Nuhtir Pirtûk


Politburoya YNKê; Roja şehîdan bilind nirxand

Belavokeke taybet ya politburoya YNkê ji bo roja şehîdên şoreşa nû ya YNKê.

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê belavokek ji bo roja şehîdan derxis û tê de rastiya tekoşçn û fedekariya wan qehreman û mêrxwesên gelê kurd daye nîşandan ku bi hemû hêz û tiwana xwe her yek ji wan bi canê xwe ya şêrîn ji bo parastina rastiya doza gelê kurd xwe bexşîn bi berjewendiyên giştî.

Di belavokê de dibêje ku îro roja şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û şoreşa nû ya Kurdistanê ye, roja ser daxistina li hemberî bîranîna wan giyanbazên nîştiman ku giyanên xwe bexşîne bi rizgariya wealt û pastina xelkê kurd û axa Kurdistanê kirine.

Di hemû cihûwarên tekoşîna netewî de, her weha di destpêka berxwedana zîndanan de heya şoreşa nû û qehremantiya bê sînor û heya raperîn û rizgariya yekcarî ji destên şovenîstiya rêjîma dîkteor a basê Êraqî yê têkçûyî û berxwedaniya li hemberî terorîstan bi hemû rengan ku bi demamekên cuda cuda de şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê xwedî roleke mezin bû ne.

Di vê tomara serxweşiyê de, YNKê ne tenê omêde û hîvî daye gelê me, lê di şêwaza tekoşîna reçeşkînî jî kir. Ew pêngava mezin ku wek xaneya zêrîn ku şihadeta mezin kir bi rengekî cida ku ew navê ku li şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê hatiye kirin ne ji boşiyê bû ku ji Yekîtiya Mam Celal re gotin partiya şehîdan.

Politburoya YNKê di dirêjahiya wê belavokê de aşkire kir ku karwanên şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji roja yekemîn û heya îro ji 20 hezar şehîd û pakrewan di nava rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de xwe beşîne bi axa Kurdistanê.

PUKmedia



 

Zanîngeha Cambridge pirtûkek nû li ser Kurdan weşand


Zanîngeha Cambridge pirtûkeke nû li ser pirsgirêka Kurdan amade dike û dixwazin wergerînin bo zimanê kurdî.

Her weha wek hat weşandin ku l...


»  Siyasetvanê kurdê Misrê koça dawî kir
»   Bremen; Bîranîna koça dawî kirna hunermend Hesen Şêxo
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne

Karîkator