Mam li Şam -10-

Nêrîn 12:06 PM - 2023-03-12
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Li Qamişlo di nav heval û kesûkarên xwede)
 Elî Şemdîn wek me di xelekên berê de jî gotiye, Mam Celal di dema ku li Şamê bû di salên (1955- 1958)‘de, bi hemî karîbûna xwe piştgîriya damezrênerên Pêşî (Osman Sebrî, Ebdul Hemîd Derwêş, Hemza Niwêran)’kir û nav di wan dida ku partiya xwe ya nû avabikin, her wiha pêwendiyên xwe yên berfireh xiste xizmeta danûsitandinê de li gel rêxistinên kurdî yên ku di wê demê de hebûn, mîna (Civata Ykîtiya Xortên Dîmoqrat yên Kurd li Sûriya, Rêxistina Azadî..), û li gel kesayetiyên niştimanî, mîna (Dr. Nûredîn Zaza, Ceger Xwîn û Şêx Mihemed Îsa..), û bi serkeftî wî ew komkirin li dor (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya ).
Mam Celal dest bi pêwendiyan kir li gel Dr. Nûredîn Zaza, ku di sala (1956)‘de, ji ewrupa vegeriya bû sûriya û dîploma dektora di Zanistên Civakî de bi dest xistibû, û Mam Celal hewil dida wî razî bike ku were nav vê partiya nû, û postê serokê wê wergire, û di vî warî de Dr. Nûredîn Zaza bi xwe di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Jiyana min ya kurdî), dibêje: (Tevî mijûlbûna min wek mamosteyê perwerde û civakê li zankoya Şamê, lê min dest bi cîbicî kirina erkê xwe kir, û di vî warî de Mam Celal alîkariya me dikir..).

Bi rastî, Mam Celal dûdilî nedikir di alîkariya Dr. Nûredîn Zaza de ji bo cîbicîkirina erkê xwe yê dîrokî, û zû pêwendî kirin bi rêxistina (Azadî)‘re, ku helbestvanê kurd (Ceger Xwîn), bi xwe serokatiya vê rêxistinê dikir, û wî jî ji aliyê xwe ve zû daxwaza Mam Celal cîbicîkir û rêxistina xwe hilweşand û tevlî rêzên (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya)‘ bûn, û ji endamên wê yên xwiya û naskirî ku li gel Ceger Xwîn hatibûn nav partiyê, ev bûn: (Zubêr Hesen, Mecîd Haco, Mihemed Fexrî, Osman Osman, Beşîr Mele Sebrî..), lê yên ku bi vê biryara Ceger Xwîn razî nebûn û erê nekirin, ev bûn: (Şêxmûs Qerqatî, û Şêxmûs Şêxê..)‘bûn. Herwiha Mam Celal û Nûredîn Zaza ji Şamê berê xwe dane bajarê Qamişlo ji bo ku raya giştî ya kurdî li dor partiya nû kom bikin û bi civînin, û Mam Celal bi amade bûna Dr. Nûredîn Zaza li wir civînek li mala (Dr. Ehmed Nafis), li darxist di (30.11.1958)‘de, li gel (Samî Namî, û Derwêşê Mele Silêman), ku herd nûnerên (Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat yên Kurd li Sûriya)‘bûn, ya ku di (21.4.1954)‘de, hatibû damezrandin, û di vê derbarê de Samî Namî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Dîmenin ji Dîroka Winda), ji Mam Celal re dibêje: (Hûn dizanin ku Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat yên Kurd li Sûriya, li gor dîtina me, ew yeke ji rêxistinên siyasî yên gelekî zengîn bi çalakî û bi jimara endamên xwe, lê tevî vê yekê jî me li ser daxwaza we biriyar xwe daye ku em civata xwe hilweşînin û têkevin bin sîwana Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya.. û ji îro bi şûnde çi ji me jî were xwestin emê bikin..).

Hêjayî gotinê ye ku Mam Celal û Nûredîn Zaza ji Şamê hatibûn Qamişlo bi behana beşdarîkirinê di şahiya veguhestina bûka (Samî Ehmed Namî)‘de, ku ew aheng hatibû li darxistin di (28.11.1958)‘de, û komelek kesayrtiyên kurd yên diyar û naskirî jî beşdarî di vê ahengê de kiribûn, ji wan (Ehmed Nafis, Arif Ebas, Silêman Haco, Ebdê Têlo, Hesen Huşiyar, û helbestvan Tîrêj..), û Samî Namî di vê pirtûka xwe de dibêje ku di destpêka Ahengê de Silêman Haco gotinek pêşkêş kir û bi xêrhatina Mam Celal kir ku îro di nav wande beşdar û amadeye, û ew bi vî rengî pêşkêşî beşdaran kir: (Ev heval û birayê me Celal Talebanî ye, mêvanekî meyî ezîze, ji kurdistana Îraqê hatiye û bi me re beşdarî vê şahiyê bûye. Em dibêjin ser çavan hatî û bi navê we ez doza gotinekê lê dikim..), herwiha Samî Namî di pirtûka xwe de dibêje ku Mam Celal bûk û zava pîroz kirin, û gotinek pêşkêşî beşdaran kir, û got: (Ez ne mêvanim, ez îro li mala xwe me, di nêv gel û hevalên xwe de me. Gava kurdek ji parçeyekî kurdistanê diçe parçeyekî din, wek ku mirovek di mala xwe de, ji odeyekê têkeve odeyeke din..), herwiha di wê şahiyê de Dr. Nûredîn Zaza jî gotinekê pêşkêş dike û dibêje: (Em bi vê hevdîtinê gelek kêfxweşin.. Ez ji xort û keçên kurd di xwazim ku bi xwînin û tevlî tevgera miletê xwe bibin, xwendine ya ku şopa azadiya gelan ronî dike û wan serfiraz dike..).
Bi vî rengî ew şahî bû weke mehrecaneke netewî. Bi rastî destekî Mam Celal yê dirêj hebû di hilweşandina wan rêxistinên kurdî ku di wê demê de hebûn, û di komkirina wan di jêr sîwana (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya)‘de, her wiha roleke wî ya berbiçav jî hebû di destnîşan kirina Dr. Nûredîn de wek serok ji vê partiyê re..
11.3.2023

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket