Helebçe ji bîr na be

Nêrîn 04:26 PM - 2021-08-17

Weku têzanîn ku di roja 16`ê Adarê de, rûdaneke bê wêne û ne mirovî ya ji aliyê rêjîma roxayî yê Êraqê berê ve pêkhatiye, herdem tê şermezar kirin. Her weha ew komkujî ji aliyê tevahiya mirovên bi wîjdan û mirovpewerweran ve tê şermezar kirin û wê rojê bi rojeke reş dinirxînin.
Lê bi taybetî li cih û deverên Kurdistanê, ew bûyer, ji aliyê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ve bi awayekî rasterast tê bi bîranîn û nefret li rêjîma Be`esê tînin û bi dijarî nerazsîbûna xwe li hemberî kiryarên terorîstî yên rêjîma Sedah Hisên nîşan didin.

Eger miro wê komkujiyê li gor xalên sereke yên Ragihandina Cîhanî yê Mafên Mirovan binirxîne û bi taybet herdu xalên ku bi wê ve peywendîdare, ya 5 û 8 yên ku ji aliyê carnameya cîhanî ya mafên mirovan ve hatiye pejirandin û ji aliyê piraniya welatên cîhanî ve jî bi awayekî morkirî hatiye erê kirin, piştre jî ew 30 xalên ku hatine pejirandin, bûye destureke fermî ya parastina mafên mirovan û rêzgirtin ji azadiyên mirovên tek û giştî.
 
Lê eger em werin li ser xala 8,an ya carnameya cîhanî ya mafên mirovan rawestin ku tê de wiha dibê: “Ji bo parestina mafên bingehîn ên ku yasayê pê‏kê‏ kiriye, mafê hemû kesekî heye ku demên destdirêjî li mafan bê kirin, daxwaziya dadgehê bikin daku ew maf bêne parestin. Her weha li gor xala 5,an ya carnameya cîhanî ya mafên mirovan ku dibêje: “Nabê ti mirov bên e‏kencekirin û sizekirin, reftarên tund û tîjiya hovîtî û rûmetbirinê  jî digel mirovan, nayekirin.”
 
Weku hemû kesek dizane ku têgeh û kirdarên ku dibin bi sedemê binpêkirina mafên mirovan, ji aliyê Neteweyên Yekgbûyî (UN) ve, pir bi hûrî naye ‏şopandin taku ew alî û welat an jî rêjîm bêne sizekirin, bi taybet ew welatên ku rolên serekî di nava rêzên Neteweyên Yekbûyî(UN) de û di Civata tenahiya navnetewî de hene. Ji ber berjewendiyên teng ve, hinek ji wan welatan her dostaniya welatên dagîrker û dîktetoran dikin, ev jîtê wê wateyê ku ew welat bi xwe jî tawanbarin bi binpêkirina rastiya pirasîpên parastina mafên mirovan e.
 
 Hezar carî lê mixabin ku gelek welatên ku ew 30 xalên sereke yên carnameyê(Ragihandina Cîhanî yê Mafên Mirovan) jî morkirine û tevlî wê peymanê jî bûne, hîn jî di warên kirdaî û bicîkirinê de, lawez man e û ti pêngaveke rasteqîne di wê derbarê de ne avêtine da ku rastiyên wan 30 xalên ku erê kirî, biparêzin.
 
Di roja 16-03-1988` an de, li Herêma Kurdistanê, di hewza Şerzûrê de, li serezmana bajarê Helebçeyê, ji aliyê firokeyên cengî yên rêjîma dîktetorê Be`esî ve hate kîmayabarankirin, bi riya kîmyabarankirinê re komkujiyeke mezin û bê wêne li dijî gelê Kurd encam da û di encama wê komkujiyê de, bi qasî 5000 welatiyên sivîl ku piraniya wan ji zarok, keç, jin, pîrejin, pîremêr û zarok û ciwanên temen 10 bo 16 salî bûn, herwe bi hezaran jî birîndar bûn û ziyanên kîmyasalê heya roja îro jî li ser laşê mirovên Helebçeya şehîd hîn jî bikare û rewşa tendirustiya wan neliheve.
 
Herwe pi‏ştî bûyer û komkujiya Hîro‏şîma û nagazekiyê, bûyera komkujiya Helebçeyê, yek ji wan bûyerên ku careke din wîjdana mirovahiyê hejandiye û têlên mirovdostiyê hilqetandiye, lê mixabin, ji ber bihêzbûû bi taybet bi Emrîkayê re, ti lêpirsîn û sizadanek cedî li dijî rêjîma Sedam, nekirin bi biryar taku Sedam Hisên sizaya xwe li gorî rastiya yasaya navnetewî ji ber wê komkujiyê bibîne û ew bibe dersek ji her dîktetorekî re.
 
Em baş dizanin ku pi‏ştî berjewendiyên welatên Ewrûpayê digel rêjîma Be`es yê dîktetor t‏êkçûn, înca ji nû ve komkujiya Helebçeyê bi bîra xwe anîn û di encamê de, Elî Kîmiyawî, li ser wê komkujiyê bi dardakirin, lê hîn jî ew birîn, ji aliyê gelê Kurd û mirovdotan ve nehatiye kewandin û ji bîr nebûye, wê ti caran ji bîra mirovadostan neçe, ji ber ku komujiyeke bi awayeke nemrovî û bê wêneyî li dijî zarok û jin û pîran, pêkahatibû.
 
Ji ber wê yekê, ez wek erkeke mirovahî û Kurdayetî dizanim ku 24’mîn salvegera komkujiya Helebçeya ‏şehîd, bi bîrtînim û serî rêz û rûmetê li ber hemû ‏şehîdan datînim, şehîdên Helebçeyê ronahiya tekoşîna azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.
 
Ez wek nûnerê rêxistineke navnetewî ya mafên mirovan, ez ê hewl bidim taku bi riya yasa û li gorî rastiya xal û bendên Carnameya Navnetewî ya Mafên Mirovan, di nasandina wê komkujiyê de wek pê‏şeng bin û li gorî yasaya parastina mafên mirovan, bi berdewamî li dijî her binpêkirineke mafên mirovan bixebitin û pê‏şengtiyê jî bikin.
Em bi hêvî ne ku ev roj bibe roja qedexekirina bikaranîna çekên qedexekirî di cîhanê de, taku ew metirsiyên ku liser mirovan hene, bi asanî ji holê rabin.

Hemdemî ji bîranîna pakrewanên Helebçeya şehîd re, neman û binkeftin ji her rêjîmeke xwînvexwer û dîktetor re.

Têbînî, ev ji erşîva min ya 24`mîn salvegera komkujiya Helebçe ku di 16-03-2012 hatiye weşandin..
Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket