Nirxê Dîroka me ya kurdî, di rastiya heyîna me ya netewî de

Nêrîn 02:42 PM - 2021-09-14

Biradostê Mîtanî; Nirxê Dîroka me ya kurdî, di rastiya heyîna me ya netewî de .
Pirsa me : Kurd di dîrokê de xwedî rolek xwert in. Ma niha heyîna wan li gor wê hebûna wan a dîrokî ye ?
Ev gotar bersive ji wê pirsê re
-Pêşgotin.
Îro netewa kurdî netewa herî mezin e di cîhanê de ku bê dewlet e. Hijmara wan ji yên li ser xaka wan û derve ji (100) melyonî bihtir e. Ew netewke sereke ne li herêmê , di avakirina jiyanê de  . Xwedî şehristaniyek xwert in di dîroka Mezobotamiyayê de . Gelek dewlet ,mîreşîn û imbiratorî ava kirine . Sînorên wan gihane Derya Spî,Derya reş, kevkasiya ,Efxanistanê û kendava Lolo (Xelîc)  û carinan derbas kirine jî. Rola gelê kurd sereke ye  di hebûna dewletên mîna Iraq,Tirkuyê,Sûrî û Îranê û deweletinan din  de jî . Lê rola wan ne xwert e di rizgarkirina welatên wan  Kurdistan de .
 Rêjîmên wan dewletan wan nabînin netew û xwedî xak. Lê wilo jî nikarîne wan tune bikin .
Di vê mijara me de ,em ê rave bikin bê gelo gelê kurd weke heyina xwe, bi qasî wê şehristaniya xwe ya dîrokî ye ?
-Nimûnenin ji Nirxê şehristaniya me di dîroka me kurdan  de.
Rayên me yên kurdî di welatê me Kurdistan de digihine pêşiyên me yên  mirovê kevnar ji  serdemên Palyolîtîk ,Mêjolîtîk,Niyolîtîk û madenî de ,kurdistan xwedî jiyanek bû ji mirovên berê yê kevnar re ,di şikeftên mîna Şanîdar ,Duderî û Qersê de û piştire bajarê Girê miraza(Kopeklî tepa) û gundên Tilçermo,Zerzê ,çayono  û bajarên Tihelef û Somer .
Gelê kurd ê kevnar gelek dewlet ava kirine ,ji wan Xorî,Gotî(di dema Gotiyan de Somer 125 salan ma di destên wan de û şerê Oman manda yekîtiya kurdî Akadî şikandin),Êlemî,Kaşî(Kaşiyan Somer û Akad kirbûne yek bi navê Kurdoniyaş û 600 salî tê de man ),Lolobî,Sobarto,Xorîmîtanî,(Kadiş :Cenga ku Xorîmîtaniyan gelê welatê  Xoro yanî Soro yanî Sûrî kirbûne yek û Fer'ûnî şikandin)Kaltî(bavkên Xalidiyên    Cezîra Botan),Manî ,Mîdî(Kunfedriyona Medan),Kardox ,Sasanî (Bersiva Yezdekurd ê Sasanî  ji Emerê kurê Xetab re pir nîşana şehristaniya me  bû)û piştî hatina misrmantiyê me 58 stato ava kirine.
Kurd ji nejada arî ne (Hitler jî xwe dikir arî)weke Hindî,Farisî,Ermenî ,Pakistanî,Bengalî,Efxanî,Cermanî,Ingilîzî û Ferensiyan ...htd .
Di aliyê Mesolociya û xwedênasî de jî  kurd pir şehiristanî ne , ji dayikselerî ,xwedawenda dê,roj ( Nefertîtî û Fer'ûn) ,stêr ,Şawîşka (Şemiş,Şemî,yekşem....,Estêr ,Eştar),Înana(Îna ,Iyana) ,Anahîta,Mihtra(p.Îsa)  ,Zerdeşt,Mezdek û manî ve û pir bandor li olên Cihû,Xiristiyan  (Xiristiyan ,Kurdistan ) û misirmantiyê kirine.
Ji kesayetên kurd ên  navdar: Gaban,Selmanê kurd ,Ebûmislimê Xeresanî. Selahedînê Eyûbî,Ûsivê Ezmê,Birahîm Henano,Mihemed kurd Elî, Birahîmê Mûsilî,Ziryab,Bedîzemanê Hemezanî  ,Ebû Emerê Mûsilî û wilo hunermend bi sedan di hunera Sûrî,Iraq,Îran,Misir û Tirkiyê de  . Endizyar Bedî'zemanê Cizerî û gerdûnas Ebû fîdayê Eyûbî ,Ibin Xelkan û Ibin Esîr jî û bi dihan ên din.
Ji aliyê Zimanê kurdî ve  ,kurd xwedî dîrokek dirêj in .Bi tîpên Xorî(Horî, bi wan tîpan Helbest û strana yekem di cîhanê de hatiye nivîsandin berya bihtir ji 4000 sal,Hîroxilifî jî bi Horî ya me bandor biwe) ,evista, pêlewanî(Fehlewî,ibin muqefi' Rojbê) masîsoratî û soranî bûne koka tîpên zimanê qurana pîroz(Ebû eswed Du'alî ew tîp pêş xistin).
-Nimûnenin ji westegihinan nerînî ji helwesta me kurdan :
Kurdên  merwanî  di cenga Melezkurdê de 1071z bawerî bi selcûqiyan anî û qeyserê romî girtin ,lê piştre selcûqî li kurdên merwanî qulibtin.
Cenga Çaldêranê 1514z 23 mîrekan xwe kirine bin destên Selîm Yawûz de ,Kurdan 28 şoreş li dar xistine ,binketina wan bibtaybet xinizî û îxanet bû  weke : Birayên zulfiqar di Bexdayê de,Necmo,Qaso,Rêbero û Hesen Xeyrî,cehşik û qirûçî .
Bêtifaqiya kurdan  û em li kurdên êzdî gelek caran xwedì nederjetine û me ferman bi ser wan de anîne (Şingal berya zayînê paytexta dewleta bi navê Kurda bû) Idrîsê Bedlîsî bû şêwerkarê Selìm Yawûz Osmanî ,Mela Xatî bû sedema şikestina mîreşîna Rewandizê dema ji osmaniyan bawer kir,Yezdanşêr artêşa Bedirxaniyan bi osmaniyan re şikand,Peymana Sêver,Kurdistana Sor,komara Mehabad ,îro Efrîn ,Girê spî û Serê kaniyê bi arîkariya beşek kurd hatine dagirkirin
- Heyina me ya îro :
Fedralî li Başûr ,Xweserî li Rojava ,stemkariya li Rojhilat û bakur ,dûrketina melyonan ji kurdan ji hestê netewî, ji encamên tevlîbûna wan di çandên biyanî de,kocberiya ji ser xakê ,parçebûna siyasî û kesayeta netewî,heyîna du tîpên nivîsabdinê .Ma  ew hebûn li gor wê şehristaniya me ye
-Hewildanên dagirkeran ên helandina me: Tunekirin,helandin,erebkirin,turkkirin ,furskirin,
Komkujî: 74 fermanên bi ser êzdiyan de ,Geliyê zîlan,Dêrsim, Enfal û Helebça ,tileranê,,serhildana Qamişlo ,Efrîn,Girê spî,Serê kaniyê.wilo jî ta îro ziman,netew ,doz û  dojî wê tekoşîna netewî ys pêşmergan ,girêla ,YPG,YBŞ û YPJ hene
Ma ew berxwedana ne bes e ji wan komkujî û siyasetan re ,yên dijî me ?
Gelo wê berxwedanê nehiştiye em bihelin yan gelo çima em  bi giştî weke netew ,weke miletina din neheliha ne jî.?
-Li gor nerîna min raste rola wê berxwedanê ta radeyekê hebû û heye ,lê nehelandina me ,ta îro ji wê hebûna me ye xwert e di dîrokê de ,ji ber  çanda me ji ya dijminan xwertir e û ew bi wê çanda me bi bandor dibin. Kurd di xwezayîya xwe de kirde û kargêr in û avaker in  û zana ne di zaniyarî û zanistiyê de ,xwedî bandor in û di nojdarî,oldarî,avehîsazî,geşepêdan û afirandin û nûderiyê de cîwaz in. Devera ku kurd diçinê wê ava dikin û pêş ve dixin ,ji hemû aliyan ve . Ji xeynî aliyê yekîtiya netewî ve ,ji ber ku di wilo de hezar carî mixabin qelis in û arezoya kerîbûnê (Xerîzet qetî')ji encamên ku ev 2000 sal in di bin destan de ne bi wan re kêm biwe.
Bi dawî ez dibêjim ku hebûna me kurdan weke îro, di aliyê girêdana netewî ,hêz û şehristaniyê ve ,ne li gor xwertbûna şehristanî û rola  me ya di dîrokê de ye û wê şehristaniya me û hijmara me ya boş em niha li ser piyan hiştine û em weke netewinan din nehelihane û ne ji rola me ya îro ye
Nivîskar; Biradost Mîtanî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket