Helwestdar û hevbîrê Mam Celal

Nêrîn 05:21 PM - 2023-05-20
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Tekoşerê mezin ê nemir Adil Murad hevalê hevbîrê serokê rewanşad serok Mam Celal bû. Piraniya aliyên siyasî kurd û gelê kurd nîgeraniya xwe jib o koça dawî yê Adil Murad anîn ser ziman.
Ev rastiya li ber çavan e, her weha ev rastî li cem hemû ew kesên ku pê re danustandin kirine û bi bê didilî, mirov wê wê rastiyê bîne ser ziman û ser nivîs, ji ber ku ji bo dîrokê ye, egere na, dîrok wê dadgehê bi ser hemûyan ve bibe serî.

Bila serê malbatê û gelê kurd û Kurdistan û hevalên YNKê xweş be

Em serxweşiyê li xwe û  li malbata nemir Adil Murad û ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdisdtanê û bi taybetî Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistanê pêşkêş dikin.
Ji bo malbata nemir Adil Murad a xembar hûn xwedî kesayetiyeke Kurdistanî mezin bûn û pê serfiraz bin wek em jî pê serfiraz in......Ji bo tevahiya endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistanê em bi kesayetiya Adil Murad serbilind in ku ew her dem xwedî helwesa neteweyî bû...Ji bo Tevhaiya gelê kurd û Kurdistanê li hundir û dervayî welat, bi koça dawî yê serkirdeyê mezin Adil Murad yek ji me çû bila hemû gelê kurd û Kurdistanê xweş bin ew jî wek Mam Celal bi serfirazî erkên xwe jib o parastina doza gelê kurd û Kurdsitanê bi cih anî..

Xemxwerê Rojavayê Kurdistasnê û bi taybet Efrînê bû
Min siyasetvanê dêrîn Adil Murad ji nêzîk ve nas dikir, hatûçûna me li gel wî hebû ew gelekî dost û hevbîrê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû.
Ji min re gelek caran digot; Efrînî şoreşa Rojavayê pir bi nav û bang bû ye, lê pêwîste em tev xwedî lê derkevin, ji ber ku neyarên doza me wê yekê napejirînin û metirsî gelek hene û ne dûre ku heman tiştê ku bi sere Kobanê hatiye ji wê dijwartir bi sere Efrîn û navçeyên din we re.

Her ez didîm digot Efrînî rewşa Efrînê çi ye, Efrîn pir girîng û xweşike û neyarên Efrînê wek Kerkûkê pirin, lê mixabin em di nava hev du de ne yekin, neyarên me her yekin, lê em perçe perçe ne.

Bi boneya koça dawî yê nemir Adil Murad stêrkek din ji ezmama Kurdistanê rijiya, kaseyetiyeke din ê mezin û naskirî û tekoşerê dêrîn û kurdperwer û xemxwerê doza kurdî û Kurdistanî ji nav me barkir, lê em ê wî di yadgeriyên xwe de bê beş nekin.

Siyasetvan û rewşenbîrê mezin ê Kurdistanî, sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê kak Adil Murad beriya salekê bi bi yekcarî ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwedayê xwe, lê ew bi reman şû hizir di nava me de dimîne û cihê xwe di dilê hemû kurdekî de he ye û girtî ye.

Ji ber wê yekê, bi vê boneya derbasbûna salek û 3 mehan bi ser koçkirina dawî yê serkirdeyê mezinAdil Murad, min di dema koça dawî yê nemir Adil Murad de, wek Rêxistina Hawarê ya Civaka Sivîl, bi navê endam û karmend û berpirsên wê, her weha wek serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye li Herêma Kurdistanê xembariya xwe bi malbata nemir û bi tevahiya endam û serkirdeyên YNKê re parve kir û me hêvî xwest ku ev êş ya herî dawî be hem ji malbatê û hem jî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê be.

Di bîranîna salvegera koça dawî ya siyasetvanê kurd Adil Murad re em wek xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet ên Efrînê wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçeyên Kurdistanê bû.

Di aliyê peywendiyên xwe ên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû. Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû.

Her weha hemû aliyan di Kurdistan û dervayê Kurdistan bi taybetî gelê kurd û aliyên siyasî xemgîniyên xwe derbarê koça dawî ya endamê desteya damezrêner yê YNKê û sekreterê giştî Encûmena Navend ya YNKê heval Adil Murad anîn ser ziman û xembariya xwe bi malbata nemir e dupat kirin û koça dawî heval Adil Murad di vê qonaxa hestyar de, bi ziyaneke mezin ji bo gelê kurd û Kurdistanê nirxandin.

Ji aliyê piraniya gel ve xweşewîst bû

Piraniya aliyên siyasî û kurdî û rewşenbîr û ronakbîrên kurdî wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçetyên Kurdistanê bû.

Di aliyê peywendiyên xwe yên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû. Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû.

Wek tê zanîn  ku rewanşad Adil Murad sala 2003'an piştî ku dema Amerîkayê û hevpeyamnên wê  dest li Êraqê werda, rêjîma Sedam hat rûxandin û komîteya jinûve darijtina Destûra Bingehîn Êraqê hat amadekirin û nemir Adil Murad jî cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a Êraqê de girt ku ev destûr sala 2005'an hate qebûlkirin. Murad yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû.

Jidayîkbûn...

Nemir Adil Murad di 11/12/1949`an de li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye û di salên 60`yan de tevlî Yekîtî bûye ango yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû.
Wek tê zanîn ku kesayetiya nemir Adil Murad bi taybetmendiyên xwe yên netewî û nîştîmanperwerî dikarî xizmeta hemû tevgerên Kurdî bike û piştgirî dayîna têkoşîna gelê Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê dikir. Bi helwestên xwe yên netewî yên der barê Rojava û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de, xwe kiribû wek pirek di navbera Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê de.

Koça dawî...

Di roja înê 18-5-2018`an, li nexweşxaneyeke bajarê Kolin a Almanya yê, ji ber nexweşiya dil koça dawî kiribû. Di roja 24-5-2018`an, termê serkirsdeyê mezinê kurd heval Adil Murad endamê damezrênerê YNKê û yeke ji mezintirîn hevkarên parçeyên din ên Kurdistanê kilîkeke beriya niha gişîte firokexaneya navneteweyî Silêmanî û li goristana girê Selîm Begê birin bi axê spartin.
Dilovaniya Xwedê lê be û bila malbat sax be û serê tevahiya dost alîgirên û endamên YNKê sax be û bila serê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê xweş be.


zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket