Stêrka kurdî ya pîroz û ya mizgîniyê

Nêrîn 04:26 PM - 2022-01-13

Nivîskar û dîrokzan û lêkolînvanê kurd ê Rojavayê Kurdistanê mamoste Biradostê Mîtanî nivîsek bi navûnîşana "Stêrka kurdî ya pîroz û ya mizgîniyê" ji PUKmedia`yê re şandiye û em jî, bi dilgeşî diweşîn in û spasdar dibin.

Ev e nivîsa mamoste Biradost Mîtanî;

Di olên Kurdî de pir pîroz e . Du sêgoşe ne ,her sêgoşeyek nîşana jin û mêr e ,hev himbêz kirine sembola hevjiyan û evînê.
Ya mizgîniya hatina pêxember Îsa ye. Ji ber pêxember Danyal  yê ku jêra henek dibêjin ew e pêxember Zerdeşt e, berya bimre gote Moxên Kurdên Mîdî : Pêxemberek wê piştî min re were navê wî Îsa.Stêrkek wê ji Rohilat derkeve ,li pey herin ,dera ew deynê ,pêxember Îsa (S) wê li wir be. Lewra ev stêrik derket û wan Moxên Kurd da pey ta çûne Bêtlehmê li devera ku niha jê re dibêjin Filstîn ,çûne derên şikefta ku stêrik li wir ketî,dîtin ku va jinek tê de ye û zarokek li ser kaba wê ye. Gotin ma hûn kî ne . Pêxember Îsa got :Ez pêxember Îsa me û ji giyanê Xwedê me.
Wan Kurdan got nexwe mizgînî me bi cih hat û gotine xelkê. Lê qiralê Romanî û Cihwan gotine wan vê mizgîniyê nebêjin û şikere nekin ,em ê bi tenekan zêra bidine we ,lê wan qîma xwe neanî. Lewra kara kuştina wan kirin ,lê wan bi revê xwe xilas kirin û vegerihan Kurdistanê.
Lewra ev stêrk pîroz e . Nîşana hebûna jiyanê ye ji herdu regezên mêza û nêrza û wilo nîşana mizgîniya Kurdan e yên ku yekem in ku pêxmeber Îsa dîtine û bawerî pê anîne.
Hêjayî gotinê ye ku ola Cihû jî vê stêrkê pîroz dibîne ,dibe ku çimkî keça Kurd a Cihû ji rêvebiriya dewleta Mîdî, ya ku navê wê Stêr bû ،wê Cihûyên ku Aşûriya talan kiribûn (Sebî) ji Orşelîmê û anî bûn û kiribûn dîl wê ew rizgar kirin û vegerandin welatê wan Orşelîmê û ji ber ku kirasê Stêr ji rengê Şîn bû ciho niha ji wî rengî hez dikin û ew stêrk di ala wan de ye û bi rengê Şîn.

Biradost Mîtanî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket