125 salvegera Rojnameya “Kurdistan” pîroz be

Nêrîn 03:37 PM - 2023-04-24
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Îro roja şemiyê 22-4-2023`an, roja rojnamegeriya Kurdî ye ku 125`an, anku 125 sal beriya niha yekemîn rojnameye bi navê  “Kurdistan” ê ku ji aliyê rojnamevanê mezin ê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ve li bajarê Qahîreyê paytexta Misrê hatibû derxistin û weşandin.
Divê em ji bîr nekin ku çarşema derbasbûyî ji kurdên me Êzdî re cejna çarşema sor bû û me pîroz kir û wek doh înê ji cejna qurbanê bû û me pîrozbayî li hemû kesî kir û evroj ez wek rojnamevan û rojnamevanekî ji sala 2005 ango 18 salan ve û ez bi berdewamî di vê pîşe û behreyê de kar dikim ku ev roj salvegera rojnamevaniya kurdî ya 125`min a rojnameya “Kurdistan” ê  ye.
Her weha roja 22 Nîsanê ji hemû salekê wek roja Rojnamegeriya Kurdî an jî Cejna Rojnamegeriya Kurdî hatiye nasandin. Di vê rojê de, gelê kurd bi awayekî hevdeng û hevseng dest bi pîrozkirin û bilindragirtina wê yadgeriya pîroz ku bo yekemîn care ku kurd xwedî destkefteke we girîng û bi berhem be ji aliyê rewşenbîriyê de ku wek tê zanîn kurd di aliyê leşkerî de ti pirsgirêkên xwe tune ne, lê mixabin her dem ji aliyê siyasî û dîplomasî û ragihandinî ve ketiye aloziyan.
Bi hatina 125`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” , ez vê roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyan û canpakiya rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî pênûsdarê Kurd ên welatparîz û xemxwerê parastina doza rewa yê kurd dixwaz im.
Her weha li vir dibe mirov hinek rastiyan ji bîr neke ku yek ji wan rastiyan ewe ku nemir û wundayê nerewa û doza giran Serokê rewanşad Mam Celal yek ji rojnamevanen herî bijarte yên rojnamegeriya kurdî û Peyva azad li Kurdistan û Êraqê bû.
Her di wê barê de, Endama Desteya Bilind a Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Hêro Îbrahîm Ehmed bi boneya 125`min salvegera rojnamegeriya Kurdî pîrozbahî li hemû rojnamevan û xebatkarên ragihandinên Kurdî kir û got: “125 saliya rojnamegeriya kurdî û derketina yekemîn rojnameya kurdî  rojnameya "Kurdistan" pîroz be.’’
Hêro Îbrahîm Ehmed ragihand ku YNKê her dem baweriya xwe bi rojnamegeriya azad heye û piştevaniya rojnamevanan dike. Wê li ser rêya pîroz a ku Mam darijtiye û projekiriye berdewam bike.”
Wek tê zanîn ku Dade Hêro Xan yekek ji wan wêneger û rojnamevanên herî naskirî û pêşketî di nava xevatên çiyayên Kurdistanê bû.
Dade Hêro bi xwe jî hem keça rojnamegerê mezin ê kurd nemir mamoste Îbrahîm Ehnede û hem hevjîna rojnamevanê mezin rewanşad serok Mam Celal e. Hem pêşmerge û hem çalakavan û hem rojnamevana jin a destgpêkê di nava rêzên pêşmergê Kurdistanê de bû. Dade Hêro, Hêro Xan, Xato Hêro Ibrahim Ehmed, ew jina bû ku di zemettirîn serdem de li ser çiyayên Kurdistanê li gel pêşmergeyên mêrxwas û wek hevjîna rêberê şoreşa nû ya Kurdistanê rewanşad serok Mam Celal  û rojnamevaneke şoreşger tevdigerî.
Dede Hêro Xan di dîroka gelê kurd e, wek yekemîn jin li gel hevjîna xwe ji tekoşîn û xebata serê çiyayên Kurdistanê ber bi koçka serokkomartiya Êraqê ve birêket û dest bikar bû. Jina şoreşvan a kurd dede Hêro mora xwe li dîroka tekoşîna rizgariya neteweyî Kurdistan da.
Jina şoreşvan û polayî xebatkara serî çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed yek ji jinên ku pêncemora xwe li ser rûpela dîrokê xistiye ye. Piştîvana herî mezin a doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Piştîvana herî rast û ê dirûst ya rojnamevan û medyakarên kurd bû û hîn jî wiha ye.
Her dem alîgirê kar û xebatên rojnamegeriya azad e. Li ser çiyayên Kurdistanê, xwedî kar û xebatên wênegerî û rojnamegeriya rasteqîne a şoreşgerî bû, her li xebatên bajaran de jî, her piştîvana wê xebatê bû, her weha bserpereştiya kar û xebatên hunerî û rojnamegerî û civaka sivîl dikir û xizmeta her çar perçeyên Kurdistanê dikir.
Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî di mêjk û hizrên gelê me de, vejiya û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.
Di hersal de û di roja 22-04'an de, salvagera vêketina mûma yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser destpêka rûpelên rojname, Kovar, malper û serlêvan e. Her weha di wê rojê de destpêkirina dîroka weşana rojnamegeriya Kurdî hate bi destnîşan kirin û bûye bi rojeke girîng ji tevahiya gelê me re.
Weku têzanîn ku em hemû ji bo vê rojê xwe bi berpirsyar dibînin û ji bo pêşxistina pirojeyên azadiyên bîr û remanan û hizir û hişên neteweyî yên ku ji aliyê malbata welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan ve destpêkiribû, em baş dizanin ku ji roja rojê ve, kar û xebata wê malbatê mîna nasnameya me yê rewşenbîrî û çandî hatiye naskirin.
Di dîrok bînerê rastiya 125 salên borî de, yekemîn rojnameya Kurdî yê bi navê "Kurdistan" ku di 22-04- 1898’an de, ronahiya xwe da ser rûpelên dîroka gelê me yê aştîxwaz û mafperwer wek şoreşeke hizrî û ramanwarî we bû.
Her weha bi serpereştiya herdu bira yên ronakbîr û rewşenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet Bedirxan Beg li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana hejmara yekemeîn ya Rojnameya Kurdistan kirin. Pitşre li Cinêv û Londin û careke din Qahîreyê berdewamiya wşanên xwe dikir.
Weke tê zanîn ku weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke niştîmanperwerî û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin. Ji bo berdewamîya wana di nava kar û xebatên şoreşa hizrî neteweyî kurdî de, dibe ev roj, bi rojeke cejin bê nasandin û bi taybet bi wergerandina we rojê bo warî piraktîkî û bi dilsozî bê pêşxistin û parestin.
Ev roj roja derketina hizrên rast û dirûstin, roja ronahîkirina rastiyên veşartîne, roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja nehîştina sitem û ne rewatî li dijî gelê Kurde.
Baweriya min bi pêşxstin û serkeftina vê rojê heye ji tekoşîna ramyarî û ta tekoşîna hizrî, bi reaneke azad dibêjim salên li pêş me, dê bibin salên azadî û serfiraziya gelê Kurd û Kurdistan.
Ji ber vê rojê, ez roja rojnamegeriya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ên wefadarên parastina doza rewa pîroz dikim û serkeftina rojnamegeriya rasteqîna a dûr li ecnîde û firoştina pênûsan li pênûsdarên xemxwer ên gelê xwe yên bi wîjdan pîroz dik im.
Di vê rojê de jî ez pakrewanê rojnamevan ên ku di heyama kar xebatên rojnamegeriyê de tevlî karwana Nemirên kurd û Kurdistanê bûne serê rêz ji wan re datinîm û ji dil û can bibîrtîn im.
Hozan Efrînî
Endamê Kara (aktîf) ê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
Endamê Fedresyona  Rojnamegeriya Navneteweyî (IFJ)
22 / 4 / 2023-Z - 2635-Kurdî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket