32 sal berê vîneke azad ya gelê kurd hate vejandin

Nêrîn 05:22 PM - 2023-03-05
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Di roja 5/3/1991’an de, ango 32 salên beriya niha, li bajarê Ranyayê ya devera raperînê, serhildana gelê me yê kurd li dijî dîktetoriyeta rêjîma Sedam Hisên dest pê kir û ew serhildan di rojeke wek îro de, li bajarê Silêmaniyê dirêjpêder bû.
Roj bi roj berferehtir dibû heya ku gişte parêzge û bajarên din ên Başûrê Kurdistamê ku Hewlêr û Duhok û Kerkûk û Xaneqîn jî li xwe girt.

Li vir dikanim ji dil hinek rastiyên ku derbarê serîhildana gelê me li Başûrê Kurdistanê bînim ser nivîs ku 32 sal beriya niha di 5/3/1991’an de, li bajarê Raniya ya devera Raperînê dest bi serhildan û raperîneke watedar bû.
Ew roj wek roja rabûnê bû, roja serkeftina vîn û hêrsa giyana gelê kurd û Kurdistanê bû.
Di rastiyê de, ew raperîna 32 sal berê, ji bo gelê lurd û Kurdistanê wek pêngaveke dîrokî û derfeteke zêrînî bû.
Wek hemû dizanin ku tçşka rastiya wê alafê ku bi navê raperîna 5ê adarê hatiye nasandin bi destpêşxerî û pêşengtiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bû.

Di encamê dê, ew tê wê wateyê ku 32 sal berê vîneke azad ya gelê kurd û Kurdistanê hate vejandin.

Serhildan jiyan e

Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket