Hinara Tajdîn; CEMÎLA CELÎL keça rewşenbîrê nemir Casimê Celîle

Nêrîn 10:20 PM - 2022-01-01

Ez bi roja, bi seheta binvîsim dem têra min nake bona malbeta xanimeke nav û deng, bona rewşenbîreke jin, ji paytexta Ermenîstanêye bajarê Êrêvanê, ew xanim keça rewşenbîrê nemir Casimê Celîle, xûşka Zînê û dû biray doktor pirafêsor Ordîxan û Celîlê Celîlane.
Berî her tûştî mirov gerekê ji yalyê gelên xweda bê qîmetkirinê, cîyê xwe bigre nava netew û civakêda, hema wusane Cemîla Celîl, tevî malbeta xweye maqûle hêja. Pir hizkirîye,xweyê qedrekî pir bilinde, ez nizanim çawa dest pêkim û ji kîderêva dest pêkim nivîsara xwe.
Dê, xûşk, heval, şîretkar, rewşenbîr, mamosta, rênîşadar. Ew çi ku min nivîsî bejn û bala mamosta Cemîla Celîl saze. Her demê mamostay dibînim li ser kaxaz û defterada tewîyay, ser kar û kirna pêjdaçûyîna gelê xwe, naxweze tû kêmasîk bimîne, her karekî mîna ,,rûnê helandî” pirtûkada cî wer dike, wekî bibe dewlemendeke zengîn boy niwşên nû. Milahîm, xeberdaneke zelal, te tirê kanîyê çîyay Sîpana Xelatê jorda bi stran duxulxule tevî notê bin tilî, pêçyê wêda ku ruh distînin, menzîlê diqetînin berbi deştên gul,nêrgizê Kurdistana rengîn dikşin. 
Ez her carê wextê malbeta Cemîla Celîl diqesidim malbeta Wanda Kurdistana xweye rengîn dibînim. Dengê Ahmedê Xanî, Tîrêj, Feqîyê Teyra, Cegerxwîn min teseledibe.
Ez germayîke gur hembêza malbeta Wanda dibînim, ber ewê germaya dilovan hest û bestên mine qerimî germ dibe. 
Dibeke hine kes bifikirin ez reng û rewşeke bedewetîyê didime nivîsara xwe, ne xêr, çawa heye ez wusa dinvîsim, tû gilî-gotinekî zêde nanvîsim. Xanim Cemîla Celîl boy min xanimeke here mezine nava jinên meye Êrmenîstana sovîyêta berêda.
Hinara Tajdîn
Wêne dû sal berê.
Ez ,nevîya xwe tevî xanim Cemîla Celîl.

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket