Rojbûna mirovên mezin berhemeke girîng e

Nêrîn 03:19 PM - 2022-01-04

*Rojbûn û jiyannameya rêberek û mêrxwesekî gelê xwe…

Îro roja duşemê, ji sala nûh ya 5-1-2015`an e ku di wê mrojê de, beriya 110 salan, rojbûna rêber Apê Osman Sebrî ye.

110 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê û bû bi stêrkek ji stêrkên ezmana Welatê Rojê. Di sala 5-1 1905`an li semsûrê, ya Bakurê Kurdistanê, Apê Osman Sebrî çavên xwe ji dunyayê re vekirin û roniya xwe da ser ax û baya welatê Rojê û bû yek ji diyartitîn stêrka azadiya doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistanê.

Nemir Osman Sebrî ku ji aliyê gelê Kurd ve bi (Apo) dihate naskirin di roja 5-1-1905 ku li gundê Narincê ya Kolik a Semsûr a Bakurê Kurdistanê hatibû dinê û gelek xebat û lebat ji bo derxistina rastiya doza gelê Kurd pêşxistibû, Ew yek ji helbestvanên mezin ên gelê Kurd e. Di heman demê de, ew yek ji nivîskarên Rêbaza Hawarê û mamosteyê zimanê Kurdî bû.

Apê Osman Sebrî di deh saliya xwe de, ango di sala 1915` an de, ji ber koça dawî ya bavê wî, ew sêwî dimîne. Û piştre dayika Apê Osman Sebrî, (Emîne) bi apê wî yê bi navê Şukrî yê ku begê êla Mirdesî bû hevjîniyê pêktîne. Mirdêsa di nav bajarên Meletî, Riha, Siwêrek û Semsûrê de ye, Her weha piştî hevjîntiya dayîka Apê Osman bi Apê Şûkrî re, Apê Osman digel dayîk û Apê xwe dimîne, lê weke tê gotin ku Apê Şukrî cih û meqamê Apê Osman pir bilind kiribû, ji zarokên xwe pirtir, ji Apê Osman Sebrî hez dikir û bi awayekî cuda perwerde dikir û him jî ji tiştên ne cûr diparêzt û xwedî lê derdiket.

Her di dema xwendinê de jî, ew şande dibistanê û wî di 16 saliyê de, dike xwedî mal û hevjîn û dibe xwedî malbat. Her weha di hevjîntiya wî ya yekemîn, 3 lawên xwe bûn, 2 law ji wan 3 lawan zûh mirin, lê lawê Apê Osman yê sisiê jî, ku navê wî Welat bû, di destpêka sala 1970`ê de, li Bakurê Kurdistanê, di temenê 47 salî de, hat kuştin.

Her li gor rastiyên jêderên dîroka wî ku Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. her ji bilî wê jî, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî yê li her çar aliyên Kurdistanê bû. Ne zehmet û ne jî astangî û ne jî mehalî li ba ferhenga wî tune bû, herdem digot; Di vê dinê de, tiştekî nebe nîne, eger mirov bixweze wê ji nebûnê hebûnê biafirîn e.

Derketina navbangê Apê Osman bi serhildana Şê Seîdê Pîran re…

Piştî Raperîn û Serhildana nemirê doza Kurd û Kurdistanê, bavê Kal Şêx Seîdê Pîran yê Palo, ku bi dar û agir û hesin hat serkotkirin û komkujî û kavilkirin bi derheqê gelê Kurd hat kirin û bi hemû awayekî ew serhildana Pîroz jinavbirin, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926`an de, ji aliyê leşkerên Tirko ve hatibûn girtin û piştre herdu apên nemir Apê Osman li zîndana Amedê bi awayekî hovane û dûr li hemû pîvan û yasa û zagonên cîhanê hatin darvekirin. lê di wê derê de, Apê Osman bi qasî du salan di zindana Denisliyê ya Amedê de ma û piştî ku lêborîneke giştî ji aliyê rêjîma Tirko ve hat dayîn, di sala 1928`an de, Apê Osman hat berdan.

Di malpera Rewanbejê de li ser çawaniya destpêkirina tekoşîna netewaî ya ji aliyê Apê Osman ve destpê kiriye, Apê Osman Sebrî di bîranînên xwe de, buyera bidarvekirina apê xwe tîne ser ziman û dibêje;

„Me dengê lingê leşkeran bihîst û me xwe da hev. Demhijmêr nihê şevê bû. Bi lezgînî min destên apên xwe ramusand. Dema ew birin sêdarê li pişt wan min li wan nihêrî. Min dengê apê xwe carekî dîtir bihîst:

„“Egid be, dirust be, pêgihiştî be û dema gihiştî dawiya rêkê azad û serfiraz be.““

Ji wira derketim û rasterast çûme nav cihê xwe. Barekî mezin min girtibû ser milên xwe. Komarê dest danîbû ser tavayî mal û milkên me, paşê jî apên min kuştibûn. Wekî ku ji mezinekî rêber bêpar mabûm berpirsiyariya şazde zarokên ku pêdiviya wan bi xwedîkirinê heye kete ser şanê min. Berî bi deh salan dema ku min bavê xwe winda kirî apê min Şikrî tunebûna wî bi min nedabû hesandin. Gelê minê jî wekî wî li van zarokan baş mezyandibane? Di bin giraniya hizrên xwe de ser xwe çûbûm. Dema sibêda paşê rabûm roj derketibû“…

Her weha piştî ku Apê Osman di nava gelê xwe de, bi ciwanekî şoreşger û xwedî însiyetîv û pir çalakvan hat naskirin, di sala 1929`an de, careke din ew û 26 serkirde û berpirsên Kurd ji aliyê rêjîma Tirko ve hat xwestin û di encamê de, biryara girtina wan kirin bi fermaneke fermî û bi awayekî hovane yek bi yek xistin bin çavan û birin zîndanê, lê ji ber biçûkbûna temenê wî, ew dîsan azad kirin, lê herdem li jêr çavan û kontirola leşker û Cendirme û Mîtê de bû û car caran gef û hereşe lê dikirin û rê ne didanê ku bi şêwazeke çalak kar û xebatên Kurdeyetiyê bike û ji ber xwîna wî ya gerim, ew neçar bû ku dest ji Bakurê Kurdistanê berde û berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê tako bi awayekî azad û serbest xebat û lebata netewî berdewam bike.

*Derbasbûna Apê Osman ji Bakur bo Rojavayê Kurdistanê…

Ji ber wê yekê jî, Apê Osman di 24-12-1929`an de, derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû, û piştre jî, dest bi berdewamkirina kar û xebata xwe ya nîştimanperwerî kir û ji Partiya Xoybûnê daxwaza endamtiyê kir û ji ber çalakiyên wî, ew yekser hat pejirandin û bi awayekî çalak kete nava xebata Xoybûnê, du salan bû endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê da li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê kir. Pir helbestên wî hatine çapkirin û yên ne çapkirî jî hene.

Her weha piştî ku li gor agahiyên ronakbîrê gelê Kurd yê navdar MÎRHEM YÎGÎT ku Sala 1929’an 24’ê meha 12’an Apê Osman Sebrî dadikeve jêr, binxet dibe, derbasî wî aliyê sînor, xeta Frensawî dibe. Ew ne siyasetmedarê ewil û ne jî yê bi tenê ye ji Bakur derketiye.

Gelek law û keçên ji Dêrsimê, Çewlikê, Amedê, ji Wanê, ji Stenbol û her aliyê perçê Serxetê, rewşenbîrên wek Nûredîn Dêrsimî, zarwên mala Cemîl Paşa, yên malbata Bedirxaniyan, ji Mala Eliyê Ûnis Qewmê Çiyê, kesayetiyên wek Nûreddîn Zaza, Doktor Nafiz, Qedrîcan, Cegerxwîn, Hesen Hişyar û bi sedan têkoşer ji hejmarek niwêner û endamên rêxistin, komele û saziyên çendrengî li perçê em îro jê re dibêjin Rojava kom bûne. Ji bo salên ji vê sala binxetbûna Apê Osman û pêde jî binavkirina qonaxa sêhemîn wê ne şaş be.

Berî Apê Osman perçê Bakur bughere bi du salan, Kurdên penaber û derketî, bi navê Xoybûn rêxistinek avakirine. Li gora lêkolînerên mîna Rohat Alakom rêxistina ewil ya mirov dikare jê re bêje hemdem. Apê Osman dibe endamê Xoybûnê.

*Derbarê berhemên Apê Osman Sebrî de….

1- Elîfbêya Kurdî /1954 / Şam . 2- Bahoz / helbest / 1956/ Şam . 3- Derdên me / gotar û çîrok / 1956 / Şam . 4- Gotinên xav napijin bê tav / helbest / 1981/ Almanya / , helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza çapkir . 5- Elîfbêya Tekûz / 1982 / Şam . 6- Çar Leheng / têkest / 1984 / Şam . 7- Berseva Hoşeng / 1992 / Şam .

Li sala 1957ê Apê Osman digel hin rewşenbîr û ronakbîrên welatparêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih girt û ew xwedî bîr û baweriya wê damezrandinê bû, piştî ragihandina wê partiyê, ew wekî sekreterê partiyê hat hilbijartin û di bin sêbera wê partiyê de, Apê Osman dest bi kar û xebatê siyasî kir.

Lê piştî demeke dirêj ku êdî destê rêjîmên Sûriye kete nava Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Apê Osman digel çend hevalên xwe tê girtin û rewşa wan aloz dibe û bi taybet piştî ku hinek ji hevalên wî vîna xwe radestî rêjîmê kirin û teslîm bûn û dest ji dirûşmên serbixweyî û azadiya Kurdistanê berdan û dest bi perçekirina partiyê kirin û êdî partî bû bi sê û çar û heya roja me îro jî bû bi 30 partî.

*Panorameyek ji jiyana Apê Osman…

Di nivîseke lêkolînerî yê ronakbîrê gelê Kurd rêzdar MÎRHEM YÎGÎT de, wiha wek panorameyek nivîsiye;

Salên ewil Apê Osman çend caran derdikeve Bakur û davêje ser qereqolên dewleta Kemalîstî. Bi dû çalakiyeke wiha de dewleta Fransa Apê Osman û Kurê wî sorgonî Madagaskarê dike. Salên bi dû şikestina serhildana Agirî de diçe Başûrê welat, li wir tê girtin û dikeve zîndanên Mûsil û Bexdê, sal 1931 e.

Salên di nav 1930-1940’an de li ser dîrok, sosyolojî û çanda Kurdan kûr dibe. Ji kovarên Hewar, Ronahî û Roja Nû re dinîvisîne, analîzên civakî dike û helbestên her yek ji wan mîna bang û mesajeke neteweyî ye diweşîne.

Osman Sebrî di sala 1944’an cara duwemîn dizewice, zewaca vê carê bi xanimeke esilçerkez re ye. Ji vê jinê jî bi navê Hoşeng, Hoşîn, Heval, Hingur û Hêvî; 3 kur û 2 keçên wan çêdibin. Kebaniya wî ya duhem û dawî sala 1986 an diçe ser dilovaniya xwe. Ji Zarwên wî Hoşeng li Berlînê, Hoşîn û ne şaş bim du xwişkên xwe Hingur û Hêvî li Siwêdê dimînin.

Di salên 1950 de ji bo damezrandina partiyeke Kurd dixebite. Ev xebat encam dide û sala 1957’an ew, Dr. Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo û Hemîdê Derwêş Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê ava dikin û bi xwe dibe serokê wê. Salên 1965-1969’an sekreterê heman partiyê ye, Sala 1971’ê ji vê partiyê istîfa dike û xwe bi temamî dide ziman û wêjeya Kurdî. Êdî Apo heta sala koça xwe ya dawî ji siyaseta aktîv dûr dikeve, di van salan de ji kovarên mîna Çiya, Hêvî û Armanc ku li Ewropa derdikevin re dinîvisîne. / Bîraînên Osman Sebrî, Aram 2004 Stenbol/

Çend berhemên Apo: Çar Leheng-1984, Apo- Elmanya, Dîwan-Hemreş Reşo, Bahoz û çend nivîsarên din-1956 Şam, Derdên me -957 Sûriye, Gotar û Helbest, Elîfbêya Kurdî-1954,Elîfbêya Tekûz-1982 Stokholm.

*Dawiya jiyana rêberekî gelê xwe…

Lê piştî ewqas kar û xebat û tekoşîna bê wêne, di roja 11ê çileyê paşîna sala 1993`an de, li bajarê Şamê Paytexta Sûriyê koça dawî kir û ji nav gelê xwe bar kir. Her weha bi marasîmeke mezin û gersayî, termê nemir Apo ji Şamê anîn bo Kantona Cezîrê û li gundê Berkevirê ya Rojavaya Kurdistanê sipartin bi axa welat.

Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket