Daxuyaniya komîta navendî yê PDPKS

Nêrîn 10:39 AM - 2021-11-08

Daxuyanî ji komîta navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Daxuyanî

Di roja 5/11/2021an de Komîta navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî li darxist , karname û naveroka civînê gotobêjkirina rapora rêzanî û amedekariya karên kongirê şazdemîn bû.
Li ser asta niştimanî ya sûrî hevalan dîtin ku tu guhertin di pirosês û pêvajoya rêzanî de çênebûye û bi taybetî piştî ragihandina şanderê navdewletî Gîr Pêdirson ji têkçûna karê gera şeşem a komîta distûrî re , Herwiha civîn dibîne ku guhdanek berçav ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ji rêjîmê re heye , Lewre ji tevgera niştimanî ya sûrî bi giştî û ji tevgera kurdî bi taybetî tê xwestin ku van guhertinan di ber çavan re bigirin.
Herwiha civîn bi dirêjahî li ser gefên Turkî ji herêmên kurdî re rawestî. Ji vir de komîta navendî tekez dike li ser helwesta xwe bi rêketina pirosês û pêvajoya rezanî di rêya peydakirina vîneke navdewletî û lihevkirinekê di navber Rûsiya û Amerîka de li ser bingeha biryara 2254.
Di vê çarçewê de komîta navendî ji Rûsiya daxwaz dike ku bi rolekî navbênkar di navbera tevgera kurdî û hikometa Sûriyê de bilîze ji bo gihştina raweyeke lihevkirinê di navber herdu aliyan de da ku karibin rawestin li hember gefên Turkî û dagîrkirina wê ji herêmên kurdî re.
Di heman demê de komîta navendî tekez dike li ser girîngiya lihevkirinê di navber aliyên sereke di nav tevgera kurdî de da ku karibin rawestin li hember gefên tunekirina hebûna kurdan di herêmê de , û li şûna ku partiyên kurdî karekî bikin di rêya peydakirina asoyên çareseriyê ji diyaloga di navber aliyên kurdî de mixabin em dibînin ku nakokî di navber Encûmena niştimanî ya kurdî (ENKS) û partiyên yekîtiya niştimanî ya kurdî (PYNK)ê de. kûrtir û zêdetir dibin , ji ber vê yekê bedbînî û bêhêvîtî di nav kolana kurdî de zêdetir bûye û gihaye asta nebaweriyê di navber gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî de.
Di vê çarçewê de komîta navendî tekez dike li ser berdewamiya danûstandinê bi navendên biryara navdewletî re û bi hêzên Kurdistanî û rikberiya sûrî re ji bo şirovekirina êş û azara gelê kurd û bidestxistina piştgîriyê li hember gefên Turkiyê.
Komîta navendî pêşkiyeke girîng dide xurtkirina lihevkirin û parastina aştî û pêkvejiyanê di navber pêkhatên herêmê de.
Herwiha komîta navendî bi dirêjahî li ser rewşa rêxistinî ya partiyê rawestî  û amadekariyên kongira şazdemîn a partiya me hatin gotobêj kirin , û di vê derbarê de hejmarek biryar hatin standin ji bo pêşxistina karê partîzanî û bi derketina biryarin pêşketî li gor guherînên ku çêbûne di astên rêzanî û rêxistinî û cemawerî û ragihandinî de.

6-11-2021

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

 

PUKmedia

 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket