Girîngiya Aboriya Rêveberiya Xweser ê Rojavayê Kurdistanê

Aborî 05:42 PM - 2021-07-27
.

.

Em bi bê pêşxistina kerta aborî, nikarin li Rojavayê Kurdisanê, ti pêngavan ber bi pêş ve bavêjin. Ji ber ku aborî, stona navenda pişta siyaset û xwebirêvebirina xweseriya demokratîk an jî her rengekî desthilatê be, pêwîstî bi geşepêdana aboriyê heye.

Li ser wê mijarê, di demên pêş me de, emê hewil bidin ku kampîneke berfereh jib o pêşxistina biwarî aboriya Rojavayê Kurdistanê dest pê bikin. Çi bi seminar û çi bi ragihandin û çi bi riya konferans û komcivînan be..Her weha em bi hêvî ne ku hemû aborînasên me li welat û derveyî welat xwe jib o kar û xebatên wisa amadebikin û tevlî wê kampînê bibin.

Dema ku ez van mijaran tînim ber destê xwendevanên nivîsa xwe yên birûmet, ez naxwaz im tenê ji bo xwendinê be, lê dibe ku em bi awayekî cedî li ser babeta aboriyê rawestin û em dest bi kempîn û xebatên jêrxana aboriyê bikin, her weha ew dorpêça aboriya ku ji aliyê komên çekdar û çeteyan ve li dijî Efrîn û Kobanê pêkhatiye, cihê fikrandin û bixwedeçûndinê ye, ji ber wê yekê jî, pêwîst e em di derbarê pêşxistina jêrxana aboriya li Rojavayê Kurdistanê baş xwe amade bikin û xebateke bê wêne û bi awayekî pisporî dest pê bikin tako em bibin bersiv ji vê qonaxa hestiyar ku em tê de dijîn.

Di vir de, ez dikarim hinek tiştên pir girîng ji bo aborînasên me û bazirgan û karsazên me hem li hundir û hem li derveyî welat bibêim ku êdî dem dema veger û karkerina di nava herêmên xweser yên li Rojavayê Kurdistanê ye. Eger hûn xwe ji vê erkê dûr bixin, wê de4mê, dîrok wê dilovaniya li we neke û hûn nikarin di demên avakirin û her tiştî bê amadekirin, vegerin û serê xwe bilind bikin, ji ber ku niha pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi we heye.

Hûn baş dizanin ku li Efrînê zêdetir ji 25 milyon darên zeytûnan hene, bêhtir ji 2 milyon darên Henarê hene, bêhtir ji 1 milyon darên çeftelî hene, bi sed hezaran darên din yên mêwe hene ku mirov dikare sûdê jê bigre. Her weha bendava Meydankê jî heye ku hem ji bo kerebeyê û hem jî ji bo avdana dar û beran û li çiya û sirtên bajaroka Racoyê jî, bi hezaran tonê hesin hene ku ji axa wê deverê tê çêkirin.

Her weha li Kobanê jî, hem zeytûn û hem genim û hem karê bîrkolandinê û bazirganiyê heye û ava Firatê jî di nêzî bajêr re derbas dibe ku mirov dikare sûdê jê bigre û ew deriyê sînor ku di navbera Bakur û Rojavayê de hatiye vekirin, destkeftekî baş e û dibe mirov bikar bîne û jê sûdmend be. Ji ber ku ew navçeya gelek girîng e û ji ber ew navenda Rojavayê Kurdistanê ye.

Lê di aliyê Cezîrê de jî, bi pileya yekemîn petrol û neft heye û weke tê texmîn kirin ku ji 35% ji petrola Sûriyê niha di jêr destê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê de ye û genim û pembi û deriyên sînor weke ya Serêkaniyê û her weha ya Til Koçerê ku deriyeke navneteweyî ye û Rojhilata Navîn û Welatên Rojavayê dighîne hevdu ku di aliyê berhemanînê ve gelek sûdmend û berhemdar e.

Lê derbarê Kurdên me yên Li Til Eran û Til Hasilê jî, ew di karê keştûkaliyê de û bi taybet di malên bilastîkî de, gelek li pêşin û asta behemanînê di pêş de ye û her wehe di karê kamyonên barhilgiriyê de ku di navbera Sûriyê û welatên Kendavê de, xwedî tevgereke mezinin û dikarin sûdê ji aboriya Rojavayê re peyda bikin.

Welatek bi bê geşekirin û vejîna aboriyê, ti carî nikare bi awayekî serbixweyî bimîne. Ji ber wê yekê, dibe ku em hemû bikin armanca xwe ya serekî ku çawa emê hewil bidin ku riyên sereke ji bo vejandina boriya Rojavayê Kurdistanê vekin û zemînxweşkirinê ji her aborînas û dewlemend û serwetmendên xwe yên welatparêz çêkin taku em bighêjin armanca serekî ya parastina destkeftên gelê xwe li Rojavayê û Rêveberiya Xweserî jî, gelek pêwîstiya xwe bi jêrxana aboriyê heye û ew pêngav, erkê me hemûya ye.

Têbînî, ji ber girîngiya babetê ji bo roja me ya îro, me ev babet careke din ji xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê re da weşandin ku berê di roja 9-12-2013 hatibû weşandin û niha jî dubare dikin.

Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket