Roj bi êlekê nayê veşartin

Nêrîn 01:50 PM - 2023-05-06
Dawûd Cundî

Dawûd Cundî

Bersiva daxuyaniyên Aştî Berpirsê Şaxa 17 ya Partiya Demokrat a Şengalê!
Ji xelkê Şengalê re ne veşartî ye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dema rûxandina rêjîma hilweşiyayî ve li herêmê desthilatdar e, lê ti tişt ji rastiya bajêr neguhert û nekarî di warê rêvebirina dadwerî, ewlekarî û rêvebirinê de têkçû û delîlê herî mezin revandin û vekşîna hêzên leşkerî dema êrîşa DAÎŞê û radestkirina bi hezaran Êzdiyên bê guneh bo DAÎŞê .
Her wiha em tekez dikin ku Partiya Demokrat ev 8 sal in koçberên Şengalê di kampên darê zorê di her piroseyek hilbijartinan de bikar tîne  ji bilî wergirtina alîkariyên madî ji xêrxwazan li ser hesabê koçberan, ji bilî sînordarkirin û nehiştina vegera awareyan û daxuyaniya wezîrê koç û koçberan ya vê dawiyê baştirîn belgeya wê yekê ye.
Wek her kes dizane niha Herêma Kurdistanê di qonaxekê de ye ku ji aliyê Partiya Demokrat ve bi yek desthilatdar tê naskirin, bi taybetî li parêzgeha Duhokê û hewl dide dengên azad qut bike, lê heta niha kesek ji wan kesên ku di vê dawiyê de hereşe li ser Êzdiyan kiribûn  ne hatine cezakirin, lê wan dîsa tenê lêborîna xwestin bêyî ku ti tedbîrek rastîn ku wan bi axaftinên nefretê û binpêkirinên li dijî gelê Êzidî yên ku rastî tawanên herî hovane ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kirin, sînordar bike.
Derbarê lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê herdem amadeye ji bo vê piroseya demokratîk, lê rêjîma deshilatdar ya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve tê birêvebirin, sedema sereke ya van nakokî û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye. bi bikaranîna kotaya pêkhateyên olî û kêmneteweyên li herêmê re li gor berjewendiyên xwe derbas dibe, ji ber ku em tekez dikin ku em li gel mafê hemû pêkhateyan ne, bi taybet gelê Êzidî bi mercê ku ew nûnerên rasteqîn bin û nebin alavek di destê demokratan de!.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket