21ê sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pîroz be
Nêrîn 11:33 AM - 2023-02-21
Rojeke gelek girîng, pîroz û watedar e. Bi taybetî ji bo me kurdan
ku hîn zimanê me qedexe ye, em kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde
bibin. Ez dixwazin di serê de behsa dîroka vê roja navnetewî bikim ku
kengî, ҫima û ҫawa roja 21ê sibatê bûye roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî.
Di roja 21 sibata 1952an de komek xwendekarên bangaliyên ku li
zanîngehan dixwend li paytextê Bangaladeşê li bajarê Dakayê
xwepêşandanek (mîtîngek) li darxistin, bi durişme û pankartên xwe,
xwestin ku bi alfabeya xwe û bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Zimanê wan
bibe zimanê fermî yê perwerdê. Wê demê Bangaldeş di bin desthilatdariya
Pakistanê de bû û Pakistanê ziman û ҫanda wan qedexe kiribû. Di vê
xwepêşandanê de polîsên Pakistanî wê koma xwendakarên Bengalî dan ber
kotek, lêdan û berikan. Hinek ji wan birîndar bûn, hinek hatin girtin û
11 kes jî li meydana xwepêşandanê hatin kuştin. Gelek dewlet û dem û
dezgehên sîvîl ên navnetewî wê wahşetê protesto kirin. Ҫend sal piştre
Rêxistina Yekitiya Neteweyan beşê Perwerde, Zanyarî û Ҫandê (UNESCO) yê
li ser pêşniyaziya bengaliyan roja 21ê Adarê bi navê International
Mother Language Day (IMLD ), yanî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî
(RZDN) diyar kirin. Piştî van bûyeran dewleta Pakistanê neҫar ma û di
sala 1956an de li gel zimanê urdû zimanê bengalî jî wekî zimanê fermî
pejirand. Di sala 1971ê de jî Bengadeş ji Pakistanê veqetî û bû
dewleteke serbixwe. Her weha di sala 1999an de UNESCO ji bo perwerde û
hînkirina zimanê dayikê rê û rêbaza salnemeyeke xebatê derxist. UNESCO
girt bernameya xwe ku divê hemû ziman û ҫand werin parastin. Mafê bi
perwerdeya zimanê dayikê mafeke sirûştî ye, tu dewlet nikare qedexe
bike. UNESCO ji bo roja 21ê adarê her sal mijareke derdixe pêş û li ser
wê xebatê dike. Mijara îsalî jî “bi zimanê mînorîtetan (kêmneteweyan)
amadekirina pirtûk û medya dîjîtal” e. Divê her dewletên ku di nav
tixûbên wan de mînorîtet hene îsal di vê mijarê de alîkariya wan bikin,
butҫeyeke ji wan re veqetînin. UNESCO li ser înternetê ji bo her dewletê
beşekê vekiriye. Her dewlet xebatên xwe yên di vê mijarê de li wir
nivîse. Me li beşê Tirkiyê nêrî vala ye.
Pena navnetewî jî par di civîna xwe ya Belgradê de, di derbareyê
perwerdeya zimanê dayikê de biryareke girîng girt û Navenda PENê bangeke
weha kir: “Di warê mafê zimanê dayikê de, ne bi tenê dewlet, pêwîst e
ku hemû dem û dezgehên sivîl û kesayetî hewl bidin ku perwerdeya bi
zimanê dayikê mafeke xweristiye, wijdanî ye, pedagojîk û mirovahî ye û
pêwîst e ku her kes bi zimanê we perwerde bibe… Hemû ziman û ҫand werin
parastin, geşkirin û zîndîkirin…” Herweha Navenda Pena Navnetewî ji
alfabeyên her zimanî logoyeke xweşik ava kir.
Li gorî Statîstîkên UNESCO yên herî dawî li seranserê cîhanê îro 2473
ziman di rewşeke nebaş de ne, pêşeroja van zimanan tarî ye û her roj ber
bi wendabûn û mirinê ve diҫin.
Zimanê kurdî bi sala in ku ji aliyê dagîrkeran ve ji her alî û metodi ve
tê helandin,bişaftin (asîmîlasyon) û qedexekirin. lê hîn jî bi hemû
mezinî û dewlemendiya xwe dijî. Kovara ziman a fransî “Le Francais Dans
Le Monde” di hejmareke xwe par de ji bo zimanê kurdî sernivîseke weha bi
kar anî. “Li cîhanê zimanê herî dewlemed û bi bandor kurdî ye.” Kovar
di nivîsa xwe ya analîz û dirêj de destnîşan dike hîn îro jî kurdî li
cîhanê di nav zimanên axaftinê de di dora 31. de ye û li Rojhilata Navîn
jî piştî erebî, tirkî û farisî, kurdî di dora ҫarem de ye.
Hîn îro jî li Tirkiye, Êran î li Suriyê bi mîlyonan zarokên kurdan her
roj tên asîmîlekirin. Sistemên perwerdeyên van hersê dewletan yek ji
yeka din şoventir, nîjadperestir û asîmîlekartir e. Di perwerdeyê de
plannameyeke (mufredateke) weha ҫêkirine û piştî dibistana seretayî êdî
polîtîkaya wan a asîmîlê digêhe armanca xwe. Zarokên kurd ku dest bi
dibistanê dikin piştî heşt salan êdî ji ziman, ҫand û nasnameya xwe bi
dûr dikevin. Dibin kesekî din. Karakterên xwe yên netewtî wenda dikin.
Ji aliyê zanistiyê ve jî hatiye, pejrandin ew zarokên ku bi zimanê
dayika xwe nexwînin, perwerde nebîn, bi dare zorê zimanê wan qedexe bin û
bi zimanekî biyanî perwerde bibin promlem û serêşiyên piralî derdikevin
hole. Şagird tênagehîn, napeyivin, bi xwe bêbawer in, problemên wan ên
zîhnî ҫêdibin. Dikevin aloziyan, dibin , bê sûd û
bêkesayetî. Di encamê de civak bi xwe serûbin dibe. Ji kesên seqet
civakeke seqet peyda dibe.
Hozan Efrînî
zêtir bibînin
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zortrin xwendraw
-
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
Kurdistan 10:02 PM - 2024-05-10 -
YNKê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Qeyser a Hewlêrê dike
Kurdistan 02:13 PM - 2024-05-10 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 10 milyar e
Kurdistan 09:55 AM - 2024-05-10 -
Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin
Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10