Roja Cejna Zimanê Kurdî ye

Nêrîn 05:07 PM - 2023-05-15
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Îro, roja duşemê ye, 15-5-2023, gelê Kurd li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, roja zimanê xwe ya neteweyî, ya bi sedan sale ku ji aliyê rêjîm û dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye qedexekirin, bi coşeke mezin û bi canekî şoxûşeng pîrozbahî li hevdu dikin û ew roj gelek bilind tê nirxandin.

Ji roja derçûna kovara Hawarê ve tê naskirin

Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'a de derket û heta 15'ê gelawêjê 1943'a 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûrîyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket.

Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cîhekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala 1943'ê weşana xwe berdewan kir.

Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye. Ji ber wê yekê jî, Roja 15-5- wek roja Cejna Zmanê Kurdî ji aliyê Kongireya Neteweyî Kurdistan û gelek rewşenbî û ronakbîrên Kurd ve hate nasandin."
Zimanê Kurdî weke zimanê hemû miletekî din yê navçe û gerdûnê ye, ji bo neteweya Kurd gelek watedar û nirxdar e. Lê ji ber qedexekirina bi sedan sal û binpêkirina pirensîpên rûmeta ziman û binpêkirina çanda gelê Kurd ku çandeke gelek dêrîn û ji dîrokeke dûr ve hatiye naskirin, ji ber wê yekê gelê Kurd bi piraniya xwe ji wêje û tora rîzmana nivîskî ya zimanê Kurdî li paş maye.Lê piştî destpêkirina rojnameya Kurdistan û kovara Hawar bi zimanê Kurdî, gelê Kurdî êdî bûye xwediyê dîrokeke zimanperwerî û bi taybet di roja 15'ê gulana 1932'a de, ku yekemîn hejmara kovara Hawar bi zimanê Kurdî latînî derketibû, lê Îro ew roj bûye roja serbilindî û serfiraziya gelê Kurd, di welat û derveyî welat de.

Pîrozkirina roja 15-5 wek cejna zimanê Kurdî

Di roja 15 ê Gulanê de cejina zimanê Kurdî hate pîroz kirin û bi coşeke mezin ji aliyên her ziman perwerekî ve hate pêşwazîkirin.
Ev pîrozragirtina zimanê dayîk, tê wateya ku gelê Kurd ew jî mîna hemû gelên cîhanî yên ku di nava civaka mirovatiya pêşkeftî de cihe xwe digrin, ew jî xwedî vîn û daxwazeke bi wateye ji bo cihgirtin, di nava wê civakê de.
 Her çiqas zimanê me bê xwedan ma be û ji aliyê rewşenbîr û ronakbîrên me yên zimanzanê erebî, tirkî û farsî, bê bayexdan jî ma be. Lê îro pêşxistin û parastina zimanê zikmaKî Kurdî, ciheke xwe taybet di nava rêzên gelê me li her çar aliyên welat heye û bi taybetî, di nava hemû rewşenbîr û zane û rêkxistinên me yên xwezyarê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ve tê giranbuha kirin. Di serî de, li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de.

Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê


Lê mixabin, li Rojavayê welêt, desthilata rîjîma Ba`esê hebû, gelek part û rêxrew û kesayetiyan girîngî didian bi zimanê Kurdî û gelek caran jî jib o perwerdekirina zarok û ciwanan bi zimanê dayîk, ji aliyê rêjîmê ve dihatin girtin û bi salan dihatin sizadan. Careke din ez ê bibêjim mixabin ku îro ew part û rêxrew û kesayetî xwedî li ferheng û kultura Erebî ji ya kurdî bêtir nêzîk bûne û di ragihandin û nivîs û axiftinên xwe de, bêtir zimanê erebî zal û bi hêze.
Nîşana herî li ber çavan ew e ku dema mirov seyrî malper û rojnameyên elektronîk bike, bi piranî girîngiyê didin zimanê Erebî û Zimanê Kurdî jî bi pileya duyemîn tê û hinek malperan jî her zimanê Kurdî tev ji malperê derxistin.??!!!. Mixabin hinek malûperan bi aşkire zimanê Kurdî avêtin derve, ew ne xeme rastiya xwe didin xuyakirin, lê hinek malper hene ji her 5 -6 meh carekê beşa Kurdî nûh dikin, ev jî bila tune ba baştir e.
Ew kar, eger bi wê awayî berdewam bike, dê di demên pêş de, gelek ziyan bighêje pêşeroja zarok û nifşên nû li Rojavayê Kurdistan ê.
Gelek part û rêkxistinên Rojavayê, tenê bi zimanê Erebî belavokên xwe belav dikin û ji dîtin û daxuyaniyan ve bigre û ta vekirina kongire û konfirans û gelek tiştên din ku ne reng û ne jî deng û ne jî bîhna zimanê zikmakî qet tê de nîne.
Lê piştî hatina bayê azadiyê li Rojavayê Kurdistanê, me dît Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) û Partiya Yekîtiya Demokratî a Kurd li Sûriyê(PYDK-S) dest bi vekirina cih û dibistanên Kurdî kirin û her weha piştre jî Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê jî dest bi perwerdekirin û derçûna xwendekarên zimanê Kurdî kir. Ev gav gelek pîroz bû û hîn jî pîrosztire, lê mixabin gelek partiyên din hebûn şerê van hersê partiyan dikirin û digotin ev ji bo tevlî şoreşê nebin xwe bi ziman ve mijûl dikin û ew di gavên wan aliyan di xizmeta rêjîmê de ye. Lê em niha dibînin, ew part û rêxistinan, piştî derbasbûna 2 salan, teza dest bi karên ku ji sê salan ve tên kirin dikin û êdî ew ji nû ve nikarin weke yên ku ji sê salan ve xebitîne cihê xwe di nav geê de bigirin. Her weha saziya zimanê Kurdî bi deh û bîst hezaran xwendekarên zimanê kurdî derçûn kiriye û ew xwendekar bûne mamoste û êdî zimanê Kurdî bûye zimanê fermî di piraniya Rojavayê Kurdistanê de.

Tenê li herêma Efrînê, di heyama 2 salan de, bêtir ji 800 mamosteyên zimanê Kurdî hatine amade kirin, ev tê wê wateyê ku rewşa zimanê Kurdî piştî lawazbûna rêjîma Ba`esê û paşve vekişîna wê ji Rojavayê Kurdistanê, derfeteke zêrînî ji bo gelê Kurd vekir û Partiya PYD`ê di serî de, dikarî wê defetê qazenc bike û di xizmetê gel de bikarbîne. Lê mixabin hinek alî hebûn ku bi pênûsên zingarî dinivîsîn û digotin, niha mne dema zimanê Kurdî ye, bila em bi birayên xwe yên ereb li Şamê, Himsê, Hemayê û Dêrezorê re Sûriyê azad bikin û piştre em li ser zimanê Kurdî û avakirina saziyan bixebitin. Weke gotina ku ji bav û kalan ve tê gotin: Kerê ne mir wê bihar bê.

Bangwaziya çalakvanekî kurdê Başûrê Kurdistanê jibo Kurdên Rojava

Min 10 sal beriya niha di malperên me yên Rojaveyê welêt de, nivîsek çalakvanê kurdê Başûrê Welat Arî Celal xwend, têda bang li hemû rewşenbîr û nivîskar û rojnamevan û siyasetmedarên me dike ku girîngiyê bi din bi zimanê zikmakî û vê awayî li jêr nîşan daye:
Ji bo hemû nivîskar û rojnamevan û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan ewe ku bibin xwedanê destûr yasayeke bi hêz ji bo destpêkirina kampaniyeke bê sînor dako ziman û kultûra Kurdî bê naskirin û bi awayeke fermî ji aliyên dewleta Sûriye ve bê pesend kirin. Ji ber ku di bername û programên hemû partî û rêxistinên Rojavayê welêt de, dakokî li ser daxwaza mafên çandî û rewşenbîr dikin.
Lê mixabin eger rijîma Sûriye debistanên Kurdî pesend bike û bike fermî, aye emê wê demê, mamosteyan ji çi welatekî bînin ji bo fêrkirina zimanê zikmakî Kurdî..?
Ev têbîniyên min dê ji bo mêjo bimîne û her têbîniyeke we jî hebin ji bo min şehnaziye**.
Ev nivîsek rexnegerî û watedare ji me hemûyan, ew biraderê me, di xema me de ye û me hoşyar dike û têbînîyên wî gelek di cihê xw de ne. Pêwîste em wê erkê li gor hêz û tiwaneya xwe di barên praktîkî de bicîbikin.

Hêvîdarim ku mebesta min bi bingehîn bê naskirin, ez ne li dijî ziman û kultura ti gelî me, lê hezdikim her miletek jî, xwedandariyê li zimanê xwe bike û kultur û çanda xwe yê resen biparêze.

Pêşxistin û parastina zimanê Kurdî tê wateya ku pêşxistin û parastina pirensîpên lêzanên me

Ziman, yekeke ji xalên here bingehîn ji bo pêşxistin û parastina çand û ferhengên gelan e. Ji bo wê yekê, hêvîdarim ku hemû part û rêkxistinên me ên Rojavayê Kurdistanê bi taybet, hewil bidin ku di proje û programên xwe de, pêşxistina zimanê Kurdî bikin bi babeteke serekî û xwedî derketin li rastiya ziman û çi malper, rojname, kovar, pirtûk û kenalên radyoyî û televizyonî be, bila zimanê Kurdî di rêza yekemîn de be û piştre ya Erebî bê.
Dibe her partiyek li pêş jimartina hijmarên endam û leyangirên xwe, pêwîste jimartina hijmarên maosteyên zimanê zikmakî û şagirtên wê bikin, ji ber ku ta nihajî hemû partî û rêkxistin di dirûşmên xwe de, dibêjin kar û xebat ji bo demokrasî û wekhevî û mafên çandî û xweserî û fedralî.
Hindek rewşenbîr û nivîskar hene ku bi rêk û pêk bi zimanê Kurdî dinivîsin. Lê belê ew ji bo pêkanîna erk û liv û lebatên neteweya me her kêm dimîne.

Li her çar aliyên Kurdistanê...

Li Rojavayê Kurdistan ê, ji bilî milmilaniya partiyan û dayîna daxuyaniyên li ser nêtan hîç xebateke piraktî dike di ara de nine, ne soreşa çekdarî , ne jî rewşenbîrî û çandî tune.

Her dema ku rêvebiriya xweser li Rojavayê Kurdistanê dest bi projeya xwendina bi zimanê kurdîm kir, mixabin, rastî êrişên pir dijwar hat, hem ji aliyê nivîskarên pênûsfiroş, hem ji aliyê ramyarvanên bê vîn û xweradestkirî û hem ji aliyê partî û rêxistinên ku ketine xizmeta neyarên zimanê kurdî û doza wê ya rewa ve, ev bi serê xwe, tiratîjiyeke mezin e ku li dijî vejandina zimanê zikmakî pêkhat û xwepêşandan mil bi milê erebên çovenîst li dijî zimanê kurdî kirin û dilê neyarên doza kurd û zimanê zikmakî a kurdî xweş û hênik kirin.
Di vê rojê de û bi vê boneya pîroz, ez tevahiya Rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste, nivîskar û ramyarvan û çalakvanên me ên Rojavayê Kurdistanê û aliyên din ên Kurdistanê yên xemxwer û çalakvan û xwedî li zimanê kurdî bi awayekî rast û dirust derdikevin û dixebitin pîroz dikim ku daxwaza min jî, di vê barê de,  ji wan tenê ewe ku, êdî ji vir û pê ve girîngiyê bidin zimanê dayîkê, zimanê kurdî ya şêrîn û vejandina wê p parastina wê bikin bi karnameyên xwe ya herî destpêkê li her derê dibe bila bibe.

Ev li hemû welatek bi awayeke piraktîkî tê bi re eve birin, armanc ji pêşxistina sazî û rêkxistiên sivîL, ewe ku ji bo hemû kes ji nava civakê cihê xwe di kar û xebatên neteweyî de bigrin û bibin alîkar da ku ew part û rêkxistinên siyasî bighêjin armanc û daxwaziyên xwe yên ji bo wê dikin kar û xebat dikin.
Li başûrê welêt zanko û zanîngeh bi zimanê Kurdî hene û di nava çalakî û liv û lebatê dane. Her wiha li bakurê welêt bi hemen şêwe di nava kar û xebatê de ne ku bi sadan calakî û meş ji bo bi destxistina daxwaziyên xwe ji bo xwendina fermî bi zimanê Kurdî roj bi roj tên pêşxistin û di hemû malper û karên çandî de zimanê Kurdî bi bingehîn digirin.
Li rojhilatê welêt jî her weye û zimanê Kurdî di hemû dem û dezgahên part û rêkxistinan de her li pêş zimanê Farisiye û ên dine.
Hemû xelkên xwe fêrî zimanê zikmakî dikin. Serkirde û serokên part û rêkxistinên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya yekê girîngiyê didin bi zimanê Kurdî û hewil didin pêşbixînin.

Rêvan Hesen; Mirovê ku zimanê xwe nîne, dîroka xwe jî nîn e

Ji ber boneya Roja Zimanê Kurdî ku roja destpêkirina xwendin û nivîs bi tîpên latînî ji aliyê ronakbîrê mezin ê kurd Celadet Elî Bedirxan Begê ve me bi baş zanî ku hevpeyvîneke taybet bi xwendekareke zanîngeha Efrînê ya ku bi zimanê Kurdî di sala 2015`an de hatibû vekirin re ji malpera PUKMEDIA`yê pêkbînin tako em ji nêzîk ve rewşa ziamnê kurdî li Efrîn û Şahba`yê nas bikin û rewşa dawî ya wan 50 hezar xwendekarên Efrînê ku piştî dagîrkirina herêma Efrînê çi bi ser wan hat û çarenivîsa wan çi ye û çawa dibin, me çend pirsyar arasteya xwendekarê zanîngeha Efrînê Rêvan Mihemed Mistefa Hesen kir û wê jî wiha bersiv da;

1- Pirsyar; Hûn ji bo roja zimanê kurdî çi dibêjin û çi wateya wê ji bo mirovê kurd heye ku hûn piştî dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve û bi wajo û piştgiriya navneteweyî ku di demekê de hûn xwendekarên zanîngeha Efrînê a kurdî bûn.?

Rêvan Hesen; Mirovê ku zimanê xwe heye, dîroka xwe jî heye.. Mirovê ku zimanê xwe nîne, dîroka xwe jî nîn e..
Her çiqas civak hebin her civakek bi ziman û çanda xwe tê nasîn. Ziman girîngtirîn amûra danûstandinê ye.

Çawa ku her netewek bi zimanê xwe yê fermî tê nasîn, herwiha netewa kurd jî bi zimanê xwe yê kurdî tê nasîn, zimanê kurdî jî yek ji zimanên Hind û Ewropî ye, ku dîroka xwe digihêje hezar salan. Kurdî zimaneke ku di dijwartirîn astengî re derbas bûye ye.
Çawa ku dewletên stemkar û zordest nehêştine ku Kurdistan bibe dewlet û serbixwe, heman tişt li ser zimanê kurdî jî meşndin e.

Zimanê kurdî di gelek azar û qonaxan re derbas bûye bêyî ku tu destek jê re hebin. Hêdî hêdî ev ziman kete qonaxên nû, di 15 Gulana sala 1932'yan de bi pêşengtiya Mîr Celadet Elî Bedirxan li paytexta Sûriyê Şamê kovara Hawarê dest bi weşana xwe kir û di riya xwe de pir serkeftinên mezin bi dest xistin û roleke pir girîng jî lîst, ji ber wê yekê ye ku 15 gulanê wek roja ji dayîkbûna zimanê kurdî tê pîrozkirin.

Piştî vekirina zanîngeha Efrînê, xwendekarên zanîngehê bi bîr û ramanên xwe tevlî hemû beşan bibûn, beşa herî zêde ku xwendekar tevlî dibûnê jî beşa ziman û wêjeya kurdî bû, gelekî pêşketin di alî xwendevanan de çêbibû, asta pêşketina zimên gelekî li pêş bû.

2-Pirsyar; Rewşa Xwendevanên zimanê kurdî yên Efrînî niha li Şahba û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê çawa ye..?

Rêvan Hesen;Piştî dagirkirina Efrînê ji alî dewleta Tirk û çeteyên wê ve û ketina bi hezaran hêzên nijadperest ji bajêr re, xwendekarên ku berê di zanîngehê de xwe nas dikirin hinek ji wan bûn penaber û hinek jî derdê radestkirinê kete para wan.

Rastî gelek zehmetiyan hatin. Her wiha hejmarek ji wan berê xwe dan zanîngeha rojava ya Qamişlo û hinek jî li Şehbayê bê xwendin man.

3-Pirsyar; Li Efrînê beriya dagîrkirin û piştî dagîrkirin gelo rewşa zimanê kurdî çawa ye.?

Rêvan Hesen; Beriya dagirkirna herêma Efrînê rewşa zimanê kurdî gelek li pêş bû, her wiha zimanê kurdî zimanekî fermî bû di dibistan, zanîngeh û peymangehan de.

Piştî dagirkirina herêmê bê exlaqî, bê mirovî û paşketin bûn tiştê herî bi serwer di bajêr de, zanîngeh û pir dibistanên din bûn cihên leşkerî, paşketina civakê bi awayekî pir mezin xuya bû. Her wiha zimanê kurdî car din hate çewisandin û qedexekirin, zimanê tirkî niha li wir serwer e.

Eger mirovên me yên di Efrînê de mane li heberî zimanê xwe şer nekin û xwedî lê dernekevin wê bi hezar salên din zimanekî kurdî bi fermî di dibistanan de nebînin.

4- Pirsyar; Nameya te ji rewşenbîr û xwendekarên kurd re derbarê parastina zimanê kurdî çi ye.?

Rêvan Hesen; Banga her kurdekî ye ku rewşenbîr û zimanzanên me tucarî dev ji pêşketina zimanê xwe yê kurdî bernedin, wek ku Mîr Celadet Alî Bedirxan jî gotiye yekbûna gel bi yekbûna ziman dest pêdike.

5- Pirsyar; Nameya te ji bo Rêxistina UNESCO û civata navneteweyî û hevpeymana navneteweyî li diî terorê ku niha li beşeke mezin Rojava xwedî role çi ye.. Her weha ji bo vegerandina Efrînê ji xelkên wê re ku ji vê rewşa nelibar rizgar bibin ku bêhtir ji 50 hezar xwendekar ji xwendina xwe bê beş bûne.?

Rêvan Hesen; Her wiha banga me ji rêxistinên navnetewî re jî ew e ku Efrîn di demeke pir kurt de vegere yê Efrîniyan û xwendekarên wê jî car din vegerin zanîngeh û dibistanên xwe.

 

Hemû tiştên di jiyanê de bikin bi kurdî û Efrînê bi bîrbîn in

Ji bo hatina vê rojê, ez pîrozbahiyê li hemû gelê Kurd dikim û bi taybet li wan kesên ku girîngiyê didinê û hewil didin ji bo pêşxistin û parestina zimanê zikmakî di jiyana rojene de.
Pêşxistin û parastina zimanê Kurdî tê wateya ku pêşxistin û parastina pirensîpên lêzanên me ên koçî dawî kirine, Ehmedê Xanî, Cêgerxwîn, Apê Mose, Mihemed Uzon û Bavê Welat Efrînî, Apê Osman Sebrî û Celadetê Elî Bedirxan.

Bi kurdî bixwînin, raman bikin, nêrîn bidin, nivîs bikin, wêne bikişînin, pêşengehan vekin, pirtûkan biweşînin, destanan binivîsin û Efrînê jî ji bîr nekin, ji ber ku, Efrîn, navenda vejandina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber ku yekem zanîngeha bi zimanê kurdî li Efrînê bû, yekem peymangeha mûzîka kurdî li Cindirêsê bû, kelhaya Horî jî hemû rastiya resentiya Efrîn û ziman û çanda wê dide nasandin ku êdî Efrîn navendeke kurdî resene û wê ti carî nebe warê miletekî din û wê guhertina demografîk li ser xwe nepejirîne.

Ziman hebûn û nebûna gelan e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket