran jî bi serkeftî ew kar derbas dikir.

Niha jî em wê rastiyê dizanin ku rêbaza serok Mam Celal dirêjpêderî ji aliyê serokê YNKê serok Bafil Celal Talebanî ve heye û ev yek ji aliyê gelek siyasetvanên kurd û ereb ve hatiye serrastikirin.

Ez dikanim ji we re nimûneyekê bînim ser nivîs ku serok Bafil çiqas kesekî dilfereh û rastîparêze û bi taybetî dikanim li ser gotina seroka parlemana Kurdistanê û bersivdana serok Bafil jê re ku di derbarê wî û rewanşad serok Mam Celal de gotin kiribû.

Serokê Parlemana Kurdistanê Dr .Rêwaz Fayiq di gotûbêja li ser pirsgirêkên jinan de di duyemîn konferansa Hewlêrê de gotibû:“Birêz Bafil Talebanî di 100 salên din de, di mijara parastina jinan û baweriya bi şiyanên jinan û piştgiriya wê de nikare xwe bigihîne Serok Mam Celal.
Serok Bafil Celal Talebanî pîrozbahî li Serokê Parleman Kurdistanê kir û ragihand: Spas Rêwaz Xan, te hindik got, ji ber ku ne 100 sal, ne 1000 sal jî em nagihêjin Serok Mam Celal, ti kes ne wek wî bûye û ne jî wekî wî dibe’’.

Ev bi serê xwe, yek ji parastina rêbaza serok Mam Celal e ku serok Bafil wiha nêzîk dibe û rastiyên heyî diparêze. Ev rastiya dirêjpêdana rêbaza rasteqîne ya serok Mam Celal e. Ji ber ku parastina rêbaza serok Mam Celal tê wê wateyê ku rastiya yekrêziya netewî û tevgera kurdî ye.

Her weha nimûneyeke din tîmin ser nivîs ku Serok Mam Celal di proseya siyasî de "Teltîka ewlehiyê bû" Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Amar Hekîm wiha pêda çû û got: Em îro li qada Êraqê yadê dikin û em kêfxweşin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li ser rêbaza serok Mma Celal berdewam e û em hêvî dikin ku Serok Bafl Celal Talebanî jî bi heman wira û moralê li ser rêbaza rewanşad Mam Celal dirêjpêder be.

Bi vê boneya gelek pîroz ku di 1-6-1975`an pêngava damazrandina YNKê li bajarê Şamê hatiye avêtin, ez ji dil vê yadê li giyana pakrewanên kurd û Kuridstanê û tevahiya gelê kurd û rewanşad serok Mamm Celal û serok Bafil û hemû berpirs û kadro û alîgirên YNKê pîroz dikim.

Ez bi hêvî me ku rêbaza serok Mam Celal bi awayekî here baştir dirêjpêder be û ev jî erkê me hemûyan e. Ji ber ku parastina rêbaza rewan şada serok Mam Celal parastina rastiya peravaniya li doza rewa ya kurd e. Ji ber wê jî, ezê her bibêjim ku YNKê hêvana yekrêziya netewî û tevegra kurdî ye.

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket