Mam Celal, Xwedî rêbaza netewî û jî navneteweyî bû

Nêrîn 07:15 PM - 2021-10-02

Rastiya tekoşna siyasî û serbazî Mam Celal
Her weha nemir Mam Celal jî, wek serkirde
û rêberekî dêrîn û navdarî kurdî, xwedîyê
kesayetiya herî nasdar û çalakvan di warê
kirdarî de, ew bernameya selmandiye û xalên
wê di holê de bi cih kiriye.
Bo nimûne, di serdema şoreşa Rojhilatê
Kurdistanê de, Serok Mam Celal, bi herdem li
kêleka nemir Ebdurihman Qasimlo bû, alîkar û
hevkar bû.
Mam Celal xwedî rêbaz a yekrêzî ya netewî
ya kurdî bû. Kesekî ramyarvan û lêzanê
têkeliyên ramyarî û peywendiyên dîplomatîk
bû.
Ew gotin jî ji aliyê sekreterê giştî yê Hizba
Demokrat a Kurdistan a Êranê yê ber pakrewan
Abdurihman Qasimlo ve hatiye gotin ku di
heyama hevpeyvîneke taybet ya Kovara (AlSayed) ku bi riya rojnamevana Lobnanî Huda
AL-Huseynî li Qendîlê di buhara 1984`an de
pêkhatibû.
Dema ku Huda Al-Huseynî ji nemir
Qasimlo derbarê Mam Celal dipirse ku ew
kesayetiya Mam Celal çawa dinirxîne? Bersiv
13
Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd
wiha da; "Mam Celal kesekî pir ramyarvan û
deplomatkarekî bi tiwane û jîr û jêhatî ye û min
di navbera wî û Sedam Hisên de jib o rêkevtin û
aştiyê kar dikir."
Her di sala 1991`an de, li gel şandeyeke
Başûrê Kurdistanê ku ji piraniya partiyan
pêkhatibû, serdana deşta Bîqayê li Lubnanê kir
û çavpêketin li gel serokê Partiya Karkerên
Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan kir û gelek
xalên girîng derbarê yekrêziya gel û aliyên
siyasî kurdî bi hev re lihev kirin ku nûnerê
Partiya Demokrata Kurdistanê siyasetvanê
dêrîn ê kurd nemir Samî Ebdurihman jî bi wê
şandeyê re bû.
Her di adara 1993`an de jî, li gel alî û
partiyên Bakurê Kurdistanê ku kesayetiyên wek
Ahmed Turk, Hemreş Reşo û Kemal Burkay jî
hebûn, dikarî li gel serokê Partiya Karkerên
Kurdistanê rêzdar A . Ocalan rêkeftina agirbestê
bike û riya diyalogê li gel hikûmeta Tirkiyê
veke.
Dema ku Mam Celal agahiyan dide serokê
Tirkiyê yê wê serdemê Turgot Ozel ku Partiya
Karkerên Kurdistanê agirbesta yekalî
pejirandiye û amade ye ku dest bi projeya aştiyê
û çareserkirina aştiyane bike, wê demê
serokwezîrê Tirkan Silêman Demrêl li ber
14
Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd
kenalên ragiahndinê bi reşkawî got;"Ez kok
bawer nakim ku Partiya Karkerên Kurdistanê
agirbestê bide ragihadin û em ji wê yekê re ne
amadene ji ber ku ev tişt kok nakeve serê
mirovan ku PKKê agirbestê bide ragihandin".
Ev yek, rastiya bihêzbûna şêwaza siyaset û
dîplomasiyeta sekreterê giştî yê YNKê Mam
Celal dide zelal kir in ku, çawa herdem bûye bi
hêvana yekrêzî û yekîtiya nîştimanî di nava
tevgera Kurdistanî de .
Ji ber wê jî, YNKê wek serkirdeyetî û aliyekî
siyasî Kurdistanî gelek caran rastî aloziyên cur
bi cur hatiye û bi taybetî ji aliyê dewletên
dagîrkeran ve, lê her dem bi awayekî pir siyasî
û dîplomatîkî xwe ji wan aloziyan rizgar kiriye
û bi serkevtî derbas bû ye û êdî rê li ber ew
aloziyan bi siyasî û dîplomasiyet girtiye.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê di
dîroka 1/ 6 / 1975`an de, di nava rewşeke pir
nelihev û aloziyeke pir mezin ku tê de mala
kurdî û rastiya doza rew ya Kurd li ber
belavbûnê bû, çavên xwe li dunyayê hilanî û
serîhilda û derkete holê tako ew rastiyên hene ji
bo pêşeroja gelê kurd bêne parastin. Ew
pêngava bi serokatiya rêberê nemir Mam Celal
bû ku li gel hejmarek ji hevalên xwe ên destpêkê
dest bi vejandina jiyaneke nû ji bo şoreşa gelê
kurd kiribû.
Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd
YNKê ji aliyê gelek jêderên siyasî yên
Kurdistanî û cîhanî ve wek aliyekî siyasî kurdî
ku herdem di navbera aliyên siyasî kurdî û
Kurdistanî yên nakokdar de peywendî dikir û
hewilî sazkirina peywendî û aramî û aştî di
navbera wan aliyan de, gelek caran jî bi serkeftî
ew kar derbas dikir.

Têbînî; Ev ji pirtûka Mam Celal sembola netewî ya Kurd e... Ku nivîskar Hozan Efrînî amadekirye....

PUKmedia

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket